Arşîv

Jinên Şehbayê: Pêdiviya me bi derman heye

Jinên Efrînê yên ku li Kampa Serdemê ya Şehbayê dimînin, derbarê zehmetiyên nexweşiya şekir û kêmasiya derman de dibêjin: “Li Şehbayê dermanên nexweşiya şekir peyde nabe. Pêwîstiya me bi dermanan heye, em bi zehmetiyên nexweşiya şekir re rû bi rû dimînin.”

Nexweşiya şekir, yek ji nexweşiyên ku herî zêde di nava civakê de tê dîtin e. Ev nexweşî rê li nexweşiyên wekî din jî vedike. Kesên ku bi nexweşiya şekir be pêdiviya wan bi derman û lênihêrînek baş heye. Ji ber ku li Şehbayê derfet zêde tune ye kesên li wir bi nexweşiya şekir in zehmetiyên mezin di warê dîtina derman de dikişînin. Têkilîdarê mijarê jinên Efrînê yên ku li Kampa Serdemê ya Şehbayê bi cih bûne, zehmetiyên vê nexweşiyê parve kirin.

‘Nexweşiya şekir dîtina çavên min kêm kiriye’

Jina bi navê Hûriyê Temir Reşîd a temenê wê 60 salî ye û ev nêzî 20 sal in bi nexweşiya şekir e wiha got: “Rêjeya şekir li gel min digihêje nêzî 500’î. Ev yek bandorê li ser dîtina çavên min dike. Caran ez pêşiya xwe nabînim. Jixwe mirovên ku ev nexweşî bi wan re hebe, rastî germahiyê neyên, lê em bi zehmetiyên jiyanê re jî rû bi rû mane. Ji bo wê jî her diçe nexweşiya min bêtir bandorek neyînî li min dike.”

‘Dermanê nexweşiyên me gelek caran peyda nabin’

Asiye Şêx Ebdo ya 67 salî ye, diyar kir ku ji ber derfetên kêm ew zehmetiyên mezin dikşînin û wiha got: “Dema rêjeya şekir li gel min kêm dibe, ez ser hişê xwe diçim û birçî dibim. Ji bo hevsengiyek di rêjeya Însûlînê de çêbibe, ez derziyên Însûlînê li xwe didim. Dermanê nexweşiyên me gelek caran peyda nabin. Ev nêzî 20 sal in ez li dijî nexweşiya şekir têdikoşim.”

‘Pêwîstiya me bi dermanan heye’

Jina bi navê Emîne Sadiq Hisên a 55 salî ya bi nexweşiya şekir wiha got: “Ev 10 sal in nexweşiya şekir bi min re heye. Dema rêjeya şekir bi min re zêde dibe, serê min diêşê û lêdana dilê min zêde dibe. Li Efrînê rêjeya şekirê min her tim 150-200 bû, lê piştî derketina me ji Efrînê şekirê min gihaştiya 300 rêjeyê, ji ber xemgînî jî bandorek wê li ser nexweşiya şekir heye. Pêwistiyên nexweşên şekir bi dermanan heye, divê saziyên mafê mirovan bi me re alîkar bin û dermanan ji bo me pêde bikin.”

Back to top button