Arşîv

‘Min bersiv da hemû mêran’

Li navçeya Qosera Mêrdînê Yildiz Şenses a ku jina  yekemîn a karê firinê dike, anî ziman ku bi karê firinê bersiv daye hemû mêrên ku di firinan de dixebitin û dibêjin ku jin nikarin vî karî bikin.
Li gel ku nanpêjî ji dîrokê û heta niha pişeyê jinê ye jî dema ku mirov diçe firnan ji bo ku nan bistîne mirov dibîne ku li her firnekê mêr hene û karê napêjiyê dikin. Dema ku mirov dipirse çima jin jî di firinan de naxebitin, bersiva “jin nikarin di firinan de bixebitin” didin. Jina bi navê Yildiz Şenses a ku li navçeya Qosera Mêrdînê dixebite gotina “jin  nikarin firinan de bixebitin” vala derxist. Yildiz Şenses a ku 3 sal e di firinê de dixebite anî ziman ku kes nikare ji jinan re bibêje nikare karê firinê bike û diyar kir ku îro ew karê xwe ji yê mêran baştir dike.
Yildiz a ku bi eslê xwe ji Mêrdînê ye û 15 salan li Îzmîrê jiya ye, ji ber pirsgirêkên bajar ji wir koçber bûye û 3 sal in li navçeya Qosera Mêrdînê dijî. Yildiz a ku 3 sal in li Qoserê jiyana xwe berdewam dike di heman demê de ji xwe re firinek vekiriye û tê de xebitiye. Yildiz, diyar kir ku dema di firinê de dest bi kar kiriye gellek kes li dijî wê derketiye û xwestine ku wê asteng bikin. Lê Yildizê li dijî wan kesan serî netewand  û xebata xwe berdewam kiriye. Yildiz, got ku li gel hemû astengiyan jî gelek kesên ji dervê welêt li wê geriyane û piştgirî daninê.
Yildiz diyar kir ku wê piştevaniya herî zêde jî jinan girtiye û wiha dirêjî da axafitna xwe: “Bi taybetî jinan piştgirî da min û ez îro bi saya jinan li vir im û karê xwe berdewam dikim. Ji ber ku piştgiriya jinan hêzê da min ku ez li dijî zihniyeta babiksalarî têbikoşim. Ez dixwazim ku hemû jin hilberînê bikin û di nava jiyanê de cihê xwe bigirin. Dema jinek li ser nigên xwe bisekine tiştekî gellek xweş e. Ez dixwazim êdî gaveke din derbikevim pêş. Ji ber ku mêran her dest daniye ser maf û keda jinan. Her tim mêr dest datînin ser maf û keda jinan. Divê êdî dawî li vê rewşê bê. Li Qoserê mêr nahêlin ku jin zêde bixebitin. Şert û mercên jiyane gellek zehmetin û ji van zehmetiyan re herdem jin dibin çareserî. Jin tu carî heqê xwe nikarin bigirin, ji ber ku dest datînin ser keda wan û tên astengkirin.”
‘Ji ber debara xwe bi xwe dikim kêfxweş im’
Yildiz, di dirêjiya axaftina xwe de got ku wek jinek karê firinê gelek xweşe û wiha got: “Wekî hemû karan  zehmetiyên vî karê jî heme. Mînak di bin germahiya 50 derecey, de û li ber germahiya agirê firinê xebat gelek zehmet e. Her wiha amadekirina hevîr û amadekariya nan jî zehmet e. Li gor min ev kar ji karên din zehmetir e.  Ez serê sibehê saet di 8’an de dest bi kar dikim, êvarê heta 9’an dixebitim.  Ji bilî vî karî, karê malê jî heye. Ez li aliyekî jî karê malê dikim. Ez her roj dixebitim û carna mehê carê desturê  bi kar tînim. Li gel min du şagirt jî hene û dixebitin. Her çiqas zêde karê nakim jî  ez debara xwe dikim. Ji ber ku ez bi keda destê xwe dixebitim ev kêfxweşiyê dide min û ev jî têra hemû tiştan dike. Ez bi vî awayî mihtacî tu kesî nabim. Ez vê kêfxweşiya xwe nikarim bînim ziman, mirov ancax dikare wê demê bijî.”
‘ger ku jin bixwazin dikarin hemû karan bikin’
Yildiz, di dawiya axaftina xwe de got ku  ew li Qoserê yekemin jina di firinê de dixebite û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tê gotin ku  beriya min jî jinekê karê firinê kiriye. Lê ew niha naxebite. Ez niha yekemin jina ku di firinê de dixebitim. Dema mirov cara yekê di karekî de bixebite gelek xweş e. Min tu carî dev ji karê xwe berneda û ez ê berendim jî. Di firinê de xebitandin ne bitenê karê mêran e her wiha karê jinan e jî. Min nîşanî wan da ku jinek dikare di firinê de bixebite. Ev jî ji wan re bû bersivek. Ez dixwazim ku hemû jin jî li ser nigên xwe bisekinin û bixebitin. Ger ku jin bixwazin dikarin hemû karan bikin.”
(JINNEWS)
Back to top button