Çand û HûnerNûçeSlide

Li Bajarê Dêrikê ji bo bîranîna şehîd Zîlan pêşangehek hat vekirin

Ji bo bîranîna şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê ya li bajarê Dêrikê pêşangeheke hunera şêwekariyê hat vekirin.

Bi boneya nêzîkbûna salvegera 29’an a çalakiya fedaî ya şehîz Zîlan (Zeyneb Kinacî) ku dikeve 30’ê Hezîranê, Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê ya bajarê Dêrikê pêşangehek wêneyan vekir. 33 wêneyên ku balê dikişînin ser ked û têkoşîna jinan hatin pêşandan.

Pêşangeh bi beşdariya endam û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û rêxistinên jinan ên li Dêrikê hat vekirin.

Piştî ku kurdeleya pêşangehê ji aliyê dayikên şehîdan ve hat qutkirin deqeyek rêz hat girtin. Piştre jî şêwekara bi navê rozîn Yûsif axivî. Rozînê di axaftina xwe de  şehîd Zîlan û tevahiya şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got, şehîd Zîlan ji bo tevahî jinên cîhanê bûye meşaleya azadî û îradeyê. Her wiha diyar kir ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şopdarên rêya şehîdan e.

Piştre koma mûzîkî ya jinên ciwan a Alefteriya stranên şoreşgerî gotin.

Pêşangeh wê du rojan vekirî be.

Related Articles

Back to top button