KomxebatNûçeSlide

‘Bi Rihê Jina Azad Emê Tecrîdê Têk Bibin Azadîya Rêber APO Misoger Bikin’

Bi pêşengiya Kongra Star komxebata di bin diruşmeya Bi Rihê Jina Azad Emê Tecrîdê Têk Bibin Azadiya Rêber APO Misoger Bikin li bajarê Qamişlo hat li darxiatin .

Komxebat di bin diruşmeya “Bi Rihê Jina Azad emê tecrîdê têk bibin, Azadîya Rêber APO misoger bikin” îro di serê sibê de li Navenda Lîkolîn û Şêwrên Dîplomasî a TEV-DEMê a Bajarê Qamişlo bi pêşengiya Kongra Star bi beşdarbûna girseyek ji jinên pêşeng di kar û xebata  sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser,û rêxistinên jin ,Kongra Star,Malbatên şehîdan ,Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê,Meclisa giştî,Desteya perwerdê ,Yekîtiya mala êzîdiyan,Desteya jin ,Insiyatîfa Rêber APO a Sûrî,şaredarî,saziya ziman.

Komxebat ji alîyê endama Rêveberiya Kongra Star a Kantona Qamişlo Îptîsam Elhuseyîn ve bi deqeyekî rêz girtinê despêkir.

Komxebata li ser du sernava ku di derbarê doza huquqî  û tendurustiya Rêber Apo de bû, mijara di derbarê rewşa huquqî ya Rêber Ocalan de ji aliyê endama insiyatîfa parastina azadiya Rêber Apo  Aynûr paşa û mijara duyem jî girêdayî şert û mercên li Imralityê herwiha rewşa tenduruştî ya Rêber Ocalan ji aliyê bijîşka beşê giştî Jiyan Ibrahîm ve hat şîrovekirin .

Mijara huquqî ji aliyê endama Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Aynûr Paşa li ser rewşa hiqûqî ya Rêber Abdullah Ocalan axivî.

Aynûr Paşa bal kişand ser ragihandina cîhanê ya mafên mirovan di daxwaza gelan a çarenûsa xwe de. Di naverola madeya yekemîn de ev tê gotin: Mafên hemû gelan ên çarenûsa xwe heye û nabe tu gel ji ber çi sedeman ji mafê jiyanê bê mehrûmkirin.

Her wiha Aynûr diyar kir ku mafê ku Rêber Abdullah Ocalan PKKʹê bang wî dikin, li gorî peymanên navneteweyî mafekî rewa ye.

Aynûr Paşa destnîşan kir ku heta revandina Rêber Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de binpêkirina peymanên navneteweyî binpê, nexasim protokola 4ʹan a peymana mafên mirovan a Ewropayê û peymana navneteweyî ya mafên sivîl û siyasî yên mirovan.

Aynûr Paşa aşkera kir ku li gorî madeya 14ʹan a ragihandina cîhanê ya mafên mirovan, mirov dikare ji ber zulmê xwe bispêre welatekî din û jê re bibe xelasî û wî biparêze û got: “Ewropa ku qaşo banga demokrasiyê û pabendiya bi mafên mirovan dike, ev qanûn bin pê kirin û nehişt Rêbertî daxwaza penabertiyê li tu dewleteke wê wergire.”

Aynûr destnîşan kir ku hemû kiryarên ku dewleta Tirk a dagirker li Îmraliyê pêk tîne binpêkirina mafên girtiyan, qanûn û peymanên navneteweyî yên mafên mirovan e, bi taybetî madeya 5’an a daxuyaniya cîhanî ya mafên mirovan.

Aynûr da zanîn ku li gorî wê madeyê qutkirina têkiliyên girtiyan ji cîhana derve û astengkirina hevdîtina wan bi malbatên wan re qedexekirî ye. Her wiha li gorî rêgeza 44’an a heman daxuyaniyê mayîna girtiyekî di girtîgeyê de ji zêdetirî 22 saetan bê ku bi kesekî re danûstandinê bike wekî girtina bi tenê tê dîtin. Mayîna zêdetirî 15 rojan jî wekî girtina bi tenê ya demdirêj tê dîtin. Her wiha li gorî rêgeza 59’an pêwist e girtî li girtîgeyên herî nêzîk ji malên wan bin.

