DaxuyanîNûçeSlide

Bi Felsefeya Jin Jîyan Azadî wê jin Bersiva Dîrokî bidin Zalimê Dehaq û Faşîzma Hîtler

Kongra Star têkildarî tayînkirina qeyûman a Li ser 3 şaredariyên Bakurê Kurdistanê, Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetî ya Rihayê, daxuyaniyek nivîskî da.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê li 3 şaredariyên Bakurê Kurdistanê qeyûm tayîn kir. Wezareta Karên Hundir a dewleta Tirk duh danê sibê şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetî ya Rihayê ku di bin Rêveberiya DEM Partiyê de bûn desteser kirin   û qeyûm tayîn kirin.

Daxuyanî wiha ye:

Kongra Star destnîşankir ku êrîşên Dewleta Tirk li ser şaredarîyan, êrîşa li ser hebûna Jinê ye û wiha got: “Îro, şaredariyên Bakurê Kurdistanê yên wek Batman(êlih), xelfetiyê û Mêrdînê ji aliyê îtîfaqa AKP-MHP’ê ya faşîst û qirker, bi mantiqê talan û îşgalkirinê ve hatin xesp-kirin û îradeya mafê hilbijartinê ya civakê hate binpêkirin. Civaka me carekedin bi qirkirineke siyasî re rû bi rû ma. Jiber ev êrîşeke li hemberî sîstema hevserokatiyê û li dijî îradeya hebûna jinê ye.

‘Em di Her Kêliya Têkoşînê de Bi Gelê xwe re ne’

Kongra Star êrîşên li ser Şaredarîyên DEM Partiyê şermizarkir û wiha lê zêde kir: “Em wek K. Star ev kiryar û polîtîkaya qeyûman şermezar dikin û bi tû awayî qebûl nakin, bi diruşmeya Jin Jiyan Azadî ve emê li her qadê berxwedan û têkoşînê bidomînin. Êrîşên Li dijî pergala hevserokatiya jin, ekolojiyê, îrade û hêza jinan her dayim bi diruşma Jin, Jiyan Azadî ve emê li berxwe bidin, têbikoşin û bi serbikevin. Em di her kêliya têkoşînê de bi we re ne”

‘ji Pêşketina Kurdan Ditirsin’

Desthilata AKP-MHP’ê ya dijminê Kurd û jina ye;  vê carê jî şaredariyên gel dagir kirin û bi qayûman tayîn kirin ev yek jî nehezim kirina li hemberî îrade û hêza jinê îfade dike. Dîsa, ji ber ku ji rêxistin bûyîn û pêşketina Kurdan ditirsin, hiqûk û zagonên xwe di heman rojê de hazir dikin û li hemberî destkeftiyên Kurdan dest bi pilan û pirojeyên dagirkirin, xespkirin û îşgalkirinê dikin. Em wek tevgera K. Star di wê bawerîyê de ne ku li dijî nêzîkatî û hişmendiya serwer a zilamên desthilatdar, Netew Dewletê li dijî mirovahiyê û jiyanê, ewê gelê me rûmeta xwe, azadî û li îradeya xwe xwedî derkeve.

Faşîzma AKP-MHP’ê  Ya Hitler û Dehaqan derbas kiriye

Kongra Star îşaret bi êrîşên AKP-MHP a li ser pergala hevserokatiyê kir û wiha pêde çû: “Di roja me ya îro de; di nav şer, talan, tunekirin, dagirkirin û qetilkirinê de vê carê jî di bin navê tayîn kirina qayûman de xesp kirina pergala hevserokên şaredariyên Dem partiyê, bi destê îtîfaqa faşîzma AKP-MHP’ê tê pêkanîn ku ji zalimê dehaq û faşîzma Hitler jî derbas kiriye.

Kongra Star Êrîşên hewayî ê dewleta Tirk li ser Rojavayê Kurdistanê destnîşankir û wiha got : “Jibo wê jî bê navber li kuderê deskeftiyên Kurdan hebin dixwazin wan tune bikin, îradeya wan bişkînin an jî bi êrîşên hewayî ve li Şoreşa Rojava dixwazin komkujiyên sivîlan pêk bînin.

