ArşîvÇalakîNûçe

Destpêkirina hilbijartinên pêşwext ji bo hilbijartina namzedên şaredariya  li bajarokên Hesekê

Piştî erêkirina peymana civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku tê de hilbijartinên şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar dike, hilbijartinên pêşwext ji bo hilbijartinên hevserokatıya Meclîsa Şaredariya Hesekê dest pê kir.

Li bajarokên bajarê Hesekê, cihê ku hilbijartinan dest pê kir  (Sifeya, Tûweyna, Tıl Beyder û Tıl Mecdel)

Kongra Star ji bo diyarkirina namzedên jin ji bo hilbijartinên şaredariyan gelek sindoqên ku di navbera bajarokên Sifeya, Tûweyna, Tıl Beyder û Tıl Mecdel  de hatin belavkirin danîn, jin ji saetên sibehê ve çûne ser sindoqan da ku dengên xwe yên demokratîk bikar bînin.

Hilbijartinên pêşwext yên bajarokên Hesekê piştî ragihandina encamênyên serketî yên li çar bajarokan, li navenda  Kongra Star a taxa Nasra bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Daxuyanî bi zimanê Erebî ji aliyê Rêvebera Tevgera Civaka Demokratîk a navçeyê Selava Ehmed ve hate xwendin.

Di metna daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Me bi navê Kongra Star qonaxa duyemîn a hilbijartinên şaredariyan li bajarê Hesekê da destpêkirin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Me weke Rêxistina Jinan a Kongra Star li her bajarekî 4 sindoq danîn da ku jin namzetên xwe hilbijêrin û piştî ku sindoq di saet 15.00’an de hatin girtin, deng hatin jimartin û wiha bûn

Namzeda serketî ya bajarokê Sıfeya Rosîm Hesen hejmara dengan /108

Namzedê serketî li bajarokê Feyza El-Hesen, hejmara dengan /104

Namzedê serketî yê bajarokê Tıl Beyder Emel El-Ehmed, hejmara dengan / 121

Namzedê serketî yê bajarokê Tıl Mecdel Felak Ebdulrezaq, hejmara dengan /146

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em van hilbijartinan li hemû jinên ku bı hesreta azadiyê ne, hemû endamên komîteya amadekar û jinên beşdarî van hilbijartinan bûne û keda we ya ji bo serketin û serkeftina van hilbijartinan, pîroz dikin

Back to top button