Aynûr diyar kir ku bi hevrûkirina kiryarên di girtîgeha Îmraliyê de ji hêla rêveberiya girtîgehê, serdozgeriya giştî û dadgehê tên kirin û qanûnên navborî de binpêkirina aşkera ya mafên girtiyan e.

Aynûr da zanîn ku li gorî qanûnên li jor hatine bibîrxistin kiryarên li ser Rêber Abdullah Ocalan û hevrêyên wî di girtîgehê de tên kirin, tu qanûnan de bingeha wê tune ne, heta di hundirê Tirkiyeyê de jî tune ye.

Piştî xwendina mijara yekem ji komxebatê deriyê nîqaşan ji beşdarvanan re hat vekirin .

Ji beşdervana Endama saziya Malbetê Şehîdan Cewahir Osman jî balkişand ser erîşên pergala desthilatdar  li ser Rêber Abdullah Ocalan û diyarkir ku kilîta çareseriyan Rêber APO ye û wiha pêde çû: “li ser Pergala desthilatdar herdem rê li beranberî  firikr û feraseta demokrasiyê digre lewra herdem li dij fikir û felsefeya Rêber APO sekinîn û xwestin bibin asteng û her ku çû êrîş li ser tevgera azadiyê zêdetir kirin û tecrîd li ser Rêber ocalan girantir kirin ,weke ku tê zanînin rojhilata navîn bi aloziyan rû bi rû ye em dikarin bêjin ku ji wan jî kirîza aborî siyasî û leşkerî kilîta çareseriya vê aloziyê ewjî Rêber APO ye.”

Cewahir wiha domandin: “gelo ev hişmendiya desthilatdaran îro mirovahiyê ber bi kuve dibe ,ji bo wêjî em weke tevgerên jin her di nava wê hewldanê de ne ku em fikir û ramana Rêber APO a ji bo azadiya jin ku bi vê ferasetê emê pêşengiyê ji civakê re bikin  û bi vî rengî karibin civakê ber bi demokrasyê ve bibin.

Herwiha di dawîya axaftina xwe de îşaret bi rewşa Ocalan a hiqûqî kir û got ev rewşa ku Rêber Ocalan têde jiyan dike bi temamî ji maf û hiqûqa mirovahiyê bêxpare û ev jî dibe sedema ku her biçe kirîz girantir bibe.

Her wiha ji beşdarvanan Ayhan Mûrad jî balkişande ser bê huquqîya li Imralîyê û bê dengîya dewletên navneteweyî û got: “Dewletên desthilatdar gelo em çi jê fêm dikin encama wê eve dîlgirtina Rêber Apo ye û ev jî bi salane ,ne tenê li welatekî lê belê bi giştî li Rojhilata Navîn û li ser tevahiya mirovahiyê bi kirîzeke giran re rû bi rû ye lewra her ku diçe Rêber APO ev 25 salin bi tecrîd, bê mafî û bê hiquqiyê re rû bi rû ye ya girîng ewe em balê bikşînin ser  ku ev çend salin em têkoşîn dikin, hîn jî me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dest nexistie ev erka me hemû ya ne, bi taybet jî erka me jinan e ku em bi têkoşîneke bi hêz, bikaribin hêza desthilatdar û faşîst bixin nava zextê û bikaribin azadiya fîzîkî a  Rêber Apo bi destbixin.”

Yek ji beşdarvanan Endama Rêveberiya Insiyatîfa Azadiya Fîzîkî a Rêber APO li Bakur û Rojhilarê Surî Necah Gulo îşaret bi 28 serhildanên beriya tevgera PKK a ku bi pêşengtiya Rêber APO ve hatiyi destpê kirin kir û wiha pêde çû: “ku ew serhildan jî herdem bi çewisandinê re rû bi rû man û êdî herkes bê bawer bû ku wê ji nûve gelê kurd şîn bibe û ji ber ku bi derbeya 12ê îlonê xwestin koka  gelê kurd ziwa bikin û ew betonê binerd kirin, lê di piştî wan serhildanan re tevgera azadiya kurdistanê bi pêşengiya Rêber APO destpêkir, ew bi du gotina  destpêkir û got ‘Kurdistan Bindest e’ û yek ji lingê  sereke ê ku vê şoreşê ber bi serkeftinê ve bibe ew jî bîrdoziya azadiya jin e’ herwiha em wekî jin divê rexnedayîna xwe bidin li beranber komploya ku li ser Rêbertî hat pêkanîn ji ber ku ev rewşa ku Rêber Apo têde ev çend sal di girtîgehê de yek ji vê sedemê jî ewe hevaltiya me ya kêm û dostanîya sexte ya bi Rêber APO re ye .

