
Weke beşek ji rêzeçalakî û civînên ku li ser asta herêm,katon,navçe û bajaran ji bo bîranîna 29emîn salvegera şehadeta şervana azadiyê û têkoşera azadiyê Zîlan, ku wekî sembola azadiyê tê naskirin û kesayetiya wê bûye mînaka jina azad.
Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), bi hevaheniya kongira star , îro li bajarê Dirbêsiyê civînek li dar xist ji bo bîranîna 28emîn salvegera şehadeta Zîlan (Zeyneb Kinacî), sembola têkoşîn û fedakariyê.
Civîn bi kêliyek rêzgirtinê li rihê cangoriyan dest pê kir. Piştî wê semînerek li ser jiyana şehîd Zîlan hate xwendin, ku qonaxên têkoşîn û rêwîtiya wê ya şoreşgerî, ku bi çalakiyek canbexşane bû manîfestoyeke azadiyê a bêdawî, hatin nirxandin.
Endama Meclisa Jin Hemîde Îso di civînê de axaftinek pêşkêş kir , şehîd Zîlan bi bîr anî û pesnê wêrekiya wê kir û got, “Şehîd Zîlan wateya xwebûn û fedakariyê temsîl dikir, û di berxwedana li dijî xiyanet û zordariyê de pêşeng bû.”
Her wiha ji aliyê endamên Kongra Star ve pêşandanek şanoyî hate pêşkêş kirin, ku têkoşîn û xebat û fedakariyê ya şehîd Zîlan nîşan dida, ji aliyê beşdarvanan bi hest û têkilî û mezin pêwendiya xwe nîşan dan .
Civîn bi qîrîna dirûşmeyên “bê serok jiyan nabe “,” Jin jiyan Azadi”,” şehid namirin ” bi dawî bû.




