ArşîvLêkolîn

QRALÎÇA MİSRÊ Û KEÇA QRALÊ MÎTANİYA NEFERTÎTÎ KI YE

Her çendî ji me re biyanî jî bê, lê hîn berî 3000 salan, li Misra kevin, jinên wekî Nefertîtî û Kleopatra welat rêvedibirin. Hin jin wisa bihêzbûn ku heta roja meya îro jî tên bibîranîn.  Jina tenê rêveberî nekirin,  di heman demê de fermandarî û şervantî jî kirin. Destana şervantiya jinên amazonan heta roja me ya îro jî di rojevê de ye.

Yek ji van jinên bihêz jî, Nefertîtî’ye. Nefertîtî’ya  keça Qralê Mîtaniya û jina xweşik û bihêz, ya diyarê Misrê.   Hevjîna Fîravun Akhenaton  û xesûya  Tutankhamun e. Piştî mirina wê bihezarê salan jî, qala bedewî û bihêzbûna wê tê kirin.  Nefertîtî, Berî Mîladê, di navbera salên (137-1330)jiyankiriye.    Navê wê ê rast, Tadukhepa ye.  Lê ji ber ewqasî xweşik e, navê Nefertîtî lêtêkirin. Jixwe wateya navê wê jî, xweşik tê, an jî xweşikî  ye. Hemû pirtûkên Misira kevin qala bedewiya wê dikin.

Wê demê Misriyan, ji welatên cuda jin tanîn, Mîtanî jî welatekî dostbû, qîzekî qiral  ya xweşik hebû. Destên wê şifa belav dikir.  Amonhotep bavê Akhenaton fîravunê 3. Nexweşbû.  Qralî keça xwe ya bedew, Tadukhepa rêkir Misrê. Tadukhepayê ji bo firavun ji nexweşiyên wî xilasbike, hîn di 15 saliya xwe de, peykerekî Îştarê yê biçûk girt ba xwe û bere xwe da Misrê.  Wê demê di zimanê Misriyan de, bi wata xweşik tê, an jî xweşikî tê, bandikin û navê wê dibe, Nefertîtî.

Belê xweşika me, bi Akhenaton re dizewice û bandorekî wê ya mezin li ser firavun heye. Heta dibêjin ku piştî Akhenaton Nefertîtî’yê welat bi rêvebiriye. Her çendî di temenekî biçûk de zewicîbin jî, lê biçûk nafikirin.  Bingeha ola yekxwedayî ”Aten” diavêjin.   Di pêvajoya Akhenaton li ser hukum, di çanda Misrê de, şoreşek pêkanîn e. Di ola Misrê de, guhertin û veguhertinên mezin çêdikin.  Ji ber bandora wê, gelê Misrê yê bawariya xwe bi pir xwedayan tîne, bere xwe didin ola yek xwedayî.  Êdî li şûna gelek xwedayan, xwedayê rojê qebûldikin.

Kêmbe jî di saya nûbûnên Akhenaton  çêkirî de, eleqeya ji bo baweriya misrê û stargehan – îbadetgehan kêmdibe û bandora papazan û zilamên olî li ser gel lewazdibe.    Ji ber vê yeke, zilamên olî û papazan dijminahiya Nefertîtî û Akhenaton kirin e.  Wan jî di rêya baweriya nû de, tapinakên berê hemû hilweşandine û peytextekî nû avakirin e.

Ji ber ku Akhenaton  di belavkirina ola nû de hevjîna xwe destek dikir, dijminên wî zêdebûn. Lê her çendî di reforma olî de bi serneketibin jî, lê Nefertîtî û Akhenaton wekî kesên di dinê de, yekem tên qebûlkirin ku bi ola yekxwedayî bawerkirin e. Di vê pêvajoyê de, Misir di milê hunerî de jî pêşket, rahîbên baweriya xwe bi xwedayên din tanîn, digot in “ ev ji rêderketin e, averebûn e, ji bo wê jî dê werine cezakirin.  Rewşa Nefertîtî ketiyê jî digot in, ji ber vê yekê ye.

Rewşa wê jî ew bû ku, xwedê kur nedanê, 6 keç ên bi navê Meritaten, Meketaten, Ankhesenpaaten, Nefernefruaten-tasherit, Neferneferure û Setepenr jêr eçêbûn,. Lê kurekî wê çênebû ku derkeve ser text. Gotin “ev cezayekî xwedaye û gelek kesan jî ji vê bawerkir.

Firavun jina duyem ji xwe re anî û ji wê  kurekî bi navê Tutankhamun hat dine. Ji ber vê yeke Nefertîtî, ne kêfxweşbû. Piştî firavun dimiri jî Nefertîtî welat birêve dibe û li dijî dijiminan li berxwedide, bi dîplomatan re dirûne û civînan bi rêvedibe. ji bo wê jî hin kes nîqaş dikin, ew qralîçe bû, an jî Firavun.

Piştî nexweşiya belavdibe Firavun û 5 keçên Nefertîtî dimirin, keça xwe ya mayî jî dide nevisyê xwe Tutankhamun.

