AborîNûçeSlide

Komîteya Aborî a Kongra Star ji bo Xwe pispor Kirina di Warê Çandinî û Bîrdozî de Dewreyek Perwerdê Bi Dawî Kir

Yek Ji Komîteyên Herî Girîn yên Kongra Star ,Komîteya Aboriye,ji bo Pisporkirina Jinan Di warê Aborî de Dewreyek Perwerdê bi Beşdarbûna 25 Jinan Bi Dawî Kir.

Komîteya Kongra Strar ya aborî mijarên girêdayî aboriyê perwerdek li ser 20 rojan  lidarxist .
Perwerde li Akadimiya Şehîd Zeyneb Saroxan bi navê şehîd Sozdar Cîhad hat bi dawî kirin.
Ji bo agahiyên zêdetir û zanebûneke ji bo pêşerojê bi 25 endamên ji saziyên aborî yên cûrbecûr tevlî vê perwerdeyê bûn.
Perwerde bi awayekî pispor û ber fireh hate dayîn di perwerdeyê de , ji bilî waneyên pispor ên di warê çandiniyê de ji hêla pisporan ve waneyên bîrdozî, nezerî û aborî jî hatin dayîn.
Herwiha pirtûka “Manefesto ya  Aştî û Civaka Demokratîk” jî hate xwendin ji wê zêdetir waneyên wekî “Rastiya Rêbertiyê”, Jîneolojî, Dîroka Kurdistanê û Dîroka Jin hate dayîn û bi awayeke berfireh hate şîrovekirin.
Li gorî endamên ku tevlî perwerdeyê bûn, anîn ziman ku ev perwerde bandoreke erênî di her warî de li wan kir .

her wiha ji bo bi dawî kirina  perwerde ya bi navê Şehîd Sozdar ji malbata wê beşdarî merasîmê bûn.

Malbatê da kêfxweşiya xwe ya ku bi navê şehîdên wan gel têne perwerdekirin de anîn ziman, herwiha diyarkirin ku bi perwerdeyê re rê li ber xebatên kûrtir û serkeftîtir vedibe.

Paşê rêvebiran tekez kirin ku her jin hewceyê perwerdeyeke wiha ye da ku di kesayeta wan de asta têgihiştin û  têkoşînê bilind bibe  û rola xwe bilîzin .
Perwerde serkeftî bû û gihîşt armancên xwe. Hin beşdaran sûdwegirtina xwe ya ji naveroka wê anîn ziman, hinên din jî ji waneyên ku li ser dîrok û têkoşîna jinan hatine hînkirin bandor bûne. Endamekê anî ziman ku wê di vê ezmûnê de xwe pir li pêş xistiye, yên din jî kêfxweşiya xwe ya ji hevdîtina bi hevkarên nû re anî ziman, her hevkarek wekî gulek bi rengekî bêhempa pênasekir.
dewreya perwerdê bi awayek erênî bi dawî bû, di dema wê de endamek xwesteka xwe ya berdewamkirina beşdarbûna di korsên weha de anî ziman, ji ber bandor û rola perwerdê a girîng di avakirina karakter û pêşxistina xebata aborî û civakî de.
Di dawiyê de jî serkeftin ji hemû xebatkaran re hate xwestin û soza bêdawî hate dayîn .

 

Related Articles

Back to top button