Kongra Star: Hedefkirina pêşengên Jin nîşaneya tekçûna Dewleta Tirk a pêşberî vîna azade
Kongra Star bi boneya salvegera 5’mîn a şehadeta Hevrîn Xelef û Dayika Eqîde bi daxuyanîyeke bi bîr xist û dîyarkir ku Hevrîn Xelef û Dayika Eqîde li hemberî daqirkerîyê û niheqîyê stûna şoreşê temsîl dikin.

Piştî destpêkirina êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk û çeteyên wê li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî 9 Cotmeh 2019, çeteyan di 12′yê Cotmehê de sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef li ser rêya M4 şehîd xistin û bi cenazeyê wê lîstin.
Her wiha Dayika Eqîde jî li her du navendên (Serêkaniyê û Girê Spî) li dijî çeteyên ku li dijî gel sûcên mezin dikin, refên berxwedanê bi rêxistin kir û di 13’ê Cotmehê de encama bombebarana dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî karwanê sivîlan li Serêkaniyê bi dehan rêhevalê xwe re şehîd bû.
Daxuyanî wiha ye:
Kongra Star Ş. Hevrîn Xelef û Dayika Eqîde bi bîr anî got ku ew bûn sembola berxwedan, tekoşînê û wiha pêde çû: “pêncemîn salvegera şehadeta rêheval Hevrîn Xelef û Dayîka Eqîde de, em îro bi serbilindî, hurmet bi minetdarî fedakariya wan, sembola wan a di têkoşîna azadî û rûmetê de bi bîr tînin. Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Rêheval Hevrîn Xelef û Rêvebiriya mala jin û meclisa edaleta jin Dayika Eqîde ku di parastina mafên jinan de ruhê xwe dane, ji jinên azad û şoreşger re bûn mînak. Di vê rojê de em hemû şehîdên jin ên di rêya azadî û aştiyê de canê xwe feda kirine silav dikin û bi rêzdarî bi bîr tînin.
Kongra Star balkişand li ser êrîşên devleta Tirk û eteyên wê li ser jinan û wiha lê zêde kir: “Şehadeta rêheval Hevrîn Xelef di 12’ê Cotmeha 2019’an de li ser destê çeteyên Ehrar El-Şerqiye bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker, hewldaneke bêhêvî bû ji bo qutkirina dengê jinên azad ên ku serî li dagirkeriyê ne tewand û bi lehengî li ber xwe dan.
‘Sembola Berxwedanî û Tekoşînê’
li hemberî hewldanên tinekirina nasname û têkoşîna wan, Hevrîn Xelef sembola berxwedanî û têkoşînê bû, ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, piralî û ji hemû şêweyên desthilatdariyê bêpar têdikoşiya, bi taybet jî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker ku nasnameya jina azad li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef”
Kongra Star destnîşankir ku hedef girtina dewleta Tirk sivîlên herêmê têk çûna wî a li hemberî vîna azad nîşan dide û wiha domand: “Sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî Ş. Hevrîn Xelef û li dijî jin, zarok û sivîlên herêmê, tirseke kûr a ji hêza jinên ku pêşengiya şoreşa civakî û siyasî li herêma me kirine nîşan dide. Hedefkirina pêşengên jin nîşaneyeke têkçûna dagirkeriya Tirk a li pêşberî vîna azad a jinan e ku li hemberî neheqî û mêtingeriyê stûna şoreşê temsîl dike.”
‘Emê bi hêz û biryardarîya xwe dawî li daqirkerîyê bînin’
Meclîsa Kongra Star Li dijî her cure êrîş û sucên devleta Tirk soza bilindkirina tekoşînê da û got: “Di vê salvegera bi êş de, em wek meclîsa Kongra Star soza xwe nû dikin ku heta dawî li dagirkeriya dewleta Tirk a ku her roj sûcên xwe yên derveyî mirovahîyê li herêmên dagirkirî li dijî jin, zarok û sivîlan pêk tîne, emê bi hemû hêz û biryardarî xwe têkoşînê bidomînin.”
Her wiha Kongra Star bedengîya navnetewî a li hemberî sucên Dewleta Tirk şermizarkir û bang hemû parazvanên mafên mirovan kir ku xwedî erka xwe rabin û wiha got: “Em bang li civaka navneteweyî û dadgehên navneteweyî dikin ku bi berpirsyariyên xwe rabin û berpirsyarên van sûcan bipirsin ku ev sûcên şer ê qirkirinê li ser jinan pêk tînin. em bêdengiya navneteweyî ya hevkarê Tirkiye û çeteyên wê şermezar dikin û beşdariya nerasterast di berdewamiya van sûcên li dijî mirovahiyê de dibînin. Em bang li welatên garantor ên herêmê dikin ku erka xwe ya parastina mafên mirovan û dabînkirina ewlehî û aştiyê li Sûriyê bi cih bînin.”
Kongra Star dîyarkir ku wê bi rihê şehîdên azadîyê ve tekoşîna xwe bilind bikin, mîrateyê wan xwedî derkevîn û wiha lê zêde kir: “Em destnîşan dikin ku em bi ruhê şehîd Hevrîn Xelef, dayîka Eqîde û hemû şehîdên jin ên di rêya azadiyê de canê xwe feda kirine, têkoşîna xwe bidomînin.
Felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” wê bû ronahiyek ku rêya me ronî dike û heta em hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin, serweriya dagirkeriya Tirk bi dawî bikin û Sûriyeyê li ser ava bikin em ê têkoşîna xwe bilind bikin.”
Kongra Star teqezkir ku wê gîyanê Rêhevalên xwe en şehîd bi serkeftinê tacîdar bikin û wiha bi dawî kir: “Bingehên edalet, wekhevî û demokrasiyê, Em ê serî netewînin, paşve nekişin û heta serkeftinê em ê dilsozê giyanê şehîdan bin, ala azadiyê hilgirin.”