Her çendî, Nefertîtî bi xweşikiya xwe binav û dengbe jî, lê bi rêveberî û kesayeta xwe ya xurt ve jî bi nav û denge.  Li gorî pirtûka Michelle Moran a bi navê NEFERTÎTÎ-QRALÎÇA MISRÊ Û KEÇA BêDAWÎBÛNÊ. “Porê Nefertîtî, reş e. Çavên wê renge girtiye, hurik û bronz e. Wiqas xweşike ku, heta qralîça jî biheyranî lê temaşe dikirin. Perwerdeyekî baş dîtibû. Xwe gelekê pêşxistibû. Keça Qralekî Mîtaniya bû.  Jinekî wisa bû ku, kesên lê dinêrî, hem jê ditirsîn, hem jî dihesidînê.  Kesekî wisa bû ,gelek bandor li mirovan dikir, kesên bandor nekirîn jî bi zeka xwe ve, bihêsanî ew bindixist in. Armanca wê bûna, rêberê mirovan bû, dixwest bêmirin bibe û derbasî dîrokê bibe.  Ew li pey bê dawîbûnê bû, kenekî wê yê bê qisur hebû. Di zanî çawa jinbûna xwe bikar bîne, bidengê hêdî bi zilaman re diaxivî, ji bo wê bibihîsîn zilaman xwe ditewandin.

Dema dikeniya dibeşişî, dema dikeni zilaman xwe wisa hîddikirin ku di ronya kenê wê de tên şuştin. “

JIYANA WÊ YA POLÎTÎK

Dixwest bi xwedayekê re bizewice û bibe xwedavend.  Digot; “gelo ji bo ez gihiştim xweda, wê min ceza bikin?” Di heman demê de bi qasî mirinê bide berçav, wêrekbû.  Zanabû û hêzekî wê ya nayê zevtkirin hebû.  Baweriyekî wê ya kuvî hebû.

Dema em berê xwe didin jiyana Nefertîtî’yê em dibînin ka çawa bi bedewî û reformên xwe, dewletên Ewrûpî bandorkiriye.  Lê belê, ev qralîçeya xwedî hêzekî xwedayî, herçendî jiyana wê bibe, mijara gelek pêşengeh, gotar û çîrokan jî lê belê hîn jî tijî raz e.

Peykerê Nefertîtî

Hestûyên wê yên bêqursur û nêrînên wê yên bi wate, piştî bi hezaran salan jî hakimyeta wê nîşanî me dike.  Peykerê Nefertîtî ê pirhatî kopîkirin, berhemekî Misra kevne.  Peykerê Nefertîtî yê di dinyayê de herî kevin û hem jî ji aliyê estetîkê ve gelekê giring e. Di heman demê de, ev peyker tenê xweşikahiya qralîçê raberî me nake, di heman demê de êş û azara wê jî nîşa me dide.

Nefertîtî; bi qasî xweşikbûna xwe, biaqil, zana, bi xwestek û forsbû.

Peyker ji aliyê hunermendê Misrî Thutmose ve hatiye çêkirin. Rûyê qralîçe, wekî li ber tavê şewitiye, serê wê  tiraşkiriye. Lêvên wê bi rengê sor hatiye boyaxkirin.

Di sala 1912an de, ji aliye arkeologê Alman, Ludvig Brochardt ve Peykerê Nefertîtî li Mirsê li meydana qralan hatiye dîtin.

Arkeologê Alman ji bedewiya peykerê Nefertîtî wisa banddor dibe ku wî wekî tiştekê basît nîşandide û derbasî Almanya dike. Lê di têbiniyên xwe de, dibêje; “Nivîsandin têrê nake, divê were dîtîn.”Arkeologê peykerê Nefertîtî dike koleksiyona xwe ya taybet de, di sala 1920an  diyarî  muzeya Misrê ya berlînê(Dahlem) dike.  Peykerê Nefertîtî, wekî “Mona Lisa” muzeya berlînê tê qebûlkirin. Heta dibêjin Hîtler jî giringiyekî mezin daye vî peykerî.

TIRBA NEFERTÎTÎ

Tirba Nefertîtî, di sala 1913an de ji aliyê, Dr. Joann Fletcher ê ingilîz ê pisporê Misrê ve hate dîtin. Li gorî lêkolînan, milekî mumya Nefertîtî şkestî bû.  Gihiştin wê encamê ku, hîn dema Nefertîtî saxbû, bi tiştekî tûj li milê wê dane û ji ber vê yekê jiyana xwe ji destdaye. Di guhê çepê yê mumya jina sîhsalî de, du kun xuyadikir.  Di wê demê de tenê Nefertîtî guhê xwe bi wî rengî kundikir.  Lê belê piştî mumya hatî veşartin, ji aliye kesên ku tirban dişelînin ve,  tiştên binirx, ên li ser mumya hatibûn birin.  Ev jî tiştên asta mumya û cinsiyeta wê diyardikirin bûn.

Lê belê dizan, tenê tişt nebirîbûn, di heman demê de mumya jî xirakiribûn.  Ev bizanabûn kiribûn, taybet jî deve wê hatibû armanckirin. Heta peruka li serê wê jî hatibû parçekirin. Ev ji bo mumya xirabiya herî mezin bû, mumya hem di nav zindiya de, em jî di nav miriyan de bê nasname hiştibûn. Rêwîtiya rihê wê, ye bê dawîbûnê di nîvî de dimîn e. Li gorî baweriya wan êdî nikare navê xwe bêje, xwedayê wê nasnekin. Rihekî di navbera herdu dünya de mayî, wê tucarî negihê bêdawî bûnê.

Back to top button