Arşîv

Jinên Efrînê bi nameyekê bangewazî li jinên cîhanê kirin

– Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bê navber didome. Gelek sîvîlan jiyana xwe ji dest dan û gelek avahî di encama bombebarana dewleta tirk de hat hilweşandin. Jinên Efrînê nerazîbûna xwe li dijî bêdengiya rêxistinên mafên mirovan nîşan dan û di heman demê de bi nameyekê bangewazî li jinên cîhanê kirin.
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û Artêşa Azad a Suriyeyê (OSO) di 20’ê Çileya 2018’an de êrîşî Efrînê kirin. Êrîşên dewleta tirk û OSO’yê yn li ser Efrînê bê navber didome. Gelek sîvîlan jiyana xwe ji dest dan û gelek avahî di encama bombebarana dewleta tirk de hat hilweşandin. Her wiha di nava van avahîna de cihên dîrokî jî hebûn. Qampa penaberan a bi navê Robar jî bûn hedefa van êrîşana. Jinên Efrînê nerazîbûna xwe li dijî bêdengiya rêxistinên mafên mirovan nîşan dan û di heman demê de bi nameyekê bangewazî li jinên cîhanê kirin.
‘Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye’
Di nameyê de jinên Efrînê bal kişandin ser şoreşa jinê û wiha gotin:”Ji dîroka 20.01.2018 ve heta a niha hikumeta  Tirk êrîşî Efrînê dike û hewl dide ku federaliya demokratîk têk bibe. Vê yekê bi riya êrîşên ji hewayê û ji bejayî dixwazin pêk bînin. Wargeha penaberan û niştecihên ku ji şer reviyabûn li Efrînê aramî dîtibûn jî hedef tên girtin. Her wiha cihê dîrokî yê kevnar jî tên hilweşandin. Gelek sîvîlan jiyana xwe ji dest dan. Di nav kesên ku di encama bombebarana dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dan de zarok, jin, rûsipî û penaber jî hene. Tevî van zext, zordarî û êrîşana em wekî jinên Efrînê têdikoşin, dev ji axa xwe bernadin. Çimkî parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye. Divê hemû jinên cîhanê li vê şoreşê bikaribin ku xwedî derkevin.
‘Jinên Rojava li dijî DAÎŞ’ê rûmeta mirovatiyê parast’
Jinên Efrînê diyar kirin ku jinên Rojava li dijî DAÎŞ’ê rûmeta mirovatiyê parast û wiha berdewam kirin:”Erdogan bi awayekî eşkere li hemberî vîn û azadiya jinê ya di bin siya rêveberiya demokratîk û xweser a di Rojava de şoreş pêk aniye, dike. Ev êrîş di şexsê jinên Efrînê de li dijî hemû jinên cîhanê tê kirin. Loma em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku li berxwedana jinê û Efrînê xwedî derkevin, bêdeng nemînin da ku nirxên mirovahiyê biparêzin. Jinên Rojava li dijî DAÎŞ’ê şer kir û rûmeta hemû jinên cîhanê parast. Her wiha li Rojava-Bakurê Sûriyeyê bi dilekî hevpar bêyî cudatî di navberê keve, hemû jin di bin sîwana wekheviyê de hatin parastin. Jinên Rojava hem di milê civakî de hem siyasî, aborî, leşkerî, di warê parastina cewherî de pêşxsitinên gelek girîng pêk anîn. Ev yek ji bo cîhanê bû mînakek girîng. Divê hemû cîhan li gor vê demokrasiya ku li Rojavayê Kurdistanê û li Bakurê Sûriyeyê hatibû avakirin tev bigerin di serî de jin, hemû kes bêdeng nemînin. “
‘Arîn û Avesta ji bo nirxên hemû jinan canê xwe feda kirin’
Her wiha di berdewamiya nameyê de çalakiya Arîn û Avesta hat bibîrxistin û wiha dewam kir:” Wêrekiya rêheval Arîn Mîrkan a li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê ya ji bo parastina Kobanê bû efsaneya serdemê. Her wiha  rêhevala me Avesta jî rêya Arîn şopand û mohra xwe li bin têkoşîna serdemê xist. Arîn û Avesta ji bo nirxên hemû jinan canê xwe feda kirin. Loma divê jinên hemû cîhanê guh bidin vê têkoşîna serdemê ku ji aliyê jinan ve pêk tê û bê deng nemînin.”
‘Divê jin çewisandinê qebûl nekin û hevdu biparêzin’
Jinên Efrînê di nameya xwe ya ku bang li hemû jinên cîhanê kirin herî dawî wiha gotin:”Em di wê baweriyê de ne ku yekîtiya jinên navneteweyî wê li hemberî hovîtiyê bibe çeka herî xurt. Divê jin çewisandinê qebûl nekin û hevdu biparêzin. Divê em bi her awayî hewldana hevkarî û piştgiriyê xurt bikin da ku em vî şerî biqedînin.”
Xwendina nameyê bi dirûşmên “Bijî berxwedana Efrînê”, “Bijî piştgiriya jinên navneteweyî” bi dawî bû.
Back to top button