Arşîv

Werşeya Amargî li Kobanê ji bo parastina ji Koronavîrusê maskan çêdike

Werşeya Amargî ya girêdayî Kongreya Star li Kobanê dest bi çêkirina maskan kir ku li saziyên Rêveberiya Xweser û şêniyan bê pere belav dike.

Li cîhanê Koronavîrus bi lez berbelav bû û piştî qeykirina bi hezaran a rewşên mirin û pêketinê, vegerî pandemiya cîhanî.

Ji bo pêşîlêgirtina berbelavbûna Koronavîrusê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiya Xweser gelek tedbîr girtin, jê jî biryara qedexeya derketina derve ji 23’yê Adara borî ve da.

Piraniyan werşeyên (atolye) dirûtina cilan vegerîn dirûtina maskan da ku li hember Koronavîrusê bisekinin.

Li bajarê Kobanê Werşeya Amargî ya girêdayî Kongreya Star ji 2 rojan ve dest bi çêkirina maskan kir û li şêniyan bê pere belav dike. Di werşeyê de 10 karker dixebitin û rojane nêzî 100 maskan çêdikin.

Der heqê vê însiyatîfê de, endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Rewşen Hacim wiha got: “Piştî berbelavbûna Koronavîrusê li cîhanê, me dest bi çêkirina maskan wek pêngaveke ji bo sekinîna li hember vê pandemiyê, kir.”

Rewşen piştrast kir ku dê li ser du beşan mask bên belavkirin, beşek ji bo saziyên Rêveberiya Xweser û beşa dîtir jî li şêniyan bi rêya komînan bê pere bên belavkirin.

Rewşen Hacim bi bîr xist ku ger pêwîstî bi maskan çêbû dê werşeyeke dîtir jî vekin.

Back to top button