Konferansa Hevgirtina Jinan “Hevgirtina jinan bingeha avakirina edalet û demokrasiyê ye li Sûriyeya nenavendî û yekgirtî” hat gotin
Jinên Sûrî di têkoşîna rizgarî û demokrasiyê de roleke girîng lîstine û dilîzin. Lêbelê, ev rol bi dehsalan di bin rejîma Baasê de hatibû paşguhkirin, ku cihê xwezayî yê jinan di nivîsandina destûran an jî di biryardana siyasî û civakî de nehatibû dayîn.

Di berdewamiya konferansê de li ser navê meclisa jinên Sûrî berdevka meclisê Sihêr senûh axivî û wiha anî ziman,ey jinên Sûrî yên ku hêz û têkoşîn jidaykbûnê bi were hatiye
Jinên ku êş veguherandin rehetiyê û bêdengî veguherandin dengë ku nayê veşartin em ji her aliyê welat bi were diaxivin, ji Heleb , Şam û Dêrezor ta Siweyda, Reqa û Hesekê Hema û Homs.
Bi navê meclisa jinên Sûrî em yek bi yek we silav dikin em konferansa we pîroz dikin , ev ne tenê konferasek û hatiye lidarxistin de lê belê tekeziya ku tekez dike ku jinên Sûrî dikarin li hemberî veqetandinê bisekirin.
Sihêl di axaftina xwe de spasya Kongra Star herwiha kombûna jinên Zenûbiya li ser rola wê di lidarxistin konferansê de kir ,herwiha rola wan di pêşketina jinan û avakirina welateke ku jin tê de rola sereke bileyze de.
Di nav de sihêl bang li hemû jinan kir ku ji bo Sûryek wekhev û pirrengî ku tê de jin pêşeng û rêveber be têbikoşe û ji bindestiyê re xwe radest nekin.
Paşê endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsiv, di konferansa “Hevgirtina jinan bingeha avakirina edalet û demokrasiyê ye li Sûriyeya nenavendî û yekgirtî” de ku li Hesekê tê lidarxistin, axivî.
Foza Yûsif bal kişand ser rola girîng a jinan di pêkanîna azadî û demokrasiyê de. Her wiha der barê gotar û xitaba gefxwarinê de hişyarî da û got: “Aştîya rastîn bi gefan dest pê nake û şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bingeha bidestxistina azadiyê ye.”
Fozayê destnîşan kir ku “Danezana Destûrî” ya ku ji hêla hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve hatiye derxistin, divê were sererastkirin da ku mafên jinan û cihê wan di hikumeta bê de garantî bike. Foza da zanîn ku ev konferans platformek ji bo yekkirina jinan û bidestxistina daxwazên wan ên bingehîn, bi taybetî sererastkirina Danezana Destûrî da ku destûrek jinan ku mafên jinan diparêze û beşdariya wan a di jiyana siyasî de pêk bîne, were danîn. Foza di axaftina xwe de jinên şehîd ên ku jiyana xwe ji bo parastina mafên jinan feda kirine bi bîr anî, û diyar kir ku jinan, bi têkoşîna xwe, şoreşek rastîn ji bo pêkanîna azadiyê ava kirine.
Der barê hilbijartinên parlamentoyê yên ku hikumeta veguhêz amadekariya wan dike, Foza Yûsif bal kişand ser paşguhkirina jinan û civakên din ên Sûriyeyê, her wiha bal kişand ser binpêkirin û kuştinên li dijî jinan, êrişa rasterast a li dijî pêşeng, siyasetmedar û rojnamevanên jin û kampanyayên medyayê yên reşkirinê.
Foza Yûsif nakokiyên helwestên hikûmeta veguhêz rexne kir, û destnîşan kir ku hikûmet banga diyalogê dike lê li ser medyaya dîjîtal gotara nefretê pêş dixe, ev jî parçebûnê zêde dike û Sûriyeyê ber bi şerê navxweyî dibe. Foza got ku aştî bi gefan dest pê nake, lê bi diyalogê dest pê dike.
