
Meş ji aliyê Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, hat organize kirin. Di meşa ku li ber çerxereya Sunî a Bajarê Qamişlo despêkir de, ji 7 salî heta 70 salî, hemû sazî û Rêxistinên Rêveberiya Xweser ê li bajarê Qamişlo û gundewarên wê bi hildina Wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û vekirina fîlexên bi durişmeya ‘Ji bo Rêber Apo Azadî û ji pirsgirîka Kurd re Çareserî’ û bi Qêrîna ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ Heta ber Çerxereya Sebi Behrat meşiyan.
Meş li ber Çerxwereya Sebi Behrat veguhezî mitîngê. li vir piştî deqeyekê rêz girtinê li ser cangoriyên Azadiyê, Kordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo axivî.
‘Azadiya Fîzîkî a Rêber Apo azadiya tevahî mirovahiyê’
Şîraz Hemû di despêka axaftina xwede Rêber Abdullah Ocalan silavkir û wiha got: “Gelê me ê welatparêz û heja ku xwediye berxwedan û tekoşîna bê hempa di serî de di huzira we hemûyan de em şehîdên Azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Ji qada berxwedan û tekoşîna zindî û dilên aşiqê azadiyê ku ji hêviya her mirovekî ku ji bo jiyina bi rûmet de silav ji xwediyê nexşereya jiyana Azad Rêber Apo . Ev 27 salin hêzen komploger di nava hewildanê de ne ku wê çawa wateya resen a jiyana hevbeş û hêz û berxwedaniya Jinan bişkînin, Rêber Apo hişt ku Rojhilata Navîn bibe derguşa mirovahiyê, bi komployê ve hewl dan ku civakeke pûç kirî, Jinek bê îrade û kole bi taybet di ser heremên Kurdistanê de ava bikin. Lê bi Berxwedaniya Rêber Apo ve bi zindîkirina doza Kurdî, doza Jinê, girêdana bi axa welat re ev Komplo Vala derxist.”
Ger îro di serkeftinên mezin tên jiyan kirin hêzen Komploger encam ne girt. Ji ber ku bi rêya fikir û felsefeya Rêber Apo heqîqet hat naskirin ji bo vê em dibêjin ji heqîqetê dur ketin mirin bi xwe ye. Tekoşîn û berxwedan buye çand, Şerê Gelê Şoreşgerî buye hêza gelan ev bi saya xwe perwerdekirina Fikir û Felsefeya Rêber Apo ye.
‘Divê em ji bo civaka demokratîk têbikoşin’
Şîraz Konferansa Yêkrêzî û Yêkhelwesta Kurdî a 26’ê Nîsanê de bi beşdariya zêdetirî 400 kesayetên ji Rojava, Bakur û Başûr, herêmên din ên Sûriyeyê û derveyî welat ku li Qamişloyê hatibû lidarxistin destnîşankir û wiha lê zêde kir: “Me di berxwedaniya Bendava Berxwedanê a Tişrînê de ku bdi hemû kêliyan de hate neqiş kirin de dît û jiyan kir. Siyaseta înkar û imhayê a qirkirin, tunekirin ku dixwestin li ser gelan bidin meşandin hat pûç kirin. Ger em vê siyaseta qirkirin û imhakirinê tenê li ser pêkhateyên Kurd bigirin dest, ev siyaset bi Konferansa Yêkrêzî û Yêkhelwesta Kurdî hat bi dawî kirin. Ev siyaseta qirêj a Tunekirinê li ser hemû pêkhateyan hat tûne kirin, ku gelê Bakur û Rojhilatê Surî ev parçekirin redkir.. bi projeya Netewa Demokratîk, biratiya Gelan, li hemberî hişmendiya olperest, nijadperest, netewperest û zayinperset tekoşîn û berxwedaniya wan bilindir dibe. Ji bo vê ji her demê zêdetir zemînên aşitiyê li ser heremé Kurdistanê hatiye ava kirin ku bi Banga Dîrokî a Rêber Apo bi navê Aşitî û Civaka Demokratîk pêşkesî tevahî mirovahiyê kir hat despê kirin.
‘Banga Rêber Apo rê li pêşiya şer û pevçunan digire’
Şîraz teqezkir ku Aşitî û Azadiya herêmê Tenê bi Rêber Abdullah Ocalan re pêkane û wiha got: “Rojhilata Navîn bi çanda xwe a resen û dîroka xwe a kevnar hejayê aşitî, Demokrasî û Azadiyê ye. Lewma Rêber Apo hemû alî vexwend ji bo Civaka Demokratîk. Weke Jin û gel ê ku peyama Rêber Apo a ku 8’ê Adarê ji bo Jinan, jinan erkeke dîrokî girt û berpisyariya vê pêvajoyê da ser milê xwe. Banga Rêber Apo rê li pêşiya şer û pevçunan digire. Ji hemû deman zêdetir, Pêwistiya herama Rojhilata Navîn bi jiyaneke Aştiyane û bi rûmet, bi azadiya Fîzîkî a Rêber Apo, heye. Ji ber ku ev pêvajoya aşitiyê û çareserkirina pirsgirîkan tenê bi destê Rêber Apo meşandin.
Şîraz got ku dive ew ji her demî behtir ji bo Civaka Demokratîk Têbikoşîn û diyarkir ku ev jî bi pêkanîna azadiya Fîzîkî a Rêber Abdullah Ocalan misoger dibe û wiha bi dawî kir: “Rêber Apo jî amadebuna xwe ji bo rêvebirina pêvajoya aşitî û Demokrasiyê anî Ziman. Ne tenê Rojhilata Navîn pêdiviya Cîhanê bi Rêber Apo heye. Ji ber ku mirovahî di nava qrîzekê de ye, ê ku nirxên mirovahiyê vegerîne projeya Rêber Apo ye. Ji bo vê em weke jin û gelê azadîxwaz divê bi berpirsyartî û erkên xwe ê dîrokî ve rabin.”
Meş bi Durişmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.




