Aborî

Akademiya Jineolojî şehîd Malda bi bîr anî

Akademiya Jineolojî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê endama xwe ya şehîd Malda bi bîr anî û got: ” Rêheval Malda bi keda xwe wateyek nû da jineolojiya ku zanista wateyê ye û bi vê yekê lêgerîna jiyana azad a jinê û zanîna wê ya jiyanê kûr kir û bû sembola jina zana.”

Akademiya Jineolojî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyê endama xwe Malda di salvagera yekemîn a şehadetê wê de bi bîr anî.

Daxuyanî wiha ye:

“Em salvegera şehadeta rêheval Malda ya 1’emîn bi rêz û hezkirin bi bîrtînin. Şehîda yekem ya xebatên Akademiya Jineolojî a Bakur û Rohilatê Sûriyê rêheval Şehîd Malda, li kantona Hesekê bingeha kar û xebatên Navenda Lêkolînê ya Jineolojî danî.

Hêzên dagirker bi destê DAIŞ’ê xwestin êrişî zanistiya jin, ked, evîn, jiyana ku bi heskirinê hatibû pêçandin bikin, lê belê Rêheval Malda li dijî van êrişan bû sembola pêşxistina zanyarî û zanista ku azad dike, dibe çavkaniya civakbûnê û jiyana jinê. Rêheval Malda bi keda xwe wateyek nû da jineolojiya ku zanista wateyê ye û bi vê yekê lêgerîna jiyana azad a jinê û zanîna wê ya jiyanê kûr kir û bû sembola jina zana.

Rêheval Malda fêmkirina berxwedaniya jinê ji xwe re weke karekî pîroz dît. Ji ber jin bi vê yekê êrîşên DAIŞ û têgihiştina desthilatdar-dewletparêz têk birin, nirxeke mezin dida vê berxwdanê. Li gorî sosyolojiya azadiyê jiyana xwe hunand û xwest vê bike çavkaniya jiyanê. Ew dilê xwe yê ciwan û mêjiyê xwe bi vê kelecan, hezkîrin û berxwedêriya pîroz ronî ki. Hêviya jina azad, civak û jiyana azad her tim mezin kir.

Ji bo şoreşa duyemîn ya jinê, ku li ser xakên Mezopotamyayê pêş ket jinên Rojhilata Navîn û cîhanê hîn bi hêztir ronî bike tim di nav hewldanan de bû. Ji dil û can bawer kir ku wê ev şoreş li van xakên xwe ji nû ve şax bide û mezin bibe.

Bi lêkolînên xwe li pey şopa jiyana jinên zana, azadî û berxwedanê bû û tim xwest ku bingeha civakbûna azad bi hêz bike. Bi hêza xwe ya jiyanê û berhemdariya xwe, xwe gihand cewhera jinê ya pîroz ku îro di berxwedana jina Kurdistanê de dijî. Bi vê cewhera ku çavkaniya başî, xweşikbûn û rastiyê ye, hewldaneke mezin da, xwe azad kir û xweşik kir.

Rêheval Malda bi ked, hewldan û lêkolînên xwe nîşan da ku zanîn û zanista ku bi çanda berxwedanê û jiyane bi watê were hunandin, wê bibe çavkaniya jiyana rastîn. Bi xebatên xwe têgihiştina çeteyên DAIŞ´ê û hêzên dagirker ku dixwazin jinan ji nû ve di nav tarîtiyan de veşerin û her weha îdeolojiyên zayendîperest, faşîst, dewlet-netew teşhir kir û li hemberî van têkoşiya. Her tim ji xwe re têgihiştina netewa demokratîk bingeh girt û bi her awayî xwest ku vê bigihîne hemû jin û gelên herêmê û jinên Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî, Ermen. Ev weke rêya çareseriyê ya bi tenê qebûl kir. Ji dewlemendiya çand, zanyarî, berxwedan û ciherengiya van xakan bawer dikir û evîndarê vê bû. Ev hezkirina xwe her roj di lêkolînên xwe, perwerdeyên ku dida, guftugo û civînan de ji nû ve zindî kir û parve kir.

Bi çanda berxwedan, civakbûnê û jiyana azad xwest coş û hêza jiyanê pêş bixe. Bi vê têgihiştin û hewldanên xwe perwerde da hezaran jin û zilaman û wan ronî kir. Dawxaza Rêheval Malda ya herî mezin ew bû ku gelê wê bi paradîgmaya nû, çanda netewa demokratîk ji nû ve wate bide jiyanê, dîroka xwe, çand, ked, ziman, ax û welatê xwe ji nû ve nas bike û xwedî lê derbikeve. Bi vê yekê tim bawer kir ku dikare îro bingeha paşerojê deyne, ava bike, bijî, bide jiyîn, li ber xwe bide û azad bibe. Rêheval Malda bi vê zanistî, ked û çalakiyên xwe bû çavkaniya hezkirin, coş, kêfxweşiyê, jiyan xweşik kir û bû hevala me ya têkoşînê.

Rêheval Malda îro jî bi vê zanistiya jiyanê, kedkarî û pêşengiya xwe ji xebatên jineolojiyê, hewldanên jinê yên ronakbûn, xwebûn û berxwedanê re rêbertiyê dike. Em soz didin ku em ê bibin layiqî vê kedê, vê baweriyê, xweşikbûnê, moralê, rihê azad û bihêlin ku jineolojî di hemû deman de jinan û mirovahiyê ronî bike. Li ser vê bingehê weke jineolojî em ê bibin zanîn û zanista hemû jinên Kurdistan, Rojhilata Navîn û hemû jinên cîhanê. Her weha em ê bibin zanista berxwedan û jiyana azad û wekhev, şoreşa jinê bi hêz bikin û layiqî şehîdên xwe û Rêber Apo derkevin.”

Back to top button