Fozayê bal kişand ser rola Tirkiyeyê li Sûriyeyê û da zanîn ku dagirkeriya Tirkiyeyê berdewam dike û hikûmeta veguhêz helwestek zelal negirtiye. Her wiha daxuyanî û gefên dawî yên Tirkiyeyê ku dibêje ew ê êrişekê li ser herêmê pêk bîne bi bîr xist û got, “Kanî çareserî? Kanî diyaloga rastîn a Sûrî-Sûrî? Eger her tişt bi gefan pêk tê, Aştî bi çavtirsandinê dest pê nake, lê bi diyalog û naskirina mafên hemû pêkhateyan dest pê dike. ”
Foza Yûsif her wiha diyar kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyeka biçûk e, hemû pêkhate û koman tîne ba hev û xwe ji terorîzm û dijminan diparêze. Foza da zanîn ku nasnameya wan biratî, demokrasî û jiyana hevbeş e û divê mafên jinan beşeke bingehîn a her destûrekê bin.
Li ser navê Yekîniyên Parastina Jin (YPJ)’ê Rohilat Efrîn axivî û balkişand ser giringiya vê Konferansê û wiha pê de çû.
Ev konferans wê bide diyarkirin ku pêşeroja Sûriya nû wê bi rola jina û zihniyeta jinê bê avakirin.
Helbet yê ku em anîn e vê rojê û bi wêrekî biaxivin û ji xwe bawer bin , qehreman û şehîdên me ne.
Di destpêka şoreşa rojava de , dema ku di Sûriyê de gelek geşedan destpêkir.
Ew pêvajo ji 2011’an de destpêkir heta roja me ya îro hat, ji me re da diyarkirin ku bêyî parastin ne mumkine li cihekî, li saziyekî li rêxistinekê û partiyekê jiyan bi ewle dom bike.
Şoreşa Jin a 19’ê Tîrmehê,li ser bingeha îradeyekî azad ku bibe malê hemû jinên Sûrî hate despêkirin
Eger bi rastî bi pergal û bi zihniyetekî temam parastin bê çêkirin , çawa ku êrîş li ser jinên Şengalê hatin kirin li beramberî wê bi parastin encax serkeftin hat misogerkirin.
Bi helweşîna Rêjîma Baas re ger parastin di asta bilind de ba ewqas jin zarok rastî qetilkirinê nedihatin.
Ji bo wê jî em di demekî de ne û zêdetir pêdiviya me bi parstinê heye.
Lewma em wekî Yekîniyên Parastina Jin dê ji her warî de di parastina jin û civakê de têkoşîna xwe xurtir bikin û hazirin ku hemû jinên cîhanê ji qetilkirin û tundiyê biparêzin.
Paşê li ser navê meclisa jinên bakur is rojhilatê Sûrî birêz Sebah axivî.
Sebah bibîranî ku jin tovê malbat û civakê ye, ji bo wê jî guhertin û pêşketina wê , civahê jî bipêşvedibe.
Jin malbatê ava dike, malbat jî Şaristaniyan ava dike.
Di sedsala 21’an de , jinên Sûrî gelek veguhertinên cewherî pêk anîn, jin rastî gelek astengî û rêgirtinan hat lê dîsa jî bi israr ma ku rola sereke bileyze,jinan gelek sînor Şkandin û di zeviyên cûrbercûr cihê xwe girt.
Sebah takes kir ku welatê ku jin û civak tê da ne azad be , ew welat hilweşyayî ye û nikare di ti siyasetê biserbikeve.
Herwiha li ser navê Yekîtiya jinên Êzîdî birêz Gulê axivî .
Gulê got ku jin hertim dibin qurbaniyên bûyerên ku bi testê zalim û xwînmijan pêk tên ne.
Çawa li Şengalê bi sedan keçên me ketin destê gawiran ger wê çaxê em xwedî parastin bûna dê ew ferman bi serê me nehata , lewra niha jin di pergalekê re debas dibe û pêwîste wê pergalê ji dest xwe nebe û bike çeka xwe ya bingehîn.
Dem dema ku jin welatan birêve bibe ye , vê fersendê ji dest nabin û têkoşîn bikin.
Piştre li ser navê xwendekarên Siweyda yê hin peyam hatin xwendin .
Piştî navberê deriyê pêşinyaran ji beşdaran re vebû , beşdaran nerazîbûna xwe li hember hişmendiya hikûmeta veguhêz dan nîşandan herwiha piştgiriya xwe ya ji bo hêzên şervanên xwe piştrast kirin û gotin ku QSD’ê hemû pêkhateyan temsîl dike.





