Arşîv

Dayika Cemîle: Rêya yekane li kolanan jiyan e

Hilweşandina etapa yekema ku li taxa Alîpaşayê bi dawî bû gelê heremê meğdur kir û kesên ku hilweşîn pêk anîn qad ji bo xwe veguherandine cihê rantê. Di nav van malên ku hatin hilweşandin de mala Cemîle Tekîn(68) jî heye. Cemîle derheqê pêvajoya dawiyê de tiştê ku jiyaye wiha vegot:“Xwezî mirin hebûya , bêxwedî û bêkesî tunebûya.”

Bi hilweşandina etapa yekema ku li taxa Alîpaşayê bidawî bû re gelê wê heremê hat mexdûrkirin û qada ku hat hilweşandin ji ranxuran re hatiye pêşkêşkirin. Ji sedî heştê  avahiyên ku li taxa Alîpaşayê ne hatin hilweşandin. Welatiyên  ku nexwestin malên xwe vala bikin bi mehan e hikûmetê av û ceryan ji ser wan qut kiriye û di şert û mercên zivistanê de welatî bi koçberiyê re rûbirû hatine hiştin.  Dayîka 68 salî Cemîle Tekîn a ku bi eslê xwe ji Dêrika Mêrdînê ye berî bi salan ji ber şert û mercên jiyanê bi malbata xwe re koçî navçeya Sûrê kiriye. Dayika Cemîle ku ev 19 sal e li taxa Alîpaşa ya Sûrê jiyaya wiha bertek nîşanî hikûmeta ku dixwaze xaniyê wê hilweşîne û pêşkêşî rantxuran bike da:“Xwezî mirin hebûya, bêxwedî û bêkesî tunebûya. ” Dayika Cemîle ya bi hevjîn û keça xwe re dijî naxwaze ku mala xwe terk bike û cara duyem koçber bibe.

‘Di bin van şer û mercan de jiyan zehmed e’

Dayika Cemîle ku di şert û mercên herî xirab de li Sûrê jiyana xwe berdewam dike wiha bahsa xwe kir:”Em ji mecbûrî koçber bûn û hatin li Sûrê bi cih bûn. Xwezî em qet nehatina vê derê. Ez nêzî 40 sal e zewicandî me û hevjînê min sala borî felç derbas kir. Ji wê rojê vir de di nav  nivînan de ye û hewcedariya wî bi lênêrtinê heye. Ji  hemû pêdiviyên wî ez berpirsiyar im. Ez gelek zahmetiyan dijîm. Di bin van şert û mercan de jiyan gelek zehmed e.”

‘Ewlehiya me ya jiyanê tune ye ’

Dayika Cemîle di berdewama axaftina xwe de got ku hevjînê wê xebatkarê înşaatê bû, lê ji ber ku ewlehiya wî tunebû dema ku ferc derbas kiriye nikaribûye bibe nexweşxaneyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevjîna min di serî  mirovekî gelek sakîn bû. Lê piştre hêdî hêdî vegûherî mirovekî bi hêrs. Wê demê em têgihîştin ku pirsgirêkên wî yên tendirustiyê hene. Lê belê ji ber ku li înşaetan bê ewlehî xebitîbû û sîgortaya wî tunebû ji bêderfetî me mikaribû ew bibira nexweşxaneyê. Piştî ku me bir jî em gelek dereng mabûn, hevjînê min ferc ders kiribû.”

‘Tu kesekî me tune ye’

Cemîle di dawiya axaftina xwe de got ku di bin projeya ‘Vegûherandina Bajêr’ de mala wê jî heye û jê te xwestin ku di nava hefteyekê de xanî vala bike û wiha dawî li axafitna xwe anî:“Dewlet ji me dixwaze ku em di nava hefteyekê de xanî vala bikin.  Lê  cihekî ku em biçin tune ye û pereyê ku em  pê xaniyekî li  TOKÎ’yan  bikirin jî tune ye. Ger ku me ji malê derxin ji bilî ber deriyê me tu cihekî ku em pêde biçin tune ye. Hevjînê min di nav nivînan de ye, ez pîr im û keça min jî hîn biçûk e. Tenê rêyek li berme dimîne ku ew jî li kolanê jiyan e.”

Back to top button