Arşîv

′Pêwîste kiryarên hovane li Efrînê werin sekinandin′

Jinên taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê kiriyarên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê mîna kuştin û tecewazkirin li ser jinên Efrînê şermezar kirin. her wiha bang li dewletên cîhanê yên ku bi navê mirovahî û demokratiyê bang xwe dikin ku derbarî van kiryaran de helwestên xwe nîşan bidin.

Meclisa Şehîd Şîlan Kobanê der barî kiriyarên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê derheqê jinên Efrînê de daxuyaniyek dan. Her wiha bang li hemû rêxistinan kirin ku van kiriyaran bisekinîn in.

Daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê ji aliyê endama meclisê Nesrîn Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin dîroka Rojhilata Navîn bi zimanê mêr hatiye nivîsandin ji ber wê cihê ku jin xwe li wê derê azad bibîne, tune ye. her wiha hate destnîşankirin ku heta destûr bûye dijî jinê û civakê lê berxwedana jinê û gelan ew fikrên desthilatdar red kirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê jinan tekez kirin ku ew weke jinên azad ên girêdayî civaka Kurdistanê û Rojhilata Navîn em ê careke din duyaya xwe ya taybet ava bikin û tevî hemû zehmetiyan em cihê xwe di hemû aliyên şoreşê de îsbat dikin.

Jinan destnîşan kirin ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê dagir kirin û tekez kirin ew ku dikarin hemû kiriyarên hove pêk bênin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hemû kiriyarên hovane û ne mirovahî ku ji aliyê Erdoganê kujer li ser jin û gelê Efrînê pêk tê û bê dengiya navdewlet ji aliyê jinan ve hate şermezarkirin.

Di dawiyê de jinan bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û mirovahî kirin ku helwestên xwe der barî kiryarên dagirkeran ên ne mirovahî û ne exlaqî helwestên xwe diyar bikin û bê deng nemînin.

Daxuyanî bi durûşmeyên bijî azadiya jinê bidawî bû.

(ANHA)

Back to top button