DîplomasîNûçeSlide

Komîteya Têkilî û Tifaqên Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Konferansa Xwe a Sêyemîn li Darxist

Konferansa sêyemîn a Komîteya Têkilî û Tifaqên Siyaseta Demokratîk a Kongra Star di 5'ê Mijdarê de bi diruşma "Li hemberî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn em ê bi gerdûnîkirina felsefeya jin, jiyan azadiyê bi ser bikevin."  li bajarê Hesekê hat li darxist.

Konferans diyarîyê giyanê du şehîdên Rîhan Amûdê û Yûsra Derwîş hat kirin ku bi fedekariya wan sekneke cîhanî li têkoşîna Jin zêde kir û ji bo jinên têkoşer ên cîhanê bûn çirûska ronahiyê. Her wiha Konferansê de bi dehan jinan cihê xwe girtin.

Konferans bi deqeyekê rêz girtinê li ser  cangoriyên azadiyê dest pê kir.

Piştî vekirin û axaftina Rêvebirên di divanê de cihe xwe girtibûn, nêrînên beşdarvanan jî hat girtin.Di nîqaşên Beşdarvanan de piranî ev mijar hatin nirxandin: “ser rewşa heyî ya li herêmê û cîhanê ku di bin giraniya serdestiya rejîmên otorîter û hewldanên wan ên parçekirina tevgerên jinên têkoşer de, krîz zêde dibin û çareserî jî aloztir dibin. Ev rejim bi armanca ku doza azadiya jinê weke mijareka navendî ya ku hemû dozên civakê bibandor dike, cihê xwe negirin, hewl didin ku dest bavêjin berxwedana jinê  û wê ji cewherê wê vala bikin. Hate tekezkirin ku rûbirûbûna vê pirsgirêkê li ser bingehên bi koke û îdeolojîk, çareseriya rasteqîne ji krîzan re temsîl dike, ji ber ku azadiya jinê reya bidestxistina aramî û aştiyê ya civakê ye.”

Beşdarvanan destnîşan kir ku weke Jin armanca wan avakirina yekîtî û hevgirtinê di nava Jinên tekoşer ê cîhanê de û wiha hat gotin: “Em di wê baweriyê de ne ku sedsala bîst û yekemîn sedsala azadiya jinê ye û serhildana şoreşa jinê xwedî hêza guhertinan û avakirina aramî û aştiyê li Rojhilata Navîn û cîhanê ye.  Ji ber ku herî zêde jin ji Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û encamên wê bandor bûne, di asta dîplomatîk de berpirsiyariya me heye ku em eniyek jinê ya bihêz û yekgirtî ava bikin û hevkariya jinan ji bo çareserkirina pirsgirêkên hevpar xurt bikin.  Ji ber ku felsefeya “Jin, jiyan, azadî” yekane mertalê ku dikare li hemberî binpêkirin û binpêkirinan li ber xwe bide, belavkirina nirxên şoreşa jinê li ser asta cîhanê garantiya berdewamiya têkoşîna me û parastina destkeftiyên me yên hevpar e. serkeftinê bi dest bixin.”

Beşdarvanan qala derfetên ku bi keda hezaran jinan ve hatiyî avakirin û rast nirxandina wan derfetan kirin û gotin: “Serkeftin û parastina şoreşa me di gerdûnîbûna felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” de derbas dibe.  Dema ku em çaryeka yekem a sedsala bîst û yekê derbas dikin, divê em ji vê derfeta dîrokî  sûd werbigirin û  rênesansa şoreşa jinê û damezrandina wê bikin bingeha çaryeka duyemîn a vê sedsalê.  Ji bo ku felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” tenê weke duruşmeyek dubare nemîne, divê em wê wergerînin nêzîkatî û şêwazek jiyanek yekgirtî ku raman û rastiya me ya rojane nîşan dide.  Belavkirina vî ruhî û vê hişmendiyê di nava hemû jin û tevgerên têkoşînê yên cîhanê de, wê wan bike hêzeke rasteqîn a jiyana azad û rûmeta mirovahiyê, veguhere enerjiyeke têknaçe ku cewhera jinê û jiyanê dihewîne.

Her wiha Di konferanse de piştî 43’ê mehan hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re bi avayekî coş hat pîrozkirin û ji perspektîfa wî ya ji bo xurtkirina têkoşînê a Jin û Civakê, Beşdarvanan îlham girtin. her wiha Beşdarvanan di nêrînên xwe de li ser nekişandina nava planên dewleta Tirk û domandina têkoşînê ji bo bidestxistina Azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan de helwestên xort dan.

