Gotar û hevpeyvînNûçe

Li dijî êrî,,şan banga berxwedanê: Bi yek dengî em ê têbikoşin

Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava, Nesrîn Doko êrî,,şên herî dawî yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên nirxand û got, “Li beramberî van êrî,,şan em ê asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin.”

Dewleta tirk ku piştî li heremên têk çûna çeteyên DAIŞ’ê êrişî heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û di van êrişan de gelek pêşengên Şoreşa Jin jî hedef girt ji duh ve êrişên xwe yê li dijî heremê zêdetir kir. Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Nesrîn Doko ya êrişên li dijî heremê tê kirin nirxand bal kişand ser polîtîkayên dewleta Tirk û li dijî êrîşan banga têkoşînê kir.

‘Bi salan e êriş ranewestiyane’

Nesrîn Dogo di serî de destnîşan kir ku tirsa dewleta tirk ji paradîgmaya netewa demokratîk heye lewra herdem êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û wiha got: “Ji xwe em dizanin dewleta tirk bi salan e him êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, him jî nerazîbûna xwe ji pergala Rêveberiya Xweser re nîşan dide. Dewleta tirk ji roja ewil heta niha dijberiya xwe li dijî paradîgmaya netewa demokratîk nîşan dide û tirsa wî heye ku ev pergala demokrasî, aşitî, edalet û wekheviya gelan bikeve nav civakê. Ji ber vê tirsê êrîşên dewleta tirk li dijî herêmê me bi salan e ranewestiyaye. Di van êrîşan de gelê herêmê, çalakvanên hiqûqî, medenî û jinan hedef digire.”

‘Gef li dijî heremê tê xwarin’

Nesrîn Doko diyar kir ku dewleta tirk ji duh ve cardin êrîşên dewleta tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijwartir bûye û wiha domand: “Dewleta tirk heta niha êrîşên xwe nedaye sekinandin û ji duh ve cardin êrîşên xwe dijwartir kir. Ji duh we bê navber êrîşî herderê kiriye.” Nesrîn Doko anî ziman ku dewleta Tirk gelek caran gef li heremê xwariye û êrişên mezin pêk aniye axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di 1’ê Cotmehê de du şervanên azadiyê êrîşên Enqereye kiribûn ku Hêzên Parastina Gel eşkere kir ku du fedaiyên wan vê çalekiyê pêk anîne. Lê dewleta tirk wê çalakiyê dixwaze vê çalakiyê bike hincet û êrîşî Bakur û Rojhialtê Sûriyê bike. Ji duh ve rayedarên dewleta tirk daxuyanî didin ku her du şervan ji Rojavayê Kurdistanê derbas bûne, lê duh QSD’ê sererast kir ku ew şervan ji axa me derbasî Enqere nebûne. Dewleta tirk bi hincetên wiha dixwaze ewlehî û istiqrara herêmê xirab bike.”

‘Divê saziyên pêwendîdar bi erka xwe rabin’

Nesrîn Doko ya anî ziman ku divê saziyên pêwendîdar bi erka xwe rabin û li dijî êrişan rawestin wiha pêl da axafrina xwe: “Raya giştî, saziyên navneteweyî, hiqûqî û saziyên mafê mirovan Dewleta tirk û Erdogan bisekînîne û helwesta xwe diyar bikin. Em jî wek Kongra Star helwesta me ew ku em van êrîşan şermezar dikin û van êrîşan li dijî herêmên xwe qebûl nakin.”

Banga têkoşîn û berxwedanê

Nesrîn Doko ya got “Li beramberî van êrîşan em ê asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin” wiha bang li gelên heremê kir: “Em bang li gel, jin, hemû pêkhateyên ku li vir dijîn dikin ku dakevin qadan û li beramber van êrîşan bi yek dengî û helwestî ji dewleta tirk û hevkarên wî re bêjin êdî bese û nêzî herêmên me nebin. Em virin û em van êrîşan qebûl nakin.”

Back to top button