
Daxuyanî li Qada Jina Azad bi beşdarbûna bi dehan Jinan ve bi berzkirina “Şehîd Namirin” û “Berxwedan Jiyane” hat dayin.
Daxuyaniya ji aliyê endama Kongra Star Meysûn Kawar ve hat xwendin wiha ye:
Daxiyaniyê dîyarkir ku Dewleta Tirk bi her awayî êrîşî ser gel dike û wiha hat gotin: “Dewleta tirk a dagirker,qirker ku heta dawiye di nava faşîzmê de fetisiye bê navber êrîşên hovane li ser civaka me dide meşandin. Bi salane komara Tirk a faşîst her aliyîde li ser gel êrîşan pêk tîne. Komara faşîst her çiqasî êrîşên hovane bê navber pêk tîne li hemberî wê gelên heremê bi berxwedaniya xwe ve bersiv didin wan êrîşan. Wek tevgera jin wek civak û hemû pêk hateyên bi hevre jiyan dikin me dijminê xwe baş nas kiriye. Bi dek û dolaban,bi şerê taybet, êrîşên hovane ve wê ti carî vîna civakê neşikîne.
Daxuyaniyê teqez kir ku wê ti carî li ser heremê Kurdistanê xeyalên osmaniyan pêk neyê û wiha lê zêde kir: “Wek Kongra Star a Kantona Firatê em dibêjin bila Erdoxanê şefê şer bizane ku wê jin ti carî nehêlin ku tu li ser heremên me xeyalên xwe yên osmaniyan pêk bîne. Her giya li ser koka xwe şîn dibe em wek xwecihên vê axê dibêjin bila dewleta Tirk a dagirker,qirker û faşîst bizane gelên li heremê jiyan dikin ne gelên salên 1920 anin. Hem dijminê xwe baş nas dike hem li hemberî dijmin wê çawa tekoşîna xwe bilnd bike vê yêkê baş dizane. Bi salane wek gelên heremê li hemberî êrîşên pir alîyên komara Tirk a faşîst tekoşîn didin meşandin. Bê guman tekoşîna bi saya cangoriyên azadiyê gehiştî asta jor wê tu êrîş nikaribin tekoşîna me lewaz bike. Berovajî tekoşîna me a civaka azad mezintir dibe.
Kongra Star destnîşankir ku mînaka şoreşa Rojava li ti deweran nehatiye dîtin û wiha got: “Em wek pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Suriyê xwedî felsefeya netewa demokratîkin ku li ti deverên cîhanê mînaka wê bi hevre jiyan kirinê ne hatiye dîtin, bingehê jiyana me ye. Êrîşên li ser heremên me pêktên êrîşa li ser projeya me a hemû gelên azadîxwaz xwe di nava wê projê de pênase dikin.
Kongra Star destnîşankir ku pêwîste li hemberî avakerê DAIŞ’ê, Dewleta Tirk helwest werin raber kirin û got: “Bi taybet wek jin em êrîşên hovane yên li ser herema xwe bi tûndî şermezar dikin. Qetil kirina jin, zarok û gel bi ti awayî qebûl nakin. Li ber çavê hemû cîhanê gelên heremê ji aliyê faşîzma Tirk ve tên armanc girtin. Tenê tişta em dixwazin bêjin cîhan hemû dizane ku Erdoxan xwediyê DAIŞ’ê. Ger kesên ku ji xwe re dibêjin em li hemberî DAIŞ’in wê demê pêwîste di serîde li hemberî Erdoxanê xwinmêj derbikevin û piştre qala azadiya gel,maf û demokrasiyê bikin.
Kongra Star balkişande ser êrîşên Dewleta Tirk ê bi çekên Kîmyewî li ser Herêmên Parastina Medya û wiha lê zêde kir: “Bê guman em ne ew gelin bi gotinan bên xapandin. Rastiyên ber çav tên jiyan kirin di holê dane. Dewleta Tirk a qirker,faşîst û dagirker nikare li ti deverên cîhanê yêk destkeftiyên gelê kurd qebûl bike ji lewra kîjan demê qrîzên navxweyî jiyan dike yêkser êrîşan li ser heremên me pêk tîne. Ne tenê heremên Bakur û Rojhilatê Surî di heman demê de li ser Başûrê kurdistanê, Şengal û qadên Parastina Medya bi her cure çekên giran e kîmyawî ve bê navber êrîş dike. Asta êrîşên hovane belengaziya dewleta faşîst dide nîşandan.
Kongra Star sersaxî ji malbatên Şehîdan û şîfaya xerê ji birîndaran re xwest û wiha domand: “Ji 23 Cotmehê ve li seranserî herêmên me binesaziyên jiyane bûn armanca faşîzma komara Tirk. Bi dehan şêniyên heremê,jin,zarok hatin qetil kirin û birîndar bûn. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re û şifayê ji birîndaran re dixwazin. Cardin soza bilindkirina tekoşîna dijî faşîzme didin.
Kongra Star teqez kir ku wê Jin dawî li faşîzma AKP-MHP bînin û wiha bi dawî kir: “Bi hêza jin ve em xwedî wê bawerî û vînê ne ku bi biryardarî dawiyê li dagirkirin û faşîzma AKP-MHP bînin.”
Daxuyanî bi diruşmeyên “Bijî Rêber APO” , ”Jin jiyan azadî”,“Şehîd namirin” û “Bimire faşîzm” bi dawî bû.



