Arşîv

Buroya Jin a MSD‘ê derbarê Efrînê daxuyanî da

 Buroya Jin a MSD‘ê bi daxuyaniyeke êrîşên Dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê şermezar kir.

Buroya Jin a Meclîsa Sûriyeyê Demokratîk (MSD) li navçeya Eyn Îsa bi beşdarbûna jinên hemû buroyên jin ên navçeyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Buroya Jin a MSD‘ê bi xemgînî û metirsî rewşa Efrînê ku rastî êrîşên dijwar ji aliyê hikûmet Tirkiyê û komên çete ve tên, dişopîne.

Efrîn ji bajarên herî bi ewle yên li Bakurê Sûriye ye û sparta koçberên ku ji ber şer reviyane ye. Ev dever zêdeyî nîv milyon koçberên ji Sûriyeyê pêşwazî kiriye.

Di demeke ku em ji bo merheleyeke aştî, biratî û çareserkirina aloziya Sûriyeyê tevdigerin de û QSD‘ê dawî li terora DAIŞ‘ê tîne, dewleta Tirk êrîşên xwe yên leşkerî li dijî Efrînê dijwar kiriye, bi vê yekê dixwaze serdema osmaniyan û şer vegerîne û DAIŞ zindî bike.

Em wekî Buroya Jin a MSD‘ê tekez dikin ku projeya Meclîsa Sûriyeyê Demokratîk ji bo tevahî Sûriyeyê projeyeke aştiyane ye, lê ev proje ji dewleta Tirk cihê tirsê ye, ji ber vê yekê êdî bi aqiliyî tevgdigere.

Hewlesta Rûsiyeyê erênî ye, bi erêkirina wê dewleta Tirk êrîşên xwe zêde kiriye.

Li ser vê yekê Buroya Jin bang li hemû beşên civaka navdewletî dike ku tedbîrên rawestandina êrîşna bigire û rê li ber rijandina xwîna sivîlên Sûriyeyê bigire.

Her wiha em bang li hemû hêzên herêmî û navdewletî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku bi awayekî lezgîn destwerdanê bike û sivîlan biparêze, da ku aştiyê pêk were.”

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Back to top button