AborîDaxuyanîNûçeSlide

‘Li dijî gefxarinên Şikandinê, Bibin Yêk Dest Li Dora Projeya Demokrasî û Azadîyê’

Komîta Aborî ya Kongra Star ji bo şermizarkirina êrişên Dewleta Tirk daxuyanîyek bi zimanê Kurdî û Erebî li taxa Enterîyê, sewamî a bajarê Qamişlo da.

Daxuyanî li Taxa Enterîyê ê Sewamî a bajarê Qamişlo bi vekirina Filexên “ Bimre AKP” û “Bimre Erdoxan”bi beşdarbuyan dehan Jin û Mêr ve hat dayîn.

Daxiyanîya Kurdî ji alîyê Kordînasyona Kongra Star a Kantona Qamişlo Îptîsam El Huseyin ve hat xwendin.

Her wiha daxiyanî bi zimanê Erebî ji alîyê berdevka komîteya  Aborî a  Kongra Star Gulistan Murad ve hat xwendin

Daxuyanîyê de hat diyarkirin ku Dewleta Tirk bi hincetên bê bingeh êrişê li ser heremê pêk tîne: “Ji destpêka avakirina projeya Demokratîk li bakur û rojhilatê Sûriyê, Dewleta Tirk hewil dide ku bi behaneyên bê bingeh vê projeyê têk bibe. Dijminatiya Tirkiyê ji netewa Kurd re ji dîrokê de naskirî ye, her weh dijminahiya wê ya li hemberî her projeyeke demokratîk bi taybet projeyên yekîtiya pêkhateyên herêmê, ji lewra vê weke xeterî ji xwe re dibîne ku wê weke dewleteke nijadperest li herêmê bi dawî dike.”

Daxuyanî balkişande ser armanca Dewleta Tirk ku daxwaza têk birina projeyên heremê dike û wiha pêde çû: “Taktîkên Tirkiyê yên tunekirina projeya Rêveberiya xweser li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê her demekê têne guhertin, lê belê stratejiya wê ya di vê derbarê de wekî xwe ye û naguhere, ji ber ku demokratîkbûna Sûriyê bi reya avakirina sîstemeke ne navendî tê wateya bi dawîkirina sîstema dewleta nijadperest li herêmê û di serî de Tirkiyê, ji lewra hikumeta Akp’ê bi her şêwazî hewil dide vê projeya demokrasiyê li ser sînorê xwe yê erdnîgarî tune û têk bibe.

Her wiha daxiyanîyê de hat diyarkirin ku di encama êrişên Dewleta Tirk de hejmarek kesên li ser kare xwe bûn hatin hedef girtin û wiha hat gotin: “Di demên dawî de faşîsta Tirk, rêjeya armancgirtinên xwe li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê zêdetir kiriye ku herêmên sivîl tê de bi cih dibin dike armanca xwe, di encama van êrîşan de hejmarek ji jin û zarok şehîd bûne. Lê kêleka armancgirtina sivîlan, hemû binesaziya herêmê ji avahiyên xizmegzariyê û jiyanê kire armanc. Di heman demê de ev bombebaran gihişte navendên hêzên ewlekariya Hundirîn, di encama van êrîş û bombebaranan de gelek karker di dema ku li ser karê xwe ne jiyana xwe ji dest dane û hin ji wan jî birîndar bûne.

Daxuyanîyê got armanca Dewleta Tirk tewlîhevî di nava herêmê de avakirine û wiha lê zêde kir: “Dagirkeriya Tirk bi riya van êrîş û gefan hewil dide ku tevlîheviyeke ewlekarî li herêmê bide çêkirin, di demekê de ku li pêşiya Rêveberiya xweser projeyên vesaziyên aborî hene, yên ku di encama êrîşên berê yê dagirkeriyê de gelek zerar dîtin e, ji wan jî avahiyên jiyanî, ev proje di esas de bingeha aboriya welatiyan e ku civak di riya van projeyên herêmî de pêdiviyên xwe yên sereke dabîn dikin, di riya saziyên aboriya civakî bi hemû beşên xwe ve bi armanca kêmkirina dorpêç û şerê ku li ser pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê hatiye feriz kirin.

