CivakNûçeSlide

Evîn Siwêd: Jinên li Rojava peyama Rêber Apo ji xwe re esas girtiye

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd diyar kir ku jinan peyama Rêber Abdullah Ocalan ji xwe re esas girtine.

Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd ku ji aliyê TJA’yê ve tê organîzekirin, bi parvekirina ezmûnan dewam dike. Di konferansê de hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd ku bi rêya online tev li konferansê bû, got: “Jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyama Rêberê Abdullah Ocalan ji xwe re esas digirin.”

Evîn Swêd qala xebatên jinan ên li Rojava kir û wiha got: “Jinan ji qadên têkoşîna sivîl bigire heta eniyên şer, ji gundê herî biçûk heta holên parlementoyan îsbat kir ku ew stûna bingehîn projeya siyasî ne. Ji komun, meclis, akademiyên ramana azad ava kir û siyaset ne li ser esasê serdestiyê beşdarbûnê jin û ve pênase kir. Di her saziyekê de sîstema hevserokatiyê pêk anî. Evîn destnişan kir ku jin têkoşîna bingehîn ya azadiyê û xwebûnê dimeşînê. Li ser esasê birdoziya azadiya jin û zanista Jineolojî, xwerêxistinkirinê û avakirina sîstemeke nû ya civakeke demokratîk ava dike. Ev derfeteke wiha ye ku em ezmûna şoreşa jin li Rojava û Bakur û Rojhilata Sûriye bikin ya bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ku pratîka wê jî li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê hate çêbû, em van destkeftiyan berfireh bikin û bikin malê giştî jinên Rojhilata Navîn û cîhanê.”

Evîn Siwêd diyar kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava şer û krîza Sûriyeyê jî karî bibe modela çareseriyê û wiha dom kir: “Sîstema li ser bingeha fikira neteweya demokratîk li ser esasê avakirina civakeke exlaqî, ekolojîk, demokratîk û azadiya jinan e.”

Evînê bal kişand ser Hevpeymana Civakî jî û wiha got: “Hevpeymana Civakî ya li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê ku mafê jinan û hemû pêkhateyan diparêze, bûye hêviya jin û neteweyan. Sûriye di qonaxeke krîtîk re derbas dibe. Zehmetî zêde dibin. Siyasetên paşguhkirina mafên rewa yê cudahiyan û jinan ji aliyê hişmendiya radîkal û îslama siyasî tên meşandin.”

Evîn Siwêd bang li jinên Sûriyeyê jî kir û wiha got: “Divê hemû jinên li Sûriyeyê îradeya xwe ji bo hevgirtin û têkoşîna hevbeş bidin meşandin da ku em destkeftiyên xwe biparêzin û mafê xwe yê destûrî bi dest bixin. Wekî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em banga birêz Abdullah Ocalan esas digirin. Ev ji bo hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareserî ye. Divê jin pêşengiya projeya avakirina civaka aştiyane û demokratîk bikin. Em piştgiriya xwe ji we re radigihînin û serkeftinê ji we re dixwazin.”

Related Articles

Back to top button