ArşîvCivînNûçeSlide

Rêbazê bidawîkirina Xwekuştinan mijarê Nîqaşa Civîna Jinan a li Bajarê Kobanê bû

Kongra Star li Bajarê Kobanê a Herema Firatê Civînek ji bo Nîqaşkirina sedemên xwe kuştinan û rêbazên bidawîkirina wê li dar xist.

Civîna ku li Navenda Kongra Star a Bajarê Kobanê hat lidarxistin de hemû endam û Rêvebirên Kongra Star, Lîjneya Jin û Desteya Jin ve 18 Jin amadebûn.

Civîn ji aliyê Koordînasyona Kongra Star Lujeyn Selîm, û Rêveberiya Desteya Jin Macîde Hesûn civîn bi rêvebirin.

Piştî deqeyekê rêz girtinê li ser cangoriyên Azadiyê, Jinan li ser Sedemên xwe kuştinan û rêbazên bi dawîkirina wê berfireh niqaş kirin.

Di civînê de hat destnîşankirin ku polîtîkayên Desthilatdarî ê Mêrserwer Bi armanca lawazkirina civakê ttundiyêfîzîkî û derûnî li ser jinan Ferz dike, ku ev jî dibe sedem ku di Cîhanê de rêjeya jinên ku dawî ji jiyana xwe tînin zêde bibe.

Her wiha di civînê de hate diyarkirin ku dive ew Weke Rêxistinên Jin li hemberî van polîtîkayên qirêj ê ku Jinan hedef digrin, Rêxistinbuyîna Jinan li ser fikir û ramana Rêber Abdullah Ocalan mezintir û xortir bikin.

Piştî nîqaşên berfireh û Pêşniyaran, ji bo bidawîkirina xwekuştinan bîryar hate dayîn ku li ser asta Kantona Firatê Komxebat were lidarxistin ku hîn berfirehtir Sedemên xwekuştinê werin nîqaş kirin û di encama van nîqaşande ji bo bîdawîkirina întîharan alternatîfên çareseriyê werin diyarkirin.

Related Articles

Back to top button