ÇalakîNûçeSlide

Li Kantona Qamişlo Komploya navneteweyî bi meşeke girseyî hat şermizarkirin

Li Kantona Qamişlo  salvegera 26’ mîn  Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi meşeke navendî hat şermizar kirin.

Di salvegera 26’ mîn Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de, li Kantona Qamişlo bi beşdarbuyîna xelkê bajarên Dêrik, Til Koçer, Çilaxa, Girkê Legê, Tirbespiyê, Til Hemîs û Amûdê, kantona Cizîrê, xwendekar, Mamoste, bi hezaran Kurd, Ereb, Suryan, nûnerên partiyan û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, tevlî meşê bûn.
Meş bi hildana wêneyên Rêber APO bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî”, “Bi ruhê berxwedana zindanan em ê Rêber Abdullah Ocalan azad bikin”, “Azadiya Serok Apo azadiya gel e”, “Em komploya navneteweyî şermezar dikin û banga ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dikin” meş ji ber çerxereya Osman Sebrî despêkir heya çerxereya Şehîd Rûbar a ber  navenda Çand û Hunerê a Mihemed Şexo meşîyan. Meş li vir vegerîya mitîngê
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi komploya navnetewî we 9’ê Cotmeha 1998’an neçar ma ji Sûriyeyê derkeve û 4 meh şûnde jî teslîmê Tirkiyeyê hat kirin. Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye. Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di sala 26’an de ye. ev 43 meh in jî ti agahî jê nayê girtin.
Hejayê gotinêye ku durişmeya “Hûn nikarin rojame tarî bikin”  li dijî komplogeran 9’ê Cotmeha 1998’an bi derketina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji Sûrî, bi sedan Kurd bedena xwe dan ber agir ve dest pê kir û di pêvajoya esareta wî ya li Kenyayê de berbelav bû. Ev çalakî piştre berfireh bû, hema hema li her devera Kurd lê dijîn, xwe da pêş. Xeleka parastinê ya ku bi hezaran Kurd cane xwe dan ber bi agir, li dora Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatibû avakirin, li cîhanê bi taybetî jî Kurdistanê xeteke nû ya tekoşînê afirandin. Ev xeta têkoşînê heya roja me ya îro li çiyayên Kurdistanê li dijî siyasetên qirkirin, komplo û kedxwariyê dewam dike.

Piştî deqeyekê rêzgirtinê endamê çand û Hûnerê Keder Hisên bi xër hatina beşdarvanan kir
Dura endamê Desteya rêveber a PYD Aldar Xelîl axivî Aldar Xelîl  komploya navnetewî 9’ Cotmeha 1998’an a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermizar kir û berxwedanîya Îmralîyê û gelê Kurd li dijî Komployê slav kir.
Her wiha Aldar Xelîl Şehîdên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” bi rêzdarî bi bîr anî  û dîyarkir ku Ev xeta têkoşînê, heya roja me ya îro li çiyayên Kurdistanê li dijî siyasetên qirkirin, komplo û kedxwariyê  didome.
Aldar Xelîl dîyarkir ku pirsgirêka ku li Rojhilata Navîn tê Jiyîn tenê bi paradîgmaya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dikare were çareserkirin û wiha pêde çu: “pirsgirêkên ku li Rojhilata navîn de têne jiyan kirin, pirsgirêka netew dewlet, şerê Îsraîl û Filistîne, tenê Rêber Apo dikare çereser bike.

Aldar Xelîl balkişande ser keda Rêber Apo ku 20 salan li Rojavayê Kurdistan, Bakur û Rojhilatê Sûrî dayî û dîyarkir ku bi keda Rêbertî îro Rojava, Bakur û Rojhilatê Surî buye numuneya Şoreşê.
Aldar Xelîl balkişand ser hemleya  Navneteweyî a Ku bi 74 welatan hatibû despêkirin û wiha lê zêde kir: “Hemleya ku ev 2 salin bi durişmeya  “ji Rêber Apo re azadî,ji pirsgirîka Kurd re çareserî siyasî” hatiye despêkirin, ne tenê Kurd dostên Kurdan jî bi awayekî girseyî pêşengtiya vê kampanyayê kirin ji bo pirsgirêkên siyasî, civakî, rexistinî hemû gelan destekek xurt dane vê kampanyayê”

Aldar Xelîl di dawîya axaftina xwe de teqez kir ku wê bi paradîgmaya  Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi serbixin, û bikin malê hemû cîhanê û got: “em bi biryarin ku emê bi serkevin paradigmaya ku Rêber APO ji bo hemû gelên bindest afirandiye, hemû gelên Kurd, Tirk, Ereb, Ecem, Fars bi hemû netewan ve emê azadîya Fîzîkî  a Rêber Apo misoger bikin û sunda serkeftinê didin.”

Her wiha Endama Kordînasyona Kongra Star Şîraz Hemû jî axivî
Şîraz Hemo di destpêka axaftina xwe de berxwedana dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanên azadiyê silav kir û wiha lê zêde kir: “Her qîrînek û her bostek vê axê berxwedana zarokên vî welatî ya dîrokî dibêje. Îro salvegera komplo ye, di vê rojê de hêzên hegemon biryara çêkirina sîstema Rojhilata Navîn a nû dan. Bi hêncetên cuda dest bi girtin û çewisandina zanistê kirin, zansita ku wê Rojhilata Navîn pêş bixe û azad bike ji koletiyê.”
Şîraz Hemo axaftina xwe wiha domand: “Di nehemîn roja meha Cotmehê sala 1998’an de komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji aliyê desthilatdariya serdest ve ji bo li herêmê bi hinceta bi hêzkirina jinan hatiye avêtin. Ji bo xurtkirina azadî û demokrasiyê, ew behsa kîjan demokrasiyê dikin?
Demokrasiya ku edalet, wekhevî û azadiyê ji holê rakir, bi tenê ji ber ku jin an mêr gotina heqîqet an azadî û demokrasiyê anî, bû sedema girtinan û li vir bi her şêwaz û her rengî em dibin şahidê polîtîkaya tinekirinê ya li dijî jinê. tundiyê, ji bo dîtina jin her tim di nava koletiyê de dijîn.”
Şîraz Hemo teqez kir ku îradeya civakî a ku li ser fikir û felseya Rêber Ocalan xwe rêxistin dike wê rê nede dijminên azadîyê û wiha got: “Ti rê li ber wê hêza ku komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk aniye û difikire ku di serî de îradeya civakan û îradeya jinan ji holê rake, nahêle, rê nade ku ew dijmin bigihêje armanca xwe ji ber ku îradeya civakê xwe li ser fikir û felsefeya Rêbertî ava kiriye.”
Şîraz Hemo kiryarên AKP-MHP’ê şermezar kir, bang li rêxistinên mirovî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û wiha bi dawî kir: “Me bi bertek, berxwedan û têkoşîna xwe ve komplo têk bir. Ev proje pêwîst e li tevahî Rojhilata Navîn were pêkanîn. Em di hizûra we de komployê şermezar dikin, em AKP û MHP’ê şermezar dikin û bang li rêxistinên mirovî dikin ku helwestên xwe ji bo bidawîkirina tecrîdê nîşan bidin.”

Meş bi dirûşma “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Azadî Ji Bo Rêberê Netewî”  bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button