DaxuyanîNûçeSlide

Platforma Jin: Di Bilindikirina Ala ‘Jın Jiyan Azadî’ re Emê Xewin û Xeyalên Dilsozên  Azadiyê Pêk Bînin

Platforma Rêxistin û Tevgerên Jinan yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li Bajarê Hesekê tekildarî 25 ê mijdarê roja têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê bi zimanê Kurdî, Erebî û sûryanî daxuyanî da.

 Hejayê gotinê ye ku 25’ê Mijdarê, Sê pepûle xwişkan, Patrîa, Mînerva û Marîa Teresa ku wek xwişkên Mîrabal tên naskirin destpê dike. li dijî rejîma Rafael Truhîllo ku li Komara Domînîk hikûm dikir, têkoşîn dikirin, ji aliyê polîsên rejîmê ve tên xeniqandin û bi lêdanê tên qetilkirin. Li dijî vê bi berxwedanîya Jinan ve Piştî salekê rejîma Trûhîllo hildiweşe û têkoşîna xwişkan dibe îlhama têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan.

Daxuyanî bi durişmeya ‘Bi Felsefeya Jin Jiyan Azadî Xwe Bi Parêze’ Kongra Star û hemû Rexistinên Jin li Bakur û Rojhilatê Surî, Pêkhateyên Kurd, Ereb, Sûryan û Êzidî bi cil û bergên xweyî netewî ve li gulîstana 4 e Nîsanê a Bajarê Hesekê hat dayîn. Di daxuyaniyê de rêze çalakiyên ku di derbarê têkoşîn û tundiya Li ser Jinê dihewîne ji 10 ê mijdarê heya 25 ê mijdarê hat Ragihandin

Daxuyanî ji liyê Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Buşra Mihemed bi zimanê erebî, berdevka Kongra Star Rîhan Loqo bi zimanê Kurdî û rêvebera Yekitiya Jinên Suryan Sofiya Yûsif bi zimanê suryanî ve hatin xwendin.

xwendin wiha ye:

“Bi wesîleya 25 ê mijdarê roja tekoşîna li dijî tundiyê li ser jin, Tekoşîna me ya jina azad  ji dîroka kevnar  ve heya roja îro bê navber didome. Ji  Roza Luxemburg,  heya Sakîne Cansiz, Rîhan Şêwêş heya Asya Elî, Yusra Derwîş heya Zelal Zagros,  Gulîstan heya Hîro, Sorxwîn Dêrsim heya Şamîram Xabur  tekoşin berdewam dike, di şexsê rêhevalên me yen  dozê em hemû şehîdan bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê hesret û armanca wan a azadiye  bi cîh bînin.”

Platforma Jin di şexsê berxwedaniya Îmraliyê de hemû Jinên berxwedêr slav kir û wiha pêde çû: “Her wiha li qadên şoreşa Jinê de em silav û hezkirinên xwe Serokê berxwedana aştî û azadiyê, afrînerê riya Jinê Rêber APO re ji berxwedana zindan re dişînin.

Platforma Jin da zanîn ku wê li hemberî pergala desthilatdar dengê rastiya zîndanan bilind bikin û wiha got: “Dîsa Di şexsê hemû Jinên zindana Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û îran e de, jinên di zindanên Rojhilata Navîn û cîhan ê de, di her kêliye de berxwedanîyeke dîrokî di meşînin em berxwedanîya wan silav dikin û heskirinê xwe ji wana re dişinin. soza me ew e ku em ê şopedarê dengê rastiya zindanan bin, bi rihê vê berxwedanê ji pergala desthildaran re bêjin na û hezar carî na.”

Her wiha Platforma Jin diyarkir ku êrîşên pergala mêrperest e bê nav ber xetimandina wê eşkere dike û got: “çarçoveya şerê cihanê ya 3.mîn de şerên ku têne meşandin, rizandin û tengasiyên sîstema serwer a zilam û ya modernîteya Kapîtalîzmê ya jiyan dikin, çiqas zeyîf dibin ewqasî êrîşên xwe e qirkirinê didin mezin dikin û kirîzê di didin jîyan kirin.

