ÇalakîNûçeSiyaset

Rêxistina Stêrk Ya Şopandina û Parastina Mafên Zarokan û Ofîsa Jin Ya Meclisa Koçberên Efrîn û Şehba Dest Bi Kampanyayek kir

Ji bo bilindkirina moraral û kêfxweşkirina zarokên Efrîn û Şehbayê , rêxiatina Stêrk ya şopandin û parastina mafên zarokan û ofîsa jin ya meclisa koçberên Efrîn û Şehba dest bi hemleya çalakiyan kir.

Ji ber dagirkerkirina bidarê zorê gelek xelk ji bajarên xwe koçber bûn .
Xelkên bajarê Efrînê hema bêje li seranserî welat surgun bûn e.
Di nava rewşin pir zehmet de jiyana xwe derbas dikin.
Em dikarin bêjin ku zarokatiya zarokên Efrînî , bi şer û koçberkirina riyên dirêj derstpêkir, lewra ji qalibên zaroktiya xwe êdî dûrdikevin û bi piskolojiyeke neyînî re rû bi rû mane.

Çalakiyên têkildarî zarokên Efrînê dê li 10 navendên cuda ên ku tê da xelkên Efrîn bicih dibin de werin lidarxistin.

Îro jî di 2’yê Îlona 2025’an de rêxistinê bi daxuyaniyekê hemleya xwe ragihand.

Daxuyanî ji aliyê endama rêxistina Stêrk Lavîn Hemo ve hate xwendin.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

JI ber rewşa ku herêmên me herêmên bakur û rojhilatê sûriyê tê de derbas bûn rewşekî pir zehmet bû, û rastî gelek zehmetiyan hatin kirin û koçberî yek ji van zehmetiyan da ku bandorekî pir nerênî li ser piskolojiya gel û bi teybet li ser zarokan hate kirin, da ku bû sedemên ku zarok ji jiyana xwe ya zarokatiyê dûrbikevin, û em wekî rêxistina parastina mafên zarokan bi hemû rê û rêbazên ku destek bidin van zarokan da ku vegerin jiyana xwe ya normal.
Em wekî rêxiatina stêrk ya şopandin û parastina mafên zarokan û mekteba jin ya meclisa koçberên efrîn û şehba dest bi hemleya çalakiya ji bo zarokên koçber di navendên hemêzkirina koçberan li ser 10 rojan li cihên cuda cuda wê were lidarxistin, û hemleya me wê bi şahî, pêşbirkan û belavkirina diyarî û kovara Mizgîn wê li ser zarokan were belavkirin.
Hemleya me ji dîroka 2-9-2025 heya 13-9-2025 di
Dîrok û cih
9-2 mesakin terteb

3-9 dibistana Bint cibêl (taxa cûdî )

4-9 mesakin Hilêliyê

6-9 mesakin Hilko
7-9 nexweşxana wetenî ya kevin li taxa kornîş

8-9 dibistana kamil hindî taxa aşûriyê

9-9 dibistana silêman izo taxa kornîş

10-9 dibistana lehdo mesûd taxa enteriyê

11-9 komîna şheîd semîra li mirebeh emnî

12-9 dibistana Hisên Ebdela

Piştî ku daxuyanî hate xwendin , li holeke berfireh ya mesakin Terteb a girêdayî bajarê Qamişlo ku tê da xelkê Efrîn bicih dibin de , çalakiya yekem ji bo zarokan hate lidarxistin.
Gelek malbat û zarokên xwe beşdarî çalakiyê bûn û kêfxweşiya xwe diyarkirin.
Di nava çalakiyê de pêşbirk,diyarî û Kovara Mizgîn hate belavkirin.

Piştî daxuyaniyê çalakiya pêşbirkê di nav zarokan de destpêkir.
Paşê li zarokên serketî kovara Mizgîn hate diyarîkirin.
Çalakiya îro jî bi belavkirina şêranî li zarokan bidawî bû.

Related Articles

Back to top button