Daxuyanîyê balkişande ser Tekoşîna Xelkê herêmê a li hemberî êrîşan û got: “Kiryarên Tirkiyê di roja me ya îro de, şêwaz û armanc e ku yekîtiya pêkhateyan li dora projeya demokarsiyê vala derbixe, li kêlek vê jî gelê herêmê bi hemû rengê xwe têkoşîn dike ku hemû planên derve yên hewil didin serkeftina vê projeyê armanc bikin, vala derxin.

Daxiyanîyê îşaret li ser lewazîya bertekên dewletê navneteweyî kir û wiha domand: “Bertekên lewaz ên şermezarkirina binpêkirinên Tirkiyê, dibe faktor ku ev êrîş werin dubare kirin û hêjî rêjeya kiryarên xwe bilind bike. Di serî de jî helwesta du alî ya pîvanên Rûsya li herêmê ye, lê kêlek wê jî siyaseta koalisyona navdewletî ye wekî hevalbendê sereke bi Hêzên Sûriya Demokratîk li herêmê di tunekirin û têkoşîna terorê li herêmê û di serî de DAIŞ’ê.”

Daxiyanîyê balkişande ser xwesteka Dewleta Tirk ku dixwazê Çeteyên DAIŞ’ê nû de vejîn bike û wiha ha gotin: “Buyer û êrîşên ku rû didin, dibin faktoreke sereke ji nû de vejîna leşkerî ya DAIŞê li herêmê, ku Hêzên Sûriya Demokratîk bi eniyeke din re mijûl bibe. DAIŞ’ê wekî polîtîka wê ya her car ji tevlîheviya rewşa herêmê û kirîza aborî ya ji ber van êrîşan sûd digre, bi riya tecnîd kirina ajanan ji bercewendiyên xwe re da ku ideolojiya xwe zêdetir belav bike.

Daxuyanîyê dîyarkir ku bi wan êrişên xwe ve dixwazin koçberîyê pêk bînin û got: “Rûdanên herî dawî li herêmê ji ber van armanc girtinan dibe zemîneke ku herêmê ber bi kirîzekê ve û barên aborî li ser hemwelatiyan bikşîne, dê ev bi xwe re rewş û pêleke koçberiyê di vê pêvajoyê de bîne.

Daxuyanîyê Êriş û binpêkirinên nirxê herema Bakur û Rojhilatê Sûrî şermizarkir û wiha lê zêde kir: “Em wekî komîteya aborî ya Kongira star li bakur û rojhilatê Sûriyê van binpêkirinan şermezar dikin. Cardî em ji civaka navdewletî rakirina berpirsyariya van êrîşên li ser herêmên me daxwaz dikin, ji ber ku ew li dijî hemû hevpeyman û zagonên navdewletî yên di rewşên pevçûn û şer de ne, her weha ew li dijî yasaya navdewletî û mirovî ye.

Daxuyanîyê bang li xelkê herêmê kir ku li dora Projeya Demokrasîyê bibin xelekek û Projaya xwe biparêzin û got: “Em bang li hemû aliyên peywendîdar dikin ku helwesteke eşkere li dijî van êrîşan raber bikin. Dîsa em bang li hemû pêkhateyên herêmê dikin û bi taybetî jin ku li dora hêzên me yên leşkerî kom bibin ji bo têk birin û vala derxistina van êrîşan. Di heman demê de em bibin yek dest li dora projeya demokrasî ya Rêveberiya xweser li dijî hemû gefxwarinên şikandinê ji ber van êrîşên ne mirovî.

Bi riya tevlîbûna pêşeng ya Jinê di hemû qadên têkoşînê û berxwedanê de li gorî pêdiviyên vê pêvajoyê ji bo parastina destkeftiyên şoreşa jinê heta roja îro.

Daxiyanî bi diruşmeyên “Jin Jîyan Azadî”û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button