Arşîv

Ji Hevdîtina Şêwirî ya jinên Rojava biryarên girîng

Yekemîn Hevdîtina Şêwirî ya Jinên Kurd ên Rojava îşev bi çend biryarên girîng bi dawî bû.

Ev hevdîtin bi beşdariya 210 jinên Kurd ên ji herêmên Firat, Efrîn, Cizîr û Minbicê di bin durişmeya “Yekîtiya jinên Kurdistanê misogeriya yekîtiya niştimanî ya Kurd e” pêk hat.

Tevî nûnerên saziyên civaka sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û jinên serbixwe ji Şamê û taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî mêhvan amade bûn.

Di dawiya hevdîtinê de piştî gotûbêjên berfireh û demdirêj ev biryar hatin standin:

-Ji bo lidarxistina konferanasa sêyemîn a hevdîtina şêwirî ya jinên kudistanê kar xebat werin kirin.

-Di hemû warên jiyanê de zanista jin (Jinoelojî) wekî bingeh were destgirtin.

-di hemû sazî û rêxistinan de sîstema hevserokatiyê were rûnişandin.

-Di warê siyasetê de akademiyên taybet ên jinan werin avakirin.

-Jii bo şopandina rewşa jinên Êzidî yên winda û hatine revandin, komîteyeke were avakirin.

-Ji bo yekîtiya Kurd û jina Kurd, aktîfkirina rola jinê di hemû aliyên jiyanê de têkoşîn were meşandin.

-Ji bo nivîsandin û qeydkirina dîroka jin û têkoşîna wê ya li aliyên Kurdistanê komîteyeke nivîsandinê were avakirin.

-Li hemberî hemû aliyên dijberî yekîtiya Kurdî bi beşdariya hemû jinên Kurdistanê hêzek were avakirin.

-Ji bo rizgariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîn were kirin.

-Rola jin di warê siyasî û aborî de were pêşxistin û firehkirin.

Piştî ku ev biryar hatin xwendin, jinên ji Şam, Lubnan, Şêxmeqsûd û Başûrê Kurdistanê beşdarî hevdîtinê bûne, hatin xelatkirin.

Back to top button