Divê em li hemberî polîtîkayên di nava şerê cîhanê e 3’emîn tê meşandin wek qetilkirin, destdirêjî, koçberî, feqîrtî, nexweşî, nexwendî û bêmafî yê bi awayekî xurt rawestin. Ev Pergala qirker di bin navê  cur be cur de Jinan qetil dike, bi hovîtiyek mezin ve di bin navê şermê de jinan di fetisîne, di seranserî cîhanê de hedef digrin û li ber çavê cîhanê tecawiz zarokan, keçên ciwan tên kirin.

Platforma Jin balkişande ser sûcen Dewleta Tirk e li dijî Jin û Zarokan û wiha lê zêde kir: “ Her wiha li Rojava Bakur û Rojhlatê Surî dewleta Tirk a dagirker sucên giran li beramberî Jinan, zarok û gelan pêk tîne. Pêşengên şoreşa Jinê dike hedef û koçberîyê li ser Gelê Kurd ferz dike. Ruxmê sucên giran e kujerê Jin û Zarokan nayên cezakirin. Weke ku kujerê pêşenga şoreşa me heval Hevrîn Xelef ku bi awayekî rihet li Tirkiyê sjiyan dike.”

Platforma Jin li hemberî sucên dewleta Tirk bê dengiya dewletên navneteweyî rexne kir û got: “Em bêdengiya netewên yekbuyî û mafên mirovan û mafên zarokan rexne dikin ku heya niha li hember sucên Dewleta Tirk ya dagirker li Bakur Rojhilatê Surî dike xwe bê dengîya xwe didomînin.

Platforma Jin banga yekbûyin û xurt kirina tekoşînê kir û wiha domand. “Weke Platforma Rêxistin û Tevgerên Jinan yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê em bang li hemû tevgerên Jinan li Suriyê û Rojhilata Navîn dikin ku em li hemberî vê tundiyê hişmendiya xweparastin û zanistiyê pêşbixin. Her wiha em bang li hemû jinên dilsozên azadiyê jî dikin ku em hêza xwe bikin yek li dora felsefeya Jin Jiyan Azadî xwe biparêzin hêza xwe ya parastina Jin mezin bikin.”

Platforma Jin bernameya rêze çalakiyên ku di bin sîvana ‘Jin Jiyan Azadî’ 10 mîjdarê heya 25’ê mijdarê, wê bêne li darxistin Ragihand û wiha rêz kir:

  • Semîner li tax, gûnd û bajarên wê were dayin.
  • Civînên girseyî li bajar û kantonan de were bi rêxistin kirin, sinevizyon wê were temaşekirin.
  • Di yekîtiyên TEV-DEM de semîner bi giştî were dayin.
  • 10 hezar Piroşor werin çapkirin li navendan, bajar û gundan de were belavkirin.
  • Serdana mala were kirin, li ser semînera heyî nîqaş bê meşandin.
  • Nivsandina nameyekê piştgirtina ji bo jinên cîhanê.
  • Kom xebat di asta kantonan de were bi rêxistin kirin.
  • Mala jin di asta giştî de wê kom xebatekê orgenîze bikin.
  • Perwerda 3 rojan ya mêr’an li her bajarî werin vekirin, li ser mijarê / Qanûna malbat, zaynedperestî û hevjiyana azad/.
  • Di 25 mijdarê de meşên girsayî di asta kantonan de werin bi rêxistin kirin.
  • Spot bi her zimanî bê çêkirin.
  • Pêşwazîkirina şandeyekê ji 4 jin ji almaniya têne Rojava û bi hev re li ser qetilkirina Jinan komxebatekê li dar bixin.
  • Meşên mêran wê were bi rêxistin kirin. “

Jinan piştî Daxuyanîyê, ji bo berxwedanîya Jinên Bakurê Kurdistanê ku li hemberî Qayum û êrîşên Dewleta Tirka Dagirker durişmeyên ‘Bijî Berxwedana Bakur’ ve Piştgirî dan berxwedanîya Jinên Bakur ê Kurdistanê.

Her wiha bi diruşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button