Li Helebê 5’emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan Hat Li Dar Xstin
Li Helebê 5’emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan hat lidarxistin. Di mîhrîcanê de banga parastina mafên zarokan hat kirin û daxwaza hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan hat kirin.

Bi dirûşma “Min destê xwe da zarokan, wan ez gîhandim azadiya asîmanan” Mîhrîcana 5’emîn a Hunera Zarokan li Qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê hat lidarxistin. Mîhrîcan ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan ve bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hat lidarxistin.
Mîhrîcan di çarçoveya kampanyaya “Ez dixwazim bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin” de û bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê hat lidarxistin.Girseyek mezin a zarokan û malbatên wan beşdarî mîhrîcanê bûn.
Mîhrîcan bi daxuyaniyekê dest pê kir ku ji aliyê zaroka bi navê Sozvîn Hisko ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser bandorên şer li ser zarokan wekî ji koçberî, wêraniya siberoja wan, bêparhiştina wan ji mafên wan ên bingehîn.
Di dewama daxuyaniyê keda ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo zarokan daye hat vegotin û hate gotin, peyama wî ya dawî ya ji Îmraliyê hatiye wateyên hezkirinê yên watedar hildgire. Di daxuyaniyê de, di serî de Rêxistina Mafên Mirovan bang li aliyên têkildarî hat kirin ku zarokan biparêzin.
Piştî xwendina daxuyaniyê deqeyek rêz hat girtin. Piştre Sozvîn peyama Rêber Abdullah Ocalan a ji bo zarokan xwend.
Di mîhrîcanê de jî komên Tevgera Hîlala Zêrîn, komên girêdayî Navenda Cemîl Horo, komên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk daketin ser dikê û stran, şano û govend pêşkêş kirin. Her wiha hunera karate jî hat pêşkêşkirin.




