
Kongra Star û Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn-Şehbayê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de dest bi çalakiya konvedanê kir. Di çalakiyê de di nava 3 rojan de dê semîner li ser werin dayîn.
Kon li Parka 4’ê Nîsanê ya li bajarokê Ehdasê hatiye vedan.
Di roja yekemîn a çalakiyê de ku şêniyên Şêrawa, Ehrezê, endamên TEV-DEM’ê, saziyên civaka sivîl beşdar bûn, Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan semînerek li ser wateya şehadetê da.
Semîner ji aliyê hevseroka Melcisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn-Şehba Xedîce Îbo û endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn-Şehbayê Emel Qehreman ve hate dayîn.
Di semînerê de ku bi boneya Roja Şehîdan (18’ê Gulanê) de hatiye dayîn, şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn. Hate gotin: “18’ê Gulanê (Roja Şehîdan) ji bo gelê Kurd qonaxeke dîrokî û çarenûsî bû ku dê siberoja wê diyar bike. Ev roj ne ji rêzê ye, lê dîroka israra di şoreşgerî, serkeftin û têkbirina dijmin de nîşan dide.”
Beşdaran diyar kir ku heya azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger nebe dê dest ji têkoşînê bernedin.




