Arşîv

Li Kobanê 3 jinan dîkaneke çêkirina nanê tîrê vekir

Li Kobanê ji bo ku çanda xwe ya kevn vegerînin û bi zarokên xwe bidin naskirin, 3 jinan bi hev re dikanek vekir û tê de dest bi çêkirina nanê tîrê kir.

Nanê tîrê yan jî nanê sêlê li axa Mezepotamiya bi sedan salane tê çêkirin û gelê herêmê ji xwe re wekî çandeke kevnar dibînin.

Jinên bajarê Kobanê ji bo ku çanda xwe ya kevn winda nekin û zarokên wan çanda pêşiyên xwe nas bikin, her wiha ji bo geşkirina aboriya xwe,  ji xwe re firoşgehek vekirin û tê de nanê tîrê çêdikin û difiroşin.

Sedema vekirina vê firoşgehê ew e ku jin dixwazin çanda xwe vegerînin, ji ber ku meraqa wan li vî nanî heye. Her sibe jinên ku di firoşgehê de dixebitin, di saetên serê sibê de dest bi kar dikin û berhema wan jî rastî eleqeyeke baş tê.

Firoşgeh li taxa Botan Xerbî ya Kobanê ye û 3 jin tê de dixebitin. Jinên kedkar saet 8`ê sibehê dest bi kar dikin û heta seet 1`ê piştî nîvro bê navber dixebitin. Her sê jinên ku bi projeyê radibin di nava hev de pêwîstiyên xwe yên wekî ard, av û hemû tiştên ku pêwîstiya wan pê heye, dikirin.

Dayika bi navê Xalîde Sincar a bi temenê 56 salî têkildarî kar axivî û wiha got: “Armanca me ji çêkirina nan ew e ku meraqa me li vî nanî heye û ji bo ku em bikarin çanda xwe ya kevn vegerînin.” Xalîda di dawiya axaftina xwe de daxwez kir ku hemû jin li çanda pêşiyên xwe xwedî derkevin.

Her wiha jina bi navê Zehîda Horan a bi temenê 58 salî kêfxweşiya xwe ji bo vekirina vê firoşgehê anî ziman û wiha got: “Em pir bi moral in, dema ku em li çanda xwe vegeriyan û me dîsa dest bi nanê tîrê kir û em ê her tim vê çandê berdewam bikin.”

(ANHA)

Back to top button