
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku:
Li gorî rewşa herêmê û bûyerên bi lez diqewmin li herêmên ku ji aliyê Tirkiye û alîgirên wê ve hatine dagirkirin, polîtîkaya dûrxistinê ya ku hebûna gelê Kurd li herêmên ji aliyê xwe ve hatiye dagirkirin, dike hedef û bi vî rengî binpêkirinên herî hovane pêk tîne li ser xweza , însan . Zindî û keviran , ji dema dagîrkirina bajarê Efrînê di 18/3/2018 de Tirkiyê gelek tawanên şer pêk anîne û destdirêjiya li ser herêmê ji bo koçberkirina xelkê xwecihî dan meşandin da ku proseya guhertina demografîk li herêmê pêk bîne. Herêmê ji pêkhateya Kurd vala bike û her kesê ku li dijî siyasetên wê yên şovenîst, nîjadperest ji holê rabike . Her wiha siyaseta demokrasî û dadperweriyê ya beriya dagirkirina herêmê ji aliyê niştecihên wê ve dihat birêvebirin, bi taybetî jinên ku hemû mafên xwe distendin hedef digire , lê bi destpêkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê re rewş bi tevahî guherî û bi hezaran binpêkirinên li dijî jinan pêk hatin, di nav de tundî, destdirêjiya fizîkî û derûnî, dizî, girtinên keyfî, destavêtin û heta kuştinê, û dawî lê nehat. Binpêkirinên wê heta îro jî berdewam dikin
Di berdewamiya daxuyaniyê de îşaret bi binpêkirina mafê jiyanê di kesayeta jina Aferînî Zuluxa Îsa Sîdo ya ji gundê Meydankî de, ku di encama qezayeke plankirî de ji aliyê wesayiteke leşkerî ve birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. Dagirkeriya Tirk ev sûcê bêexlaq jî di bin zextên rasterast ên saziyên ewlehiyê yên girêdayî wê de vedişêre kir .
Kongra Star diyar kir ku Piştî 6 salan ji dagirkeriya dewleta Tirk, dibînin ku Tirkiye bi awayên curbecur hewl dide tirs û xofekê di nava gelê xwecihî de biafirîne da ku wan ji holê rake û neçar bike ku serî bitewînin ji polîtîkayên turkiyê yên keyfî an jî ji herêmê derkevin.
Di daxuyaniy, de bal kişand ser hovîtî û kiryarên dewleta Tirk ku Efrîna bi ewle veguherandiye daristaneke hov ku tê de rojane li dijî mirovên bêguneh sûc tê kirin û ji tirsa hesabpirsînê bêdeng dimînin . Li Efrînê qurbaniya yekem jin e ku bi awayekî sîstematîk tê tasfiyekirin, weke ku Tirkiye tola xwe ji rêveberiya xweser hiltîne û îro bûye wêrangeh û berdewamiya van tawanan berdewamiya Rewşa kaosa li tevahî herêmên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin, ji bo pêkanîna polîtîkayên nijadperestî yên li dijî gelê Efrînê kêliyekê jî nesekine .
Kongra Star bang li hemû jinên ku rastî neheqî û bêedaletiyê tên kir, ku di serî de jinên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de dijîn û newêrin gotinekê jî bînin ziman, em bang li hemû kesayet û rêxistinên jinan dikin ku ji bo ku dawî li van sûcên ku li herêmên dagirkirî li dijî jinan tên kirin, bigihêjin hev û ji bo eşkerekirina bi hezaran sûcên ku ji aliyê rayedarên Tirk ve hatine veşartin, ji çapemeniya azad re destwerdana li van herêman diqewmin dixwazin Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe bidin û wê ji herêmê derxînin. Ji ber ku siyaseta Tirkiyeyê li ser esasê komkujî û qirkirina çandî ya gelên xwedî mîraseke dewlemend e ji bo tasfiyekirina projeya demokratîk, gelek planan dimeşîne ku armanca wan tunekirina gelê Kurd e, piştî ku careke din ji xetera tunekirin û asîmîlasyonê xelas bû , piştî ku fikira Rêber Apo ya ku Kurd ji nû ve zindî kir û heya ku rastiya xwe nas kir carekî din tirkiyê dixwaze Wêran bike .
Di dawiya daxuyaniyê kongra star tekez kir ku Tirkiye welatekî cîran e, lê desthildar û dagirker e bi êrîşkarî û binpêkirinên xwe hemû pîvanên exlaqî berovajî dike û li dijî hemû peyman û peymanên navneteweyî yên ku mafên mirovan diparêze dixebite û dibe sedema sûcên li dijî mirovahiyê.



