Aborî

Kongra Star li Şehbayê amadekariya vekirina sûka sezbeyan dike

Piştî rêzecivînên Kongreya Star ji jinên Efrînê yên li kamp û navçeyên Şehbayê re, jinan projeya vekirina sûka sebzeyan a taybet bi jinan danî. Da ku bi jinan re bibin alîkar.

Li ser vê bingehê, Komîteya ku Kongreya Star erkdar kiriye , navçeyek û 5 gund ji bo firotina sebzeyan diyar kir; Fafîn, Babinis, Til Şiîr, Til Qirah û Til Sosîn. Dê navçeya Ehdas jî navenda sûka sebzeyan a sereke be.

Dê li sûkê jinên rewşa wan a madî dijwar û navîn bixebitin ku alîkariya malbatên xwe bikin.

Girêdayî mijarê, endama Koordînasyona Kongreya Star Hesna Hesen wiha got: “Me bi Desteya Çandiniyê re lihev kir ku sebzeyên havînê rojane saet ji 6’ê sibehê de bigihîne sûka sebzeyan a li Ehdasê, piştre dê li gundên diyarkirî bê belavkirin. Li gel firotina sebzeyan li sûkê, ji dimsê, firingî û îsot, mekdûs, hemû cûrên tirşiyê, sebzeyên havînê yên hişkkirî, miloxiyê û hemû cûrên rêçelan bên çêkirin.”

Li gorî endama Koordînasyona Kongreya Star Hesna Hesen dê xebata li sûka sebzeyan saet di 7’ê sibehê heta saetên êvarê destpêbike. Dê 60 jin di sûkê de kar bikin.

Tê payîn ku dê projeya sûka sebzeyan piştî Cejna Qurbanê bê vekirin.

Back to top button