Her wiha Kongra Star balkişande ser girtina serokê şaredariya Stenbolê a navçeya Esenyûrdê Ehmed Ozer û wiha domkir: “Ji ber ku serokê şaredariya Stenbolê ya Esenyûrdê Ehmed Ozer hem kurd bû hem jî bi hevkariya bajartiyê ve di hilbijartinan de bi serket, îro di nava çar dîwaran de ye. îradeya civaka demokratîk û azadîxwazan nas nekirin, tune hesibandin. Divê li hemberî van êrîşên dij-mirovahî û der-hiqûqî berxwedanî bê kirin û ji derveyî têkoşîn kirinê ti helwest neyên qebûlkirin.”

‘Bi Navê Pêvajoya Çareserîyê’de Planên AKP-MHP ên Qirêj’

Kongra Star teqez kir ku li hemberî Planên Qirêj en Dewleta Tirka dagirker wê Tekoşîn û Berxedanî bi serbikeve û wiha got: “Dewleta Tirkiyê û hikûmeta serçeteyê Erdoxanê faşîst û qirker ji bo dem û wextê desthilatdariya xwe dirêjtir bikin û ji bo xwe ji qirîza aboriyê derixin, xapînokên peyvên siyasî ya bi navê “pêvajoya çareseriyê” avêtin rojevê û di bin re jî pilanên xwe yên qirkirina siyasî xesp kirina îradeya şaredariyên gel amade kirin. Bi vî rengî xwestin temenê xwe dirêjtir bikin û aloziya ekonomiya li welatê Tirkiyê ji holê rakin bi rêya hiqûqê ve plana tayînkirina qeyûman xistin dewrê, da ku karibin fînansa xwe ya şer li ser şaredariyan ve temam bikin. Lê belê, berxwedaniya gel û têkoşîna civaka demokratîk wê van planên qirêj û polîtîkayên dagirkirinê bertaraf bike û vîna gel carekedin bi serkeve.”

‘Bi Tekoşîna Hemû Gelên Azadîxwaz, wê Pêvajoya Çareserîyê Pêk Bîne’

Kongra Star diyarkir ku divê teqez Turkiye ji desthalatdariya AKP-MHP rizgar bibe û wiha pêde çû: “Divê teqez civak û gelên Tirkiyê ji vê îqtîdara faşîst bê rizgarkirin. Avakirina pêvajoya aştî û demokrasî tenê bi rêya çareserkirina pirsgirêka Kurdan ve dikare pêk were. Pêvajoya çareseriyê bi têkoşîn kirina hemû gelên demokratîk wê hêza xwe bilind bike. “

Kongra Star Da zanîn ku di şexsê Rêberê gelan Abdullah Ocalan de dixwazin destkeftîyên Kurdan têk bibin û wiha lê rêz kir: “Dixwazin bi rêya şerê taybet û propagandaya reşkirinê ve Rêbertî,  Tevgera Azadiyê û hêza gel ji hev veqetînin û nakokiyan bidin avakirin. Dîsa bi tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî ku di şexsî wî de dixwazin destkeftiyên şoreşa Rojava tune bikin, berxwedanî, têkoşîn û îradeya gelê Kurd û hêzên demokratîk ji holê rakin.”

‘Emê bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadi ” bersivên dîrokî bidin’

Kongra Star Li hemberî desthilatdariyê banga bilindkirina tekoşînê kir û wiha bi dawî kir: “Yek çare û çareserî ewe ku divê em hêza xwe ya demokratîk bikin yek, li berxwe bidin, têkoşîn bikin. Pêwîste bi hêza civakê vê desthilatdariyê hilweşînin û dawî li îKtîdara AKP-MHP’ê binîn. Li hemberî tecrîda girankirî, li hemberî vê dagirkeriyê, xesp-kirina îradeya şaredariyan û li hemberî sîtema qeyûman divê berxwedanî bê bi hêzkirin , çeperên vîna civakê bên firehkirin, asta têkoşîna gelan bê bilindkirin û li hemberî êrîşên vîna jinê bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadiyê” bersivên dîrokî bê dayîn.”

 

Related Articles

Back to top button