
Merasîm bi amadebûna koordînasyonên Kongra Star û Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Hesekê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê pakê şehîdan dest pê kir.
piştre jî rêvebera Komîteya Perwerdeyê ya li Til Bere Zehra Mutlaq di derbarê vê perwerdê de axivî.bi giştî behsa qurs û dersên hatin dayîn kir û armanca vê kursê gihandina fikra jina azade.
Piştre rêveberê komîteya perwerdeyê ya kantona Hesekê Ceng Şêxo pîrozbahî li hemû kesî kir û diyar kir ku di van şert û mercên dijwar de jin bi şêwazên cuda hewl didin ramanên xwe xurt bikin û xwe perwerde bikin.
Li gel vê. Rêvebera Kongra Star a kantona Hesekê Xalîde Botî axivî. û bixêrhatina her kesî kir û ev dewre li hemû jinan û Rêberê Enternasyonal Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.
Xalîde di axaftina xwe de behsa kursê kir û armanca wê dayîna dersên Fikrî û bîrdozî ye
Xalîde di dawiya axaftina xwe de hêviya serkeftinê û sûdwergirtina ji vê kursê xwest.
Her wiha perwerde bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.