Di piştrejî  gelek nêrîn di vê derbarê de hatin û tevahî nêrîn bal kişandin ser ast û rewşa hiquqî û bê pariya Rêber APO a ji mafên Mirovî.

Di ser navê duymîn ya komxebatê bijîşka beşê giştî Jiyan Îbrahîm di  mijara beşa tendirustî a Rêber APO wiha şîrove kir:

Li gorî Peymana Uttara, tenduristî wekî mafek bingehîn a her mirovî, bêyî cûdahiya nijad, ol, baweriya siyasî, rewşa aborî an civakî, li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di sala 1948-an de wekî rewşek tê pênase kirin Tenduristiya tam a derûnî, laşî û civakî û ne tenê nebûna nexweşî û kêmendamiyê, bingeha berdewamiya jiyanê ye û tevî girîngiya wê ya mezin jî, ji bilî balkişandina li ser Rêber Abdullah Ocalan, ti girîngiyek jê derneket. Di rêjeyek sînorkirî ma, herî zêde bal kişiya ser aliyê  hiqûqî û siyasî .

Ji hêla analîzek laboratîf a Frensî ve li ser porê Rêbertî bêyî agahdariya rêveberiya laboratîfê di dema analîza wê de hate îsbat kirin ku hate dîtin ku ew bi rêkûpêk, bi dozên piçûk di xwarin û avê de jehrî bûye.

Pirsgirêkên tenduristiyê yên girêdayî Rêber Abdullah Ocalan:

Ji bo xatirê tendurustiyê, divê hucreya yekkesî  bê guhertin,weke ku Rêber Ocalan dibêje ” ji sala 2000 û pê ve, giliyên ku bi pergala respirasyonê ve girêdayî ne, di nav wan de rînît(iltihaba) kronîk, bi gumana alerjîk, û sînozîta kronîk Her weha di çar perçên serîde werimandin hatine ragihandin ku ji sala 2002-an û pê ve gilî ji xura giran li seranserê laş dike.”

Rêbertî di der barê girtîgeha Girava Îmraliyê de di warê tenduristiyê de dibêje (Şert û mercên Îmraliyê ji aliyê fizîkî, jîngeh û avhewayê ve ji bo tenduristiyê xerab e, ne niha, lê dibe ku di demeke nêz de xeternak bibe desteke pizîşkî ya berfireh tê û cure muayeneyê dikin. û binerin ez çawa 24 saetan li vir dijîm, divê ew 24 saetan li ba min bin, û ew analîzek berfireh dikin û ez dikarim tê de bimînim van şert û mercan heta kengê laşê min dikare li ber van şert û mercan bisekine?

Û di piştî ku xwendina mijarê bi dawî bû careke din deriyê nîqaşan li ber beşdarvanan hat vekirin û  bi giştî nêrînan bal kişandin ser şert û mercên Girava Imraliyê ku êdî ji vê kêliyê û pêde gelo wê çiqas hêza bedenî a Rêber Ocalan li wir karibe li berxwe bide ji bo wê pêdiviya bi xebat û hewldanên cu bi cur ji bo azadiya fîzîkî a Rêbertî heye ev rewş me dixe nava gumanên kur û divê em her xwedî helwestbin heya gengazkirina azadiya Rêber Abdullah Ocalan .

Di komxebatên de gelek biryar hatin girtin û ji aliyê Berdevka Kongreya Star a Kantona Qamişlo Ibtîsam Hesen ve hatin xwendin.

* Ji bo nasandin û belavkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan û xurtkirina komên dewreyên xwendinê yên Patêznameya Rêbertî.

* Bi rêya Komîteya Kongra Star  ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan asta têkoşînê bilind bikin û heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi hemû şêweyan çalakî bên lidarxistin.

* Bi saziyên mafên mirovan û rêxistinên demokratîk re ji bo derbirîn û eşkerekirina binpêkirinên dijmirovî yên dewleta Tirk li ser Rêber Abdullah Ocalan tên meşandin, danûstandinan bikin.

* Ji ber mijara bingehîn a ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya civakê û wekheviya jin û mêr aniye ziman, bi hemû jinan re danûstandin û belavkirina fikra jina azad.

 

Related Articles

Back to top button