civakek bi tendurust aql û hişmendiyek bi tendurust ,dibe ber bi civakeke azad
bi armanca perwerde kirina şagirtan ji bo bibin hêza jiyaneke bi tendirust ev demeke têne perwerde kirin

Li li camiya ferdos ya taxa Qenatsiwês a navçeya Qamişlo dewreyek perwerdê ku ji aliyê komîta tenduristî ya Kongra Star bi navê Sorxwîn Celal ji 5 ê meha 4 an perwerde dest pê kiriye wê ev perwerde heyanî 12 rojan dom bike 70 ê jin û 5 zilam di vê perwerdê de cih digrin .
di perwerdeyê de deh rojan wane li ser lêdana sîrom û derziyan bû û çar rojan jî li ser hirmonatan bûn du rojan jî li ser biyolojî ,bedena jinê, pênc rojan jî li ser siyaseta tenduristî bû.
her wiha Mamosta bi navê Firyal Ibrahim
hinekî li ser perwerdeyê axivî û got: me ev perwerde li ser navê Ş. Sorxwîn celal vekir ya rastî kesê ku tevlî vê perwerdê bûne van kesan kedek mezin dan û pir kêfxweşin ku me ev perwerdeya tendurstî vekir li ser hemû tiştan weke sîrom lêdana derziyan hirmonat û her wekî din.. rasti ji me daye pêşiya xwe ku em sê perwerdeyê din ji vekin û di demê pêşde emê bixin meriyetê de.
Herwiha şagirta bi navê Delîla Hesen jî li wêderê axivî ev got : despêkê sipasiya hemû mamostê xwe dikim ku bi mere gelekî ked dan bi rastî jî em fêrî gelek tiştan bûne û ev perwerde jî ji mere geleki bi feydeye ku em bawernameyên xwe bistînin em bibin hêza çareseriyê ji nexweşî û tendurustiyê re di pêşerojê de.
Di hean demê de şagirta bi navê Malva osê. hinekî qala perwerdê kir got. ev perwerdeya ku li vê taxê vebû gelekî jî em kêfxweş bûn em fêrî hemî cureyên derziyan cureyên dermanan bûne bi vî tiştî rastî jî em gelekî bi pêş ketin ,em bi hêvîne ku ev perwerde bidomin.





