KomxebatNûçeSlide

“Komxebata der barê tenduristiya Rêber Apo de” bi Encamnameyekê bi Dawî bû

Bijîşk û karmendên tenduristiyê li kantona Firatê "Komxebata der barê tenduristiya Rêber Apo de" , li dar xist.

Bijîşk û karmendên tenduristiyê li kantona Firatê der barê tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan de, bandorên fîzîkî, bandorên tecrîdê û erkên saziyên mafên mirovan de, Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê komxebatek li dar xist.

Di komxebatê de bi dehan endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xwerser û endamên Kongra Star, bijîşk û karmendên tenduristiyê amade bûn.

Komxebat bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûre bijîşk Mihemed Arif der barê azadiyê fîzîkî û tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan de axivî û got: “Ev 26 sal e Rêber Apo di girtîgeha Îmraliyê de ye. Em nizanin rewşa wî ya tenduristî çawa ye. Divê dewletên navneteweyî komîteyekê ji bo Rêber Apo ava bikin, ku serdana Rêber Apo û rewşa wî ya tenduristî bişopînin. Em jî wek bijîşk, dixwazin Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe.”

Pişte rapora têkildarî tenduristî û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê lêkorînera floklorê ya Zanîngeha Kobanê Necah Îbrahîm ve hate xwendin.

Di raporê de hate diyarkirin ku rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan ezmûneke raste ya wijdana cîhanî û zagona navneteweyî temsil dike, ku mafê lênêrîna tenduristî û rûmeta mirovan ji girtiyan re misoger dike. Bêdengmayîna li ser binpêkirinên tenduristîyê li girtîgeha Îmraliyê ne tenê gefê li jiyana kesekî dixwe, lê di heman demê de nêrîna dadwerî û mirovahiyê jî têk dibe. Ev komxebat yekem e, ji bo bilindkirina dengê me, bi navê bijîşk, maf, dadwerî, wekhevî û bidawîkirina zordariyê ku li her derê dibe. Divê rêxistinên bijîşkî û mafên mirovan ên navnetweeyî li gorî pêvanên mirovî tev bigerin û rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan bişopînin.

Piştî xwendina raporê sînevîzyonek li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan û bandorên fîzîkî hate pêşandan.

Hevserokê Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa axivî û diyar kir ku dewletên dagirker  dixwazin di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de gelê Kurd tune bikin û wî qir bikin û wiha got: “Gelê Kurd û gelên li Rojhilata Navîn ên ku xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kiriye, nikarin dev ji ramanên wî berdin, ji ber ku ew gel azadiya xwe di ramanên wî de dibînin. Em ê heta miosgeriya azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê bikin.”

Bi rêya zoomê Pr. Abdullah Polat li ser, tecrîd, tenduristî û bandorên fîzîkî û li ser coxrefiya Îmraliyê axivî.

Di dawiya komxebatê de encamnameyek hat dayîn, û ji aliyê mamosteya Zanîngeha Kobanê Necah Îbrahîm ve hate xwendin.

Encamname wiha ye:

“1- Komxebatê tekez kir ku pêdivî bi nirxwandineke bijîșkî ya serbixwe û berfereh ji bo rewșa Rêber Apo heye, ku ji hêla komîteyeke navneteweyî ya pispor, weke kardiyolog, ortopedîst, pneumologist û gerîyatrîkê ve were kirin. Ji ber ku tecrîda dirêj, şert û mercên nebaş ên girtîgeha Îmraliyê bandorên xerab li ser tenduristiya Rêber Apo çêkirin.

2-Mudaxeleyên bijîșkî diyar kirin ku Rêber Apo ji êșa kronîk a movikan û stûna piștê û her wiha pirsgirêkên potensiyal ên nefesê û dil , ji ber nebûna tevgerê, nebûna bayê paqij û bandorên jîngeha girtîgehê , dikișîne. Her wiha nîșanên kêmbûna hin fonksiyonên laș ên bi pîrbûnê û nebûna lênêrîna bijîșkî ve girêdayî hene.

3- Komxebatê nirxand ku bêparkirina Rêber Apo ji lênerîna tenduristîyê, xwarina hevseng û muayeneyên bijîșkî yên birêkûpêk, binpêkirineke beraskînî ya zagonên navxweyî yên Tirkiyeyê ye, û her wiha peymanên navneteweyî, bi taybetî peymana li dijî îșkenceyê û pîvanên mafên mirovan ên Ewropî di girtîgehan de ye .

4- Komxebatê daxwaza mudaxeleya bilez ji komîteya Ewropî ya pêșîlêgirtina îșkenceyê (CPT), rêxistina navneteweyî ya cîhanê û Xaça Sor a navneteweyî kir, ku komîteyeke çavdêrîya bijîșkî û mirovî bișînin girtîgeha Îmralîyê û raporeke pêbawer li ser rewșa tenduristîya Rêber Apo pêșkêș bikin, șert û mercên girtina Rêber Apo piștrast bikin.

5- Komxebatê bang li sazîyên tenduristiyê û mafên mirovan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku komîteyeke berdewamî ava bikin, da ku rewșa tenduristiya Rêber Apo bișopînin û bi rêxistinên navneteweyî yên têkildar re peywendî deynin da ku vê pirsgirêkê bigihînin rayedarên lênêrîna tenduritiyê û mafên girtiyên ên têkildar.

6- Komxebatê pêșniyar kir dosyayeke bijîșkî û yasayî ya belgekirî, tevî raporên parêzeran, dîtinîyên bijîșkan û șîroveyek li ser bandorên fîzîkî yên tecrîda dirêj, bi armanca pêșkêșkirina wê ji saziyên navneteweyî re were amadekirin. Her wiha hat pêşniyarkirin ku kampanyayên hișyarkirinê werin destpêkirin û konferansên tenduristî û mirovîyê li ser asta herêmî û navneteweyî werin birêxistinkirin .

7- Komxebatê tekez kir ku doza Rêber Apo ji mijareke konevanî derbas bûye û bûye mijareke tenduristiyê, mirovî û yasayî. Tecrîda berdewam a li ser Rêber Apo û înkarkirina gihîștina xizmetên tenduristiyê yên serbixwe, gefê li mafê Rêber Apo yê jîyanê dixwe û binpêkirina dîyar a peymanên navneteweyî ye.

8- Li ser bingeha xalên jorîn, komxebat daxwaza serbestberdana yekser a Rêber Apo dike, ji ber ku ev tedbîrek girîng û pêwîst e, ji bo misogerkirina jîyan û tenduristîya Rêber Apo û ji bo ku Serokatî bikaribe lênerîna Bijîșkî ya guncaw û jiyaneke birûmet li gorî mafên mirovan û edaleta navnetewî werbigire .

Di dawîyê de, me bi vê yekê, pêșnîyarên komxebata  xwe ya îroj nirxandin, ku helwesta me ya mirovî û bijîșkî li ser mijara tenduristîya Rêber Apo dîyar û ronî bû.

Em ji vir, ji nav dilê Kobanê, em piștrast dikin ku dengê me nayê bêdengkirin.

Doza me meselaya azadî û rûmetê ye, û tenduristîya Rêber Apo berpirsîyarîyeke kolektîv e, ku ji me tê xwastin têkoșînê bidomînin, hișyarîyê bilind bikin, û  bixebitin  tecrîda heyî bișikînin û Rêberê xwe azad bibînin.”

Related Articles

Back to top button