CivînNûçeSlide

Li navçeya Şedadê şehîd Bêrîtan Gulnaz Karataş bi civîneke girseyî hate bi bîranîn

25`ê Cotmehê salvegera 32`yan a şehadeta fermandara Hêzên Parastina Gel (HPG) şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) e ku sala 1992`yan ji bo ku nekeve destê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) xwe ji zinarekî de avêt. Wê demê PDK`ê bi dewleta Tirk re êriş gerîla dikir û hevkariya wan heta îro berdewam e.

Ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan, li bajarên kantona Cizîrê gelek çalakî hatin lidarxistin.

Meclisa Jinan û Kongra Star a bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê şehîd Bêrîtan di civînekê de bi bîr anîn. Civîn li hola meclisê ya bajêr hate lidarxistin. Bi dehan jin û mêr tev lê bûn.

Endama rêveber a rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Şedadê Delal Zekeriye behsa jiyana şehîd Bêrîtan kir û destnîşan kir ku şehîd Bêrîtan, tev li tevgera rizgariya Kurdistanê bû û dilê wê bi navê Kurdistanê lê da û di demeke kurt de bû fermandar.

Delal destnîşan kir ku şehîd Bêrîtan di şerê azadiyê de kedeke mezin daye û bi çalakiya xwe bû sembola azadiyê, berxwedana jinan û sekna li hember xiyanetê.

Rêvebera Kongra Star Melek Mihemed wiha behsa şehîd Bêrîtan kir: “Şehîd Bêrîtan fêm kir ku şoreş, kesyeteke xurt dixwaze. Jin bi têkoşîn û berxwedana xwe xwişktir dibe. Bi têkoşîna xwe rengek din li strana azadiyê bar kir.”

 Melek behsa xiyanet û hevkariya PDK`ê bi dagirkeriya Tirk re kir û got: “25`ê Cotmeha 1992`yan pêşmergeyên PDK`ê şehîd Bêrîtan û hevalên wê li çiyayên Xakurkê yên Başûrê Kurdistanê dorpêç kir. Lê li hember xiyanetê sekinî. Ew lehengiya wê, israra wê ya li ser berxwedanê nîşan da.”

Melek ev li gotinên xwe zêde kir: “Vîna şehîd Bêrîtan li çiyayan xuya bû ku li hemberî teslîmkariyê sekinî û heta şehdatê têkoşîna xwe bi rûmet berdewam kir.”

Melek balkişand ser bandora şehîd Bêrîtan li ser kurdistaniyan û diyar kir ku şehîd Bêrîtan bû sembola jina kurd a berxwedêr û ya ku teslîmkariyê qebûl nake.

Related Articles

Back to top button