Arşîv

Li Helebê navnîşana çareseriya jinan: Weqfa Jinê ya Şêxmeqsud

 Weqfa Jinê ya Şêxmeqsus ji roja vebûye heta niha bû yekemîn navnîşana çareseriya pirsgirêkên jinan.
Weqfa Jinê ya Şêxmeqsus di sala 2011’an de bi armanca çareseriya pirsgirêka jinê li Kuçeya Şêxmeqsud a Helebê hat avakirin. Ji roja ava bûye heta niha derbarê çareseriya jinê de xebatên weqfê didome.
Weqfa Jinê ya Şêxmeqsus ji bo jin birêxistin bibin civîn û semîneran li dar dixe. Her wiha ji bo pêşî li zewaca zarokatî, li berdêliyê û pirzewacê bê birîn hem xebat tên meşandin hem jî perwerde tê dayin. Dema ku jin ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe serî li weqfê didin bi rêya muzakereyê tê hewldan ku pirsgirêk çareser bibin. Li gor agahiyên ji rêveberên weqfê hat girtin di heftê dora 5 caran serîlêdan li weqfê tê kirin.
‘Li weqfê dersên xwendin û nivîsandinê jî tên dayin’
Her wiha ji bo jinên ku xwendin û nivîsandinê nizanin qursên Kurdî û Erebî jî tên vekirin. Heta niha gelek jin bi saya van qursana hînî xwendin û nivîsandinê bûn.
‘Navnîşana yekem ku jin serî lê didin Weqfa Jinê ya Şêxmeqsusê’
Rêvebira Weqfê Perişan Reşid anî ziman ku ji avakirina weqfê heta niha wan gelek asteng bertaraf kirine û got:”Navnîşana yekem ku jin serî lê didin Weqfa Jinê ya Şêxmeqsusê ye”
Back to top button