NûçeSlideTenderûstî

Bi Armanca Gihandina Asta Bilind a tenduristiyê , Komîteya Tenduristiyê a Kongra Star Dewreyek perwerdê bi dawî kir

Têkildarî girngiya tenduristiyê herwiha çawa mirov li tenduristiya xwe miqate be , derwreyek perwerdê ku ji aliyê Komîteya tenduristiyê a Kongra Star ve hatibû  bi  rêxistin kirin bi dawî kir .

Perwerde ya li ser navê Şehîd Nêrgiz Dilda Welat a li navçeya Şêranê ya kantona Firatê  bi beşdarbûna 21 jinî li se 20 rojan hatibû despêkirin bi dawî bû.
Gelek mijar di nava perwerdeyê de hatin dayîn , di nav de jî germbûn,şekir,grêdana sîrom û derziyê û tasyon .

Bi boneya derçûnê û bidawîkirina perwerdeyê şahiyek li navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ya navçeya şêranê hat lidarxistin.
Di şahiyê de Koordînasyona Kongra Star ya kantona Firatê herwiha malbata şehîd Nêrgiz Dilda welat hazir bûn.

Beriya ku şahî destpê bike, beşaran deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan rawestiyan.
Piştre rêveberiya Kongra Star ya navçeya Şêranê Nadya Hiso axivî.
Nadya destnîşan kir û got: em bi firkir û felsefeya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan yê ku di her nameyê de daxwaza aşîtî û aramiyê dike gihiştine vê asta zanebûn û têkoşînê. Bi hezaran şehîdên me li ser vê xetê xwe feda kirin.
Ji bo ku em xwedî li Serok û şehîdên xwe derkevin , pêwîste em zêdetir asta kar û xebatê xwe xurtir bikin.
Ji ber vê jî ji bo civakeke pêşketî çi ji me were xwestin emê bikin.
Nadya wiha dawî li axavtina xwe anî û got: lidarxistina vê perwerdeyê ji bo me gavekî pir giring û serkeftî bû, em hêvî ji hemû jinan dikin ku di her perwerdeyê de bicih bibin û xwe pêş bixin. Hêza jin heye ku ji malê zêdetir bixebite û roleke giring di her qadên jiyanê de bilîze.
Pîştre malbata Şehîd Nêrgiz Dilda Welat derçûna beşdarên perwerdeyê li beşdar vanan pîrozkirin û bawername bi çepik û lîlandin hatin belavkirin.

Şahî bi gerandina govend û dîlanan bidawî bû.

Related Articles

Back to top button