Arşîv

Jin civakê bi rêve dibe

Jinên Bakurê Sûriyê di her du qonaxên Hilbijartinên Fedraliya Bakurê Sûriyê ya Komîn û Rêvebirina meclisan bi hêz tevlî bûn. Jin bi nasnameya xweyî azad wê dest bi erka xweyî Hevserokatiyê bike. Jina diyar kirin ku tevlîbûna jina azad û xwedî biryar di qonaxa rêvebirin û avakirina civakê de serkeftine.” Hevseroka Meclîsa herêma Girkê Legê Xaliya Ebas Selmo tekezkir ji bo ku em karibin di civak û hemû qadên jiyanê de xwedî rol bin û da ku herêm bi rêbazek hevseng bê meşandin, pêwîstî bi edalet û demokrasiyê heye û wiha axivî: “Di herdû qonaxên hilbijartinên federaliya Bakurê Sûriyê yên Komîn û rêvebirên Meslisan de, bi tevlî bûn û dengdayîn di serkeftina hilbijartinê de xwedî rol bû, her wiha em wek jinên Ereb bi tevlîbûna xwe bi xwişk û birayên me yên kurd û Suryan di rêvebirina Herêmêm xwe de ser bilindin. Ev hevbeşiya me di rêvebrina xebatên Herêmê îspat dike ku tevî cudabûna çand, ziman û olî jî em gelekî hevgirtîne.” Hevseroka Şaredariya Girkê Legê Evîn Elî Ebas jî dazanîn ku ji destpêka şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê di her warê jiyanê de, bi taybet bi vîna guhertina hişmendiyê timî xwedî rol bû. Evîn wiha axivî, “Jin ji destpêkêa mirovahiyê her civakê ser bingeha Exlaq û polîtîk bi rêvedibir, ji bo wê nabe ku di rêvbirina civakê tenê di çarçoveya mêr û hişmendiya teng de bimîne.” Evîn da zanîn ku ew bawerin ku herkesê ji bo rêvebrina herêmê çi Ereb, Suriyan û kurd hatine hilbijartin wê bi rengekî dîmokratîk erkê xwe pêk bînin.” Hevseroka Meclisa Aborî ya Girkê Legê Rewa Elî bi bîr xist ku her jin ji bo hevjiyana azad û wekheviya civakî ku di nava avakirina civakê ekolojîk tekoşîn dike. Rewa wiha got: “Sîstema Netewa Dîmokratîk dewamiya sîstema jin di civaka xwezayî deye. Jin aboriya civakê bi xweye, jin xwedî ew hêza ku dikare civakê ser hîmên wekhevî û aboriya komînal bi rêvebibe

 

Back to top button