NûçeSlide

Li Navenda Weqfa Jina Azad a Kobanî dewreya karê destan û dirûnê

Dewre sê mehan dom dike û waneyên teorîk û pratîkî yên birrîn, hûrgulî û dirûtina her cure cilan dihewîne

Di waneya yekem de, perwerdekar fêrî amûrên ku di dirûtinê de têne bikar anîn, parçeyên makîneya dirûtinê, û sazkirina têlan fêr bûn, ji bilî fêrbûna çawaniya pîvandinê.

Di dawiya dewreyê de, xwendekar piştî ku ceribandina pratîkî ya paşîn bi serfirazî derbas kirin sertîfîkayek werdigirin.

Endama weqfa jina azad Medîne Qadir anî ziman û got:ku her dem em dewreya dirûtinê  vedikin ji bo ku jin jê sûd werbigrin û bikaribin di malên xwa de kar bikin û bi vî awayî pêdiviyên xwe pêkbînin .
Medîne qadir anî ziman ku dewreya me her carê dighêje 15 _20 jina û di dawî de li gor astên wan bi dana  bawernemeyan bi dawî dibe.

 

Related Articles

Back to top button