Ekolojî

Bi pêşengiya Jin de, Vegera  li Ekolojiya Civakî”

Daxuiyanȋ ji raya giştȋre:

Di bin dirûşmeya:

”bi pêşengia Jin de, Vegera  li Ekolojiya Civakî”

Kevana Berhemdar (zêrîn) bi hezarên salan e ku bi axa xwe ya bi bereket, avên xwe yên zêde, û avhewaya xwe ya îstîqrarker tê naskirin, ku bû sedema derketin û balkişandina gelek şaristaniyan da ku vê erdnîgariyê ji xwe re  weke cihê jiyanê bigirin dest. û bi vî rengî bû cihekî bi ewle ji bo gelek zindiyên jîndar û cureyên cuda weke  dar, giya û hwd  ji ber jimara zêde ya çem û çiyayên wê, ku îro bûne sedemek ji bo destwerdanên zêde yên mêtinkar li ser jîngehê, û bikaranîna vê dewlemendiyê ji aliyê rejîmên deshilatdar ve ji bo armanc û berjewendiyên şexsî.Ev erdnîgarî bi aştiyeke hawirdorê ya ku mafên van zindiyan bi taybetî mirovan diparêze, dom nekir, Berevajî herêmên me yên li Bakurê Sûriyê bi taybetî ku dihat jiyan kirin, ji jîngeheke kesk û paqij êdî bûye weke erdeke çol û ziwa ku cureyên herî hêsan yên dar û çûkan lê kêm in û tune ne.Ev yek ji ber ku bi gelek sedeman re rû bi rû maye, Weke rûbirûbûna polîtîkayên sîstematîk ên rejîmên desthilatdar. Ji ber ku di dema kirîza Sûriyê de ku ev deh sal in berdewam dike, rê li ber bikaranîna bêserûber û neheq a gelek çavkaniyên jîngehê vekiriye û bi vî awayî krîza ekolojîk kûrtir kir, Wek birîna daran, belavbûna parzûngehên petrolê yên ne saxlem, firehbûna zeviyên çandiniyê yên ku ji ber rijandina petrol a bêserûber bandor lê bûye, derketina cûrbecûr nexweşiyên penceşêrê û bi hejmareke zêde di encama qirêjiya hewayê de.Zêdebûna tevgera avahiyên bêserûber, xwarina goşt bi zêdehî, hilberîna çopê bi miqdarek mezin, zêdebûna hejmara otomobîlan û di encamê de zêde bikaranîna amûrên teknolojî û elektronîk …. hwd/.Her wiha ev kirîz bû sedema windakirina gelek aliyên çand û ruhê jîngehê ku bi hezaran sal berê ji civaka gund û çandiniya ku ji civaka xwezayî derketiye, a ku dayikan pêşengiya wê kiriye û heya roja îro parastiye.Ji zindîkirina ruh û cewhera jiyana ekolojîk dest pê bikin,Ji gundan bigire heya digihêje navendên herî kûr ên şaristanî û kapîtalîzmê, ku di bin bandora çandên li dijî jîngehê yên ku li ser hesabê înkarkirina çandinî û hezkirina axê piştgirî didin îndustriyalîzmê . Di encamê de, ji bo redkirina dagirkeriyê û êrîşên wê yên dubare li ser herêmên me û qutkirina av û daran, bi taybet li herêmên (Efrîn, Serê Kaniyê û Hesekê).  li ser vê bingehê bi dirûşmeya: “pêşengtiya Jin Vegera Ekolojiya Civakî”. Ji bo pêşwazîkirina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, armanca me ew e  ku di navbera civak û jîngeha wê de bihevrebûn û girêdana bi hev re pêk bînin, bi vî awayî çand û hişmendiya îdeolojîk a jîngeh û tenduristiyê ava bikin. Îsal bi têkoşîneke ekolojîk re li gel gelek destkeftî û serkeftinên jin ên di dîrokê de bi dest xistine, hewl dide şoreşa jîngehê pêk bîne. Ji ber vê yekê, ji bo xilasbûna ji krîzên ekolojîk,  hemû komîte û saziyên girêdayî Komîteya Amadekar a Xebatên Ekolojiyê, îsal girȇdaȋ bi kampanyaya platforma çalakiyan a ku di 23’ê Sibatê de hat ragihandin, Di bin diruşmeya “Em bi hev re şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin.” Van çalakiyan pêk bînin, Kampanyaya ekolojiyê ji 26.2.2022 heta 6.4.2022 dest pê bike û bi armanca jiyana di civakeke paqij de  bi komîn û meclîsên gund û navçeyan dê kampanyaya paqijiyê  destpêkirin. bi şertê ku xebat li ser esasê afirandina çandeke ku ji xwe destpêbike û bike beşek ji jiyana xwe ya rojane,  Têkoşîna afirandina çand û zanebûna bîrdozî ya jîngehê bi dayîna /100/ semînerên ekolojîk bi hevrêziya li gel komîteyên perwerdê yên li belde û navçeyan.Bi armanca zêdekirina qadên kesk her wiha kar û xebat bi ofîsên jin ên di nava şaredariyên herêma Cizîrê û komîteyên aborî de, çandina nêzî 2000 daran li mal, hin cihên giştî, dibistan, asayîş ȗ Kamp . Her wiha bi tensȋqa bi keziyên kesk re, li 121 dibistanan çandina  nêzî / 1000 / daran da ku ” giyanê şehîdên berxwedana gurzê gelan li Hesekê” were zindîkirin. Li ser esasê “parastin dermanê herî baş e” dayîna semînerên tenduristî û bi vî awayî bi hevrêziya komîteyên tenduristiyê re li gund û bajaran hejmareke (mieqem) tên belavkirin.Her wiha ji bo xwe bigihînin hemû civakê ku di nava malbatên demokratîk û azad de zarokên ekolojîk biafirînin, bi armanca belavkirina zanebûn û çanda jîngehê, tevlî hevpeyvînên çapemeniyê bibin.Li ser vê yekê em bang li hemû civakê dikin ku bi ruhê şoreşa azadî û aştiyê û bi cih anîna erk û berpirsyariya xwe ya li hember jîngeha xwe ya ku hêjayî bedewî, paqijî û tendûristiyê ye, tevlî kampanyayê bibin. Her wiha em jin bi taybetî ji hemû pêkhateyan vedixwînin ku tevlî kampanyayê bibin û bi beşdariya xwe di çalakiyên ku dê werin lidarxistin de, piştgirî bidin kampanyayê, ji ber ku em jin bi jîngeha ku ewlekariya me ye û mala me ya duyemîn e, xwedî girêdana herî kûr in.Her wiha ji bo avakirina sîstema ekolojîk ku nirxên jîngehê yên civakê di nava neteweya demokratîk de diparêze, em bang li hemû sazî û komîteyên Rêveberiya Xweser de dikin ku piştgiriyê bidin kampanyayê.Sazî û komîteyên ku tevlî kampanyayê dibin:Komîteya Ekolojiyê ya Kongra Star.Ofîsên jin li şaredariyan.Komîteya Tenduristiyê ya Kongra Star.Desta û komîteyên tenduristiyê.Komîteya Perwerdê ya Kongra StarKeziyên kesk.Komîteya Aboriyê ya Kongra StarKomîteyên Aboriya Giştî.Kordînasyona Kongra Star li kantonên Qamişlo û Hesekê  Komȋteya amedekar ya  çalakıyȇn ekolojȋ26/2/2022

 

 

Back to top button