DaxuyanîNûçeSlide

Li Helebê Yekîtiya Jinên Êzidî şehîdên Fermana Şengalê Bi Bîranîn

Yekîtiya Jinên Êzidî li Helebê şehîdên komkujiya Şingalê bi bîr tîne û bang li civaka navneteweyî dike ku ji berpirsiyarên jenosîdê hesab bidin.

Yekîtiya Jinên Êzidî li Helebê ji bo salvegera 11 emîn a komkujiya Şingalê, ku ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve di 3ê Tebaxa 2014an de li dijî gelê Êzidî pêk hat, li ser pileyên Eşrefiyê daxuyek hat dayîn. Hemû endamên sazî, komun û encumenan beşdarî daxuiyê bûn, beriya ku daxuyanî were xwendin girse bi deqeyek bêdengiyê ji bo rêzgirtina şehîdan rawestiyan. Piştî vê yekê, daxuyanî ji aliyê rêvebera Yekîtiya Jinên Êzidî li Helebê, Necah Memou ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha bû:

Îro, em hemû şehîdên komkujiya Şingalê bi bîr tînin. Gelê Êzidî rastî fermanek nû hat ku armanc dikir wan bi rêya êrîşeke terorîstî ya DAIŞê ji holê rake, ku bi siyaseteke baş plankirî wekî beşek ji komployek ji aliyê hêzên herêmî ve, bi pêşengiya dewleta dagirker a Tirkiyeyê ve hatî organîzekirin, were kirin.

Gelê Êzîdî di sedsalan de rastî rêze qirkirinan hatiye, û şahidiya zêdetirî heftê û çar fermanên qirkirinê kiriye, ku di wan de xwîna Êzîdiyên bêguneh hatiye rijandin, tenê ji ber ku ew sembola rastbûna Kurd û Kurdistanê bûn.

Ev komkujî destpêka şoreşek nû ya nûjen bû ji bo vegerandina ruh û vejandina civaka Êzîdî bi avakirina xwerêxistinkirina wê, avakirina saziyên demokratîk û avakirina yekîneyên berxwedanê yên ku terorîzmê têk birin û Şingal ji qirêjiya DAIŞê rizgar kirin.

Gelê Êzîdî xwedî dîrokek tijî berxwedan û têkoşînê ye. Îro, em dubarebûna van qirkirinên li dijî kêmneteweyan li Sûriyeyê dibînin, wekî bûyerên li peravê û li Sweydayê li dijî gelê Durzî, ku xwîna bêgunehan bi destên komên cîhadîst tê rijandin.

Em, wekî gelê herêmê, dê ji bo jiyanek bi rûmet ku edalet û demokrasî di navbera hemî pêkhate û mezheban de serwer be, têkoşîn û çekdarkirina xwe bi îdeolojiya berxwedanê bidomînin.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî, bi taybetî Konseya Ewlekariyê, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên ku bi parastina kêmneteweyên etnîkî û olî ve mijûl in, hat kirin ku erkên xwe yên mirovî û exlaqî bicîh bînin da ku îradeya gelan ji gefên qirkirin, komkujî, paqijkirina etnîkî û guhertina demografîk a bi darê zorê li herêmên me biparêzin.

Her wiha di daxuyaniyê de Neteweyên Yekbûyî ji ber nepejirandina fermî ya vê komkujiyê  berpirsyar hat girtin û divê ji sucdaran hesab were pirsîn, ku ev yek tenê dewleta dagirker a Tirkiyeyê teşwîq dike ku êrîşa xwe berfireh bike û komkujiyên din li dijî gelên herêmê pêkbîne.

Di dawiyê de, beşdaran tekez kirin ku bîranîna û xwîna şehîdên Şingalê dê vala neçe; berevajî vê, ew ê wekî meşaleyek bimîne ku rêya têkoşîna azadî û edaletê ronî dike. Em ê nehêlin ku sûcdar ji cezayê birevin, û em ê nesekinin heya ku edalet ji gelê Êzidî re pêk were û heyanî cîhan sûcên qirkirinê yên ku ev gel pê re rû bi rû mane nas bike.

Em ê dilsozê xwîna şehîdên xwe bimînin û em ê li ser rêya berxwedanê berdewam bikin heya ku em azadiya tevahî û naskirina navneteweyî ya mafên gelê xwe bi dest bixin.

Related Articles

Back to top button