
“Di 3yê tebaxa 2014an de, fermana 74an a qirkirinê li ber çavên cîhanê li dijî gelê êzidî pêk hat. Zêdetirî 10 hezar jin, zarok û sivîl canê xwe ji dest dan. Zêdetirî 40 zarok li çiyayê Şengal ji ber bêaviyê mirin, zêdetirî 3 hezar jin ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin û bi tecawizê re rû bi rû man. Jinên ku hatin revandin li bazaran hatin firotin.Bi vê wesîleyê Kongra Star daxuyaniyek niviskî weşan kir ,daxuyanî wiha ye:
Weke Kongra Star em di salvegera 11emîn a fermana li ser gelê me ê êzîdî pêkhatî de, destpêkê tevahî kesên bi destê çeteyên Daişê hatine şehîd xistin bi rêzdarî bibîr tînin. Her wiha di dema fermanêde ji bo ku gelê me ê êzîdî ji çeteyên Daişê rizgar bikin gerîlayên HPG û YJA STAR her wiha ji bo ku korîdora mirovatiyê vekin şervanên YPG YPJ berê xwe dabûn Şengal’ê. Ev şervanên ku li hember dagirkeriya daişê şer kirin û şehîd bûnî jî em bi rêzdarî bibîr tînin.
Her wiha kongra Star di berdewamiya daxuyaniya xwede balkişand li ser berxwedaniya ku ev 11 salin gelê me ê Êzîdî li hember her cûre êrîşan dike û di bin van êrîşande pergala rêveberiya xwe a xweser ku bi fikrê Rêber Apo avakiriye bi heskirin silav kir.
Daxuyaniyê eşkere kir ku di nava van 11 salan de pêşketinên di gelê me êzîdîde çêbûnî, baweriya ku avabûyî hêza rêxistinbûyînê nîşanî me dide. Bi taybet jî rêxistinkirina jinan a di nava civakê, siyasetê, dîplomasiyê, leşkeriyê mînakeke hêzgirtinêye. Jinên êzîdî di bin banê TAJÊ’de xwe rêxistin kirin, li hemberê êrîşên dagirkeriyê, olperestî, zayendperestiyê bi hêza hevgirtî dibin bersiv. Jin pêşengtiya pêşerojeke azad a Şengal’ê dikin.
Her wiha daxuyaniyê balkişand ser hêza xwe rêxistin kirin û wiha domkir ,gelê me ê êzîdî xwe di her warî de bi rêxistin kir û îro bi vê rêxistinkirina xwe ve êzdayetiyê diparêze. Hovîtîya Daişê û hêzên li pişt van çeteyan jî îro bi binketinekê ve rûbirû ye. Dîrok dîsa nîşan dide ku li hemberê hêza gel a rêxistinkirî tu hêz nikare bisekine. Êdî gelê êzîdî xwedî bîr û baweriyeke mezin e û dibe xwediyê mîrateya berxwedaniya êzdayetiyê .
Di dema fermanêde bi hezaran jinên êzîdî ketin destê daişê.
Kongra Star wiha daxuyaniya xwe bi dawî kir ku ewê ji bo rizgarkirina keçên winda yên ketine destê Daişê, bi hemû hêza xweve bixebitin. û careke din gelê êzîdî bi taybetî jî jinên êzîdî silav kir, fermana 74anli ser gelê êzîdî bi tundî şermezar kir.



