CivînNûçeSlide

Li Qamişlo û Dêrik di derbarê pêşxistina rola jinan a di komînan de Civîn Hatin Li Dar Xistin

Ji bo birêxistinkirina karê komînan û zêdekirina rola jinan di nava komînan de, li Qamişlo û Dêrik  civîn hatin lidarxistin.

Di çarçoveya rêzecivînên birêxistinkirina komînan de, li Qamişlo û Dêrik yên kantona Cizîrê 2 civîn hatin lidarxistin.

Li Qamişlo, civîn li navenda Kongra Star a Rojava bi beşdariya hevserokên jin û endamên rêxistinên civaka sivîl bi rê ve çû. Li Dêrikê jî civîn li navenda Çand û huner a bajêr li wir jî rêveber û hevserokên komînan beşdar bûn.

Di civîna li Qamişlo de Kordînasyona Kongra Star Li Bakur û Rojhilatê Suriyê Ferînaz Mihemed rewşa heyî ya herêmê axivîn û bal kişand ser mekanîzmaya birêxistinbûna komînan.

Ferînaz Mihemed wiha  got, ku ji despêka şoreşa Rojavayê kurdistanê hem komînên me yên xweser hemjî yên xweser hebûn,li vir çima careke din em di avakirina jiyaneke komînal de bi israr’in û careke din em dixwazin vegerin sîstema komînan,Rêbertiya me ev çend salin di nava çar dîwarên girtîgehê de dibêje dema ku ez ji vir derkevim ezê cihê xwe di nava komînekêde bigrim.
Ferînaz di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser paqijiya derdor û xwezayê ji berku ekolojîparêzî yek ji lingên paradîgmaya jiyaneke bi tendirust ,komînal ku dibe bingehê avahiya civakeke demokratîk û komînal,herwiha da diyar kirin ku Rêbertî ji xwe de despê dike û dibêje ger ku ez serbest bême berdan ezê weke şagirtekî dest bi paqijiya kolan û taxan bikim û herdem parêzvanê jiyaneke paqij û bi ewlebim,lewra li vir di nava kar û xebatê de erka ku ji Rêveber û berpisan tê xwestin ku herdem bi dilnizmî tevbigerin û xwe di jor de negrin çiqas bikaribin di nav civaka xwedebin wê ewqas karibin bi bandor û bi encam kar bikin ji ber ku Rêvebir ne di nav geldebe wê nikaribe bibe derman ji êş û birînê civaka xwe re,ji berku dema em hemu hev hemêz bikin wê cîn jî holê rabe wê li holê xizan û dewlemend nemîne,li vir ya girîng pêwîste herkes haydarî jiyan û ewlehiya hevdu be.incex ev dikare bibe bingeh ji bo jiyaneke wekhev û komînal.
Ferînaz Mihemed wiha domand, di axaftina xwede eşkere kir ku li gelek welatan Rêbertî dixwînin û piroje û pergala jiyana hevbeş û komînal ji xwere esas digrin û ji bo bixin meriyetê li ser dixebitin ,ji ber ku ewjî dizanin ku ev şêwazê jiyanê û pergala komîn dikeve xizmeta hemû civakê û li vir dema ku herkes wekhev xebitî ji bo welatê xwe pirsgirêkjî bi dawî dibin,ji berku di rêgezên pergala komînal de nabe yek bixebite yên din hemgû rûnin lê temaşe bikin,lê belê dema ku herkes bixebite ji hêla xwe de ew dem tê wateya ku wijdan û hisiyet a mirovbûnê li pêşe ev tê wateya estetîka jiyaneke bi exlaq .

Ferînaz Mihemed wiha axaftina xwe bi dawî kir , û diyar kir ku jiyana hevbeş û komînal dermanê hemû pirsgirêkê civakê ye,lewra pêwîste em vê pergalê bidin rûniştandin ji dervî vê emê tu nêzîkatiyan qebûl nekin û emê li hember tevahiya ferasetên navendî rawestin û têbikoşin,û emê di avakirina pergala komînal de bi israrbin wê diruşmeya me ya demê jî evbe an jiyaneke komînal an pergaleke komînal.

Di civîna li dêrikê de jî endama Kongra Star Sozdar Qasim axivî û diyar kir ku divê rola jinan di nava komînan de zêdetir were aktîfkirin. Sozdar her wiha bang li hemû jinan kir ku cihê xwe di nava komîte û saziyên têkildar re de bigirin û rola xwe ya pêşxistina sîstema komînan bi cih bînin.

Di dawiya her du civînan de, beşdarên civînan nêrîn, pêşniyar û rexneyên xwe anîn ser ziman. Her wiha çavdêrî û pêşniyarên her du civînan, bi armanca pêşxistina mekanîzmayeke xebatê ya berfireh a rola jinan di sîstema komînan de, hatin belgekirin.

Related Articles

Back to top button