Arşîv

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana goristanên cangoriyên azadiyê kir

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû pêkhateyan, bi boneya cejna Qurbanê serdana goristanên şehîdan kir û serbilindiya xwe bi qehremaniya keç û xortên xwe yên şehîd anî ziman.

Piştî ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nijmêja cejnê li mizgeftan kir, berê xwe da goristanên şehîdan ên li hemû herêman.

Li goristanên cangoriyên azadiyê, gel ji aliyê malbatên şehîdan ve hate pêşwazîkirin. Şêniyan gul danîn ser gorên şehîdan û Fatîhe xwendin.

Li goristanan, axaftin ji aliyê saziyên sivîl, leşkerî û endamên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hate kirin. Axêveran serbilindiya xwe bi şehîdên ku efsaneyên lehengiyê di oxira rizgarkirina herêman ji terorê û parastina gel de nivîsandin, anî ziman.

Di axaftinan de, hate diyarkirin ku bi saya şehîdan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewlehî û îstiqrar heye û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Her wiha hate tekezkirin ku divê têkilî di navbera pêkhateyan de zêdetir xurt bibin da ku herêm ji hemû êrîşên muhtemel ên dijminên gel û di serî de dagirkeriya Tirk, were parastin.

Di dawiyê de axêveran hêvî kir ku aştî li hemû herêmên Sûriyê pêk were û aloziya Sûriyê were çareserkirin û koçber û penaberên Sûriyê ji malên xwe vegerin û Sûriyeke demokratîk û nenavendî çêbe.

Back to top button