Arşîv

Nûçeya darizandina kurê wê ew felc kir

Piştî ku çeteyan DAIŞ’ê kurê wê yê tekane bi kuştinê darizandin, ew jî felc bû û wiha got: “Em di jiyaneke kambax re derbas bû”.

 

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê herêmeke berfireh ji axa Sûriyeyê û Îraqê dagir kir, hovîtiya xwe li ser hemû welatiyên vê herêmê da meşandin. Malbateke ji bajarê Mûsilê yê Îraqê ku ji bav, dayîk, 3 keç û kurekî bi navê Mihemed pêk tê, weke bi hezaran malbatên Sûriye û Îraqê rastî hovîtiya çeteyan hat.

 

Dema ku çeteyên DAIŞ’ê bajarê Mûsilê dagir kiribûn, çeteyên “El-Hisbê” (Asayîşa DAIŞ’ê) kurê dayîka bi navê Zeyneb Şemis, Mihemed bi tewanbariya bazirganiya titûn û cixareyan girtin. Malbat jî neçarî koçberiyê bû û berê xwe dane kampa Hol a girêdayî Hesekê û li vir bi cih bûn. Mihemed piştî ku çend mehan di zîndana çeteyan de hate girtin, ji dayîkê re hate gotin ku ew bi kuştinê hatiye darizandin. Dema ku dayîkê nûçeya darizandina kurê xwe bihîst tavilê ew jî ji herdu piyên xwe ve felc bû û êdî nikare bimeşe.

 

Dayîka Zeyneb di derbarê mijarê de wiha got: “Dema min ev nûçe bihîst weke birûskekê bi ser min de hat û tavilê ez di piyên xwe de felc bûm”.

 

Piştî ku çalakiya rizgarkirina Mûsilê ji aliyê gelek hêzên Îraqê ve hate destpêkirin, eşkere bû ku Mihemed nehatiye kuştin û hêjî di zîndaneke çeteyan de ye. Mihemed karibû di dema çalakiya rizgarkirina Mûsilê de ji zîndana xwe bireve û niha li Mûsilê dimîne.

 

Dayîka Zeyneb wiha got: “Min bawer nekir ku kurê min ji destên çeteyan bifilite û jiyan bike. Em di jiyaneke kambax re derbas bû”.

 

Dayîkê diyar kir ku tirs û xofa ku çeteyan di dilê wan de çandiye, têrê dike ku hemû welatî li gorî daxwaza çeteyan tevbigerin. Dayîk piştî ku nûçeya dawî ya derbarê kurê xwe de bihîst niha li benda hevdîtina wî ye û spasiya rêveberiya kampê kir ku ew hembêz kirine û pêdiviyên wan ên jiyanî peyda kirine.

 

Back to top button