HevpeyvînNûçeSlide

Jinan pêşengî ji Şoreşa 19ê Tîrmehê re kirin

Endama Akademiya Zanistên Civakî ya Abdulah Ocalan Leyla Amûdê diyar kir ku yên pêşengî ji Şoreşa 19ê Tîrmehê re kirin jin û şervanên YPJê bûn û got: “Kesî ji jinan re negot, werin şer bikin. Lê xirûr û xîreta jinan qebûl nekir ku li hember êrişan bêdeng bimînin.”

Endama Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Leyla Amûdê têkildarî pirsgirêkên heyî û 14emîn salvegera Şoreşa 19ê Tîrmehê, nirxandin kirin.

Leyla Amûdê diyar kir ku di roja me ya îro de li herêmê û giştî cîhanê pirsgirêkên civakî û bi taybet pirsgirêka jin bi awayekî zêde xwe didin der û got: “Weke tê zanîn di nav civakê de pirsgirêk pir zêde ne. Mijareke ku pirsgirêk di nav pirsgirêkê de ye. Tu yekê çareser dikî, yeka din derdikeve holê. Rêber Apo di Manîfestoya Aştî û Civaka demokratîk de dibêje, ‘Pirsgirêka jin weke xencera di pişta civakê de ye’ tam îfadeya xwe dibîne. Ji bo em li ser vê pirsgirêkê bifikirin, hûr bibin û çareseriya wê peyda bikin ev xisûs pir girîng e.”

Li hemberî êrişên li ser jinan têkildarî girîngiya YPJê jî Leyla Amûdê ev tişt anî ziman: “Li Rojava di pêşengiya YPJê de hat piştrastkirin ku jin dikare bi her awayî xwe biparêze. Li Sûriyeyê rojane jin tên kuştin, li ser civakê û jinan êriş pêk tên. Hê jî çeteyên DAIŞê û yên cur bi cur hene. Eger YPJ nebe, wê jin çawa karibe xwe biparêze û were parastin. Li ser vî bingehî wê welat û rûmeta mirovatiyê çawa bê parastin? Lewma hewce ye civak xwedî li YPJê derkevin. YPJ hêza parastina wan e. Şervanên YPJê di enî û çeperan de şer kirin. Yên pêşengî ji Şoreşa 19ê Tîrmehê re jî pêşengî kirin jin û şervanên YPJê bûn. Kesî ji wan re negot, Werin şer bikin. Xirûr û xîreta wan qebûl nekir ku li hember êrişan bêdeng bimînin. Gotin, Em hene. Em ê bi rûmeta xwe li ber xwe bidin û şer bikin.”

Endama Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Leyla Amûdê di dewama axaftina xwe de diyar kir ku bi Şoreşa 19ê Tîrmehê re li herêmê û tevahî Rojhilata Navîn ronesansek pêk hat û wiha axivî, “Em dikevin 14emîn salvegera Şoreşa 19ê Tîrmehê. Bi şoreşa 19ê Tîrmehê re hêviyên gelan û bi taybet ên jinan ji bo jiyaneke azad û bi rûmet zêde bûn. Bi hezaran hevrêyên me yên jin û xort ji bo parastina nirxên şoreşê şehîd bûn. Em deyndarên van leheng û qehremanên ji bo avakirin, parastin û pêşxistina Şoreşa 19ê Tîrmehê li ber xwe dane. Em li hember tevahî şehîdên azadiyê, şêrejin û mêrxasên leheng bejna xwe ditewînin.”

Leyla Amûdê destnîşan kir ku divê ti kes erzan nêzî wan nirxên şehîdan bi Şoreşa 19ê Tîrmehê re ava kirine nebin û axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir: “Pêwîst e bi cidiyet, dilsozî wêrekî em ji bo parastina pîroziyên xwe têkoşîna xwe bidomînin. Weke ferd û civak em ti carî nehêlin meseleyên biçûk bandorê li ser şoreşa me û nirxên me bikin. Divê em dersan ji rabihuriyê derxin. Em weke civak dikarin di nav şert û mercên herî zehmet de jî bijîn. Lê tevî her tiştî jî hewce ye em xwedî li şoreşa xwe û nirxên bi xwîna şehîdan ava bûne derkevin.”

Related Articles

Back to top button