Armanc û prensîbên bîngehîn yên komîta Pêwendî ê Tîfaqên Demokratîk a Kongra Star ku hatiyi parvekirin wiha ne

  1. Azadiya Rêbertî wek armanca sereke ya dîplomasiya jinê esas bê girtin, xebat û têkoşîna

Azadiya Rebertî bê rexistinkirin û bi sistem kirin. Hemû hamleyên ji bo azadîya fîzîkî a Rêbertî tên meşandin xwe berpîsyar dibîne û tevlî dîbe.

  1. Ji bo paradigma Rêbertî ya demokratîk, ekolojîk û azadixwezîya jin di asta cîhane bê belavkirin û were danasîn û hin bi sîstem û mayindê bimeşîne û rexistinkirina xebatên ideolojik di qada dîplomasiya jin de were xurt kirin.
  2. Ji bo çareserkirina pirsgireka Kurd bi giştî divê xebat werin meşandin û xurt kirin. Bidest xistina statuya xweseriya demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Surî wek erkekî serekê ya dîplomasiya Jin bê destgirtin.
  3. Tifaqa stratejîk bi jinên Ereb yên rexistinkirî û yên ne rexistinkirî pêşxistin erkekî jiyaniye. Di serî de bi jinên Ereb li herema Bakur û Rojhilatê Surî, tifaq û rexistinbûnên hevbeş yên civakî, siyasî, çandî avakirin, ji bo parastin û mayindê  kirina destkeftiyen şoreşe wek xebatekî stratejik ya diplomasiya jin  were dest girtin û rexistinkirin.
  4. Li hember her cureya dagirkerî û ji bo rizgarkirina heremên hatinê dagirkirin di qada dîplomasî de  xebatên domdar werin meşandin.
  5. Dîplomasiya Netewa Demokratîk di cevhera xwe de dîplomasiya civakiye. Hemû hezên ku derveyî pergalê ne; di serî de tevgerên femînîst, ekolojîst, sosyalîst,  anarşîst,  çandî û  civakî, divê wek hezên stratejîk yên tifaqê bên dîtin.
  6. Jin cewher û pêşengê dîplomasiya netewa demokratîk e. Bi pêşengtiya jin û nûnertiya wekhev ve nêrîn û rengê jin di dîplomasiya netewa demokratîk de bi sîstem kirin erka serekeye. Li ser vê bingehê hejmar, çavanî û temsîla jin di dîplomasiya gişti de were zedekirin û xurt kirin.
  7. Herema serekê ku destkeftiyên şoreşa Jin ya Kurd were parvekirin, şoreşa jin xwe radikal sazbike û pêşengtiya guhertinên civakî mezin di nava Rojhilata Navînê pêk bîne. Li ser vê esasê dîplomasiya jin divê li Rojhilata Navîn de  di nava tevgerên jin de giranî bide xebatên ji bo belavkirina xeta azadiya jinê û destkeftîyên Şoreşa Jînê.
  8. Gerdunîkirina şoreşa jînê de divê argûman û amûrên diplomasî werîne dewlemend kirin. Taybet enformasyon û xebatên  medya dîjîtal di pêşxistina dîplomasî de wek amûrên stratejîk bên dest girtin û xurt rêxistinkirin.
  9. Li gorî Stratejiya dîplomasiya Jin van sê xalanda meşandina xebetê stratejîke; Ji bo çareserkirina pirsgireka Kurd û demokratîk kirina gelê Kurd yekitiya netewî a Jinên Kurd, di asta Rojhilata Navîn û cîhanê de li ser hîmê şoreşa jinê Pêşxistina Konfederalizma Demokratîk ya Jin armanc dike û bî vê feresetê re dikeve di nava lêgerîna pêşxistina pewêndî ê tîtaqên demokratîk…

Di Derbarê Rêber Apo de ;

  1. li himberî hamleyên kû ji bo azadîya fîzîkî a Rêbertî tên pêşxistin xwe berspirs dîbînin, azadîya Rêbertî dike navgîna tevahî xebatên tîfaq û pêwendîyên demokratîk yên Kongra star .
  2. Bi armanaca vebune Li ser projeyên stratejîk yên ku Rêbertî ji bo azadiya jinê pêş xistiye ( têoriya qutbunê, proja guhertina zilam, hevjiyana azad,  Pergala hevserokatî, jineolojî) hwd. dixîne rojeva tevgerên jinan
  3. Nirxandinên Rêbertî yên li ser jin bi zimanê cuda werin werger kirin û parvekirin.
  4. Li ser jin û Rêbertî li qadên guncav de Konferans, sempozyum, çaliştay, semîner, hwd. werin rêxistinkirin,
  5. li qadê bi huquqzanên jin re doza rêbertî re gîrêdayî xebat werîn meşandin.

PLANSAZİYA 2 SALAN

  1. Divê li gor belgeya staratejî ya Komîta tîfaq û pêwendîyên Demokratîk a Kongra star xebat werîn meşandin,
  2. Ji bo parvekirina ezmûnên şoreşa Rojava ya jinê û danasîna pergala jin di nava Rojhilata Navîn û qadên dî yên cîhanê de 2 salan pêşîya me de bi rêxistinkirina konferans, atolye, seminer, sempozyoum  Were armanc girtin.
  3. li Bakûr û Rojhilatê Sûrî de Şopandin û rojevkirina qetilkirina jinan. Bi awayekî domdarî Dozên ku hatîne vekirin werîn şopandın û rojev kirin ..
  4. ji bo rojev kirina rewşa herêmên di bîn dagîrkerîya Tirkîyê de sîstematîk xebat werîn kirin. Taybet derbarê femînîstan (qirkirinajin) de ku dewleta Tirk bi çeteyên xwe  re dide meşandin xabat werîn meşandin,
  5. bi armanca azad kirina herêmên dagîrkîrî xebatên cîhe reng bi tevger û hêzên jinan re werîn pêşxîstin.
  6. Bi armanca avakirina platformek hevbeş  ji bo got û bêj kirina rewşa  jinên DAIŞ di qada navnetewî de.
  7. Li gor pêvojuya nu ‘KAMPANYA JİN ROJAVA DI PARÊZIN (WOMEN DEFEND ROJAVA )’ ji nû ve werîn dest gîrtin
  8. Li gor pêvîstîyên qada dîplomasî hedefkirina vekîrina dewreyên perwerde. Zêdekirin û hêzkirina kadroyên xwecîhî yên qada dîplomasî e wek peywira esasî tê dîtîn..
  9. Ji bo xebatên çapemenî-enformasyonê bi berdewamî bên meşandin û bigihîje asta sazîbûna vesazîyên pevîst werîn kirin û di serî de rojnamevan, tevgerên jînan  û saziyên çapemeniyê re têkiliyên heyî werin pêşxistin û têkiliyên nû jî werin ava kirin. Li ser bingehê tespîta hevpariyê de li gel rêxistin û tevgerên jin yên li herêmên cûda yên cîhanê pêşxistina têkilî û îtîfaqan.
  10. Ji bo teyisandina şoreşa jinê, rojevên jinê û bi taybet jî pêvajoya înşayê bultenên mehane bi zimanê Erebî û Îngîlîzî bên amade kirin. Ji bo Bûltena bi zimanê Erebî heftanê derbîkeve amedekarî werîn kirin.
  11. Rêxistin kirin û teşwîq kirina şandeyên jinan ji bo hatina Rojava. Heman rengî ji bo vekarîna qadan ji rojeva rêxistin kirina şandina wexfên jinan….
  12. Di asta Rojhilata Navîn û cîhanê de bi armanca vegûhestina deskeftiyên şoreş jinê, pêşxistina têkilî û îtîfaqên bandorker bi kesayetên jin, rêxistin û tevgeran re.
  13. Li Rojava ji bo xebatên yêkîtîya netewî  were meşandin komîteya jin ya hatiye avakirin were çalak kirin.
  14. Bi awayekî lezgîn teqwîyekirin, ji nû ve rêxistinkirin û xurtkirina xebatên nunêrtîyên Kongra Star yên  li qadên Başur, Lûbnan û Ewrûpa û qadên guncav de hedefkirina vekîrîna nunertîyên nû.
  15. Dı asta bakur rojhılata suri de rêxîstînkirina meclîsa dîplomasî a jîn were hedef kirin.
  16. Di pêşxistina çareserîya Surîya Demokratîk de wek qada Dîplomasî meşandina xebatên cîhe reng.
  17. Derveyî welat de bi armanca nîqaşkirina rewşa jînên DAİŞ komxebatekî were lidarxistin.
  18. li herêmên dagirkîrî de rewşa jînan ji bo were rojev kirin di bîn sîwana sazîyên Navnetewî yên Konseya Ewrupa de hedef kirina  meşandina komxabatekî…
  19. Sazî û tevgerên di asta cîhanî de wek Kongra star dîvê xebatên endaman baş werîn şopandin û tevlîbunekî xort jêre were kirin.
  20. Di qada dîplomasî de rêxîstînbun, sazîbun, kedê mayînde dike, destkeftîyan mezîn dike lewra dîvê xebatên arşîv kirinê di bîn her mercî de were esas gîrtîn.
  21. Pergala cîvîna dîplomasî ya jî nunerên hemanan pêktê bi perspektîfekî nû re  were domandin û bi hêzkirin.
    Konferans bi durişmeya ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button