EkolojîNûçeSlide

Jinên Bajarê Kobanê bi Hişkirina Sebzeyan, Debara Malbatê Birêve Dibin

Kongra Star a bajarê Kobanê Projeya xwe a Munê ku her sal Organîze dike ku Jin bi hişkkirin û Firotina berheman û konserveyan debara Malbatê Bi rêve dibin, îsal jî Bi Navê ‘Vîna Jin’ da despêkirin.

Projeya Munê her sal bi armanca ku Jin bê kar nemînin, bi hişkirin û pêşkeşkirina sebze, pancar hwd. havîn û zivistanê çêdikin, Jin ji bo hewceyî bazarê nebin û jiyana xwe jiyana xwe bi domînin, berhemên Jinan ê Bazaran Tê Firotin dikirin, Hişk dikin û Difiroşin ku destekê didin hev. Bi vî awayî hawcedariyên xwe pêk tînin.

Îsal jî Jinan ji bo Pêwîstiyên xwe yên fêkî û sebze, Kundir, Becanê reş, salça, reçel, û hwd hişk dikin. Di heman demê de amadekariyên xwe ê zivîstanê jî dikin.

Dayika Fatma Hemo ku di Monê da kar dike ani ziman û got: “weke her sal îsal jî me dest bi karê xwe ê monê ji bo hişk kirina sebze, fêkî da despê kirin ku bi armanca him em debara xwe ê malbatî û weke Jin hawcedariyên xwe pêk bînin vî karî dikin ku em jê pir keyfxweşin. Tevî temenê xwe, ez bi hezkirin dixebitim. Em karê xwe pir hez dikin ku em bi hişkkirina berheman û konserveyan debara Malbatê pêk tînin.

Projeya ‘Vina Jin’ ji bo pêk anîna Hewcariyên xwe û debara Malbatê wê karên Cur be Cur re bidome.

Related Articles

Back to top button