NûçePerwerdeSlide

Kongra Star Li Bajarê Qamişlo Dewreyeke Perwerdê a Vekirî bi Navê Ş. Xalîde Îsa bi dawî kir

Kongra star a Bajarê Qamişlo li taxa Xerbî dewreyekê perwerdeyê ya vekirî a 25 rojan bi dawî kir. Di perwerdê de 23 Jin endamê rêveberîya Kongra Star cihê xwe girtin. ji bo dewlemendkirina raman, naskirin rastiya jinan û xurtkirina wan li hemberî pilanên dijmin bisekin.

Hêjayî gotinê ye ku Ş. Xalîde Îsa endama Kongra Star a taxa Enteriyê bû di bin destê dewleta Tirk a  dagirker gava ku gel kurê xwe bû hat hedef girtin û bi kurê xwe Hejar Silêman ve şehîd ketin. din nava malbateke welatparêz bi hevjîn û zarokên xwe re  hemû  di nava  qadên şoreşê de cihê xwe girtin û heya dawîya xwuna xwe kar û xebatên girîng meşandin.

Wêneyên ku beşdaran wergirtin wiha ne

Girîniya perwerdê  .

Islûb û xetab

Civaka xwezayî

Rexin û rexinedayîn

Çand û exlaq

Welatparêzî

Şerê taybet

Rastiya serokatî

Dîroka jin

Jinolojî

Jin û rêbertî

Tenduristî

Ekolojî

Şerê gelê şoreşgerî.

merasîma vekirinê bi deqekê rêzgirtin li ser ruhê cangoriyê  azadiyê destpêkir

piştre berdefka  kongra star a kantona Qamişlo Iptîsam EL Huseyin bi giştî li se.r dewreyê û sîstema wê axivî  û got  em vê perwerda ku bi navê Ş Xalîde hat vekirin em li malbatê û Rêber APO û li  hemû malbatên şehîdan û li hemû hevalên hazir pîroz dikin

Iptîsam El Huseyin da diyarkirin ku di riya perwerdê re guhatin û veguhertin di kesayeta mirov de  çêdibin   em weke gelê kurd bi sedê salan ji ber ku em hatine dagirkirin çanda  me dîroka me zimanê me hebûna me nasnameya me ji hêla çar dewletên faşîst hatiye helandin û  ber bi qirkirin û tunekirinê ve  çûye

Iptîsam El Huseyin da zanîn ku nasnameya gelê Kurd bi reya Çirok û Helbestan ve Hebûna xwe parastîye û wiha pêde çû : “di riya dayikên me yên xwedawend re parastin ziman, çand û dîroka xwe di riya çîrokan û helbestan re di rê û rêbazên cuda re  ziman, çand nasname û hebûna xwe heya roja me ya îro  parastîye.

Iptîsam balkişande ser fikir û felsefeya rêberê gelan Abdullah Ocalan û got: “Pewîste hişmendîya Jinê, azadîya jinê  gorî fikir û felsefeya Rêber Apo bê avakirin ku em karibin malbat û civakeke demokratîk.”

Iptîsam El Huseyin axaftina xwe wiha bidawî kir: “Pêwîstiya me  bi xurtkirinê heza xwe, avakirin, hebûnekî xurt heye ku  em xwe li ser bidin avakirin. Ji bo em bibin  xwedî hêz û îrade, xwedî bertek xwedî biryar bim ku hîn xurtir netewa xwe biparêzim û vê derbarê de xwe perwerde bikim.

Related Articles